Di navbera salên 2005 û 2015’an de, hejmara koçberên ku li Rojhilata Navîn dijîn du qat zêdetir bûye, li gorî analîza daneyên ajansên Neteweyên Yekbûyî ji 25 milyon bûye 54 milyon. Piraniya zêdebûna koçberiyê, piştî sala 2011’an di encama pevçûnên çekdarî û koçberkirina bi darê zorê ya bi milyonan mirovan ku gelek ji wan ji welatên xwe derketine.
Pergala
modernîteya kapîtalîst pergaleke navnetewî ye ku li tevahiya cîhanê berheman
dide çêkirin û firotin. Kesên kapîtalîst ew hindikahiya biçûk a ku xwediyê
bankeyên navnetewî ne û kontrol dike xwe dispêre kontorolkirina kedê.
Mekanîzmaya navendî ya kontrolkirina tevgera kedê netew-dewlet e. Kontrolên
sînorên neteweyî mîsoger dikin ku kapîtalîzm bi rêya dewleta xwe, li şûna ku rê
bide mirovan, li gorî dilê xwe tevdigerin û kontrolên xwe li ser kedê diparêzin.
Koçberî
ne qezayek an jî tenê encama rastiya şer û pevçûnên herêmî ye. Welatên
dewlemend jî ji ber comerdiyê, feqîrên dinyayê qebûl nakin, koçberî ji bo
pergala xwe a kapîtalîst girîng dibînîn da ku bazarên xwe bi keda erzan bihêlên.
Ji ber vê yekê, mebesta siyaseta koçberiyê birêkûpêk kirina herikîna kedê ye,
kontrolkirina sînoran ji bo kontrolkirina karkerane.
Sîstema
modernîteya kapîtalîst koçberiyê pêş dixe, ne tenê ji ber berjewendiyên xwe yên
aborî, ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî û civakî yên girêdayî wan herêmên ku
li dijî êrişên modernîteyê û neolîberalîzmê li ber xwe didin. Ji holê rakirin û
bandorkirina ciwanên ku bi jiyaneke bê perspektîfa pêşketinê û pêşerojê rû bi
rû hatine hiştin û di vê çerçoveyê de Ewropa weke mînaka şaristaniyê nîşan
dayîn, yek ji mekanîzmayên şerê taybet e ku rojane li dijî ciwanên Rojhilata
Navîn tê meşandin. Ciwanên Kurdistanê wek mînakeke piratîkî dikarin werin
destnîşan kirin di hedefgirtina pergalê de. Awayê ku di bin pêvajoyeke
şoreşgerî ya ku ji bo tevahiya herêmê û heta ji bo cîhanê jî bûye mînak û hêvî.
Tevî vê rastiyê jî di bin tesîra perspektîfên pûç û derew ên propagandaya
pergalê de, gelek ciwan pişta xwe didin gelê xwe, dîroka xwe, koka xwe, ji bo
ku di nava pergalekê de sûd û rehetiya xwe bibînin jiyanekê ji xwe re ava dikin.
Ciwanên
ji vî nifşê nû ku di nava qeyran û zehmetiyên girankirî de mezin bûne, di reva
xwe ya ber bi Ewropa yan jî herêmên din ên cîhanê de, hêviyên xwe bi hişmendiya
ku ji aliyê pergalê ve hatiye firotin ku wê mirov bikaribe jiyaneke birûmet
biafirîne, koçî van navendên cîhanê wek navendên şaristaniyê bikin. Di dema
qeyrana penaberan de ku ji ber şerê li Ukranyayê derket holê, nêzîkatiyên cûda
di navbera koçberên Ewropî û koçberên ji Rojhilata Navîn an Afrîkayê de diyar
bû. Ji ber ku hemî welatên Ewropî deriyên xwe vekirin, xanî û kar bêyî lêçûn û
pirsan pêşkêş kirin. Analîza pêşkêşvanekî televîzyona Ewropî, dema ku cûdahiya
di navbera koçberên Ukranya û Sûriyê de analîz kir, yek jî wekî civakek
şaristanî û ya din wekî barbarên bêçand dinirxand, di manşetên cîhanê de deng
vedabû.
Îro
ji ber vê rastiyê, ciwanên ku koçî navendên modernîteya kapîtalîst kirine, ji
aliyê beşeke mezin a gelê herêmê ve ku cûdahiyên çandî û dîrokî yên heyî qebûl
nake, rastî krîmînalîzekirinê tê. Bi çavê mêtingehkirin û nêrîna ku Ewrûpa wek
navenda hertiştî dibîne de, civakên Ewropî van koçberan wek mirovên çîna dûyemîn
dibînin ku tenê kêrî xizmetkirina wan tên. Piraniya van ciwanan û malbatên wan
li kampên penaberan dimînin, mîna girtiyên bi şert nêzî wan dibin û her tim bi
gûman li wan tê mêzandin. Di bin bandora vê rastiyê de û hîn jî bi xewin û
xeyalên jiyaneke kesî yên ku ji hêla reklama xapînok a medyaya dîjîtal ve têne
belavkirin bawer dikin, ev ciwan dawiyê de digihêjin xaçerêyek bêrehm ku çareya
wê tune.
Ji
bo ku nekevin nava xeyalên jiyana alternatîf tenê yek çareserî heye, divê her
ciwanek rastiya xwe, dîroka Rojhilata Navîn û berjewendiyên li pişt van
nakokiyên ku pîlan û projeyên pergala kapîtalîst in ên ku vê herêma dîrokî û
qedîm xerab dikin, baş bizane. Pêwîst e rastiya şerê taybet ku li dijî ciwan û
kesên li vê xakê dijîn were fêmkirin, divê were zanîn welatparêzek rasteqîn tê
çi wateyê û dev ji axa ku ewqes nifş lê jiyan kirine bernede. Li vê herêma ku
şaristaniyan afirandiye û di belavkirina zanebûn û jiyanê de bûye pêşeng.
Siware
Şaho
0 Yorumlar