Mamosta Hisên Kara got: “PDK’ê zû de dixwest HPG ji Mexmûrê derbikeve ku ev esas de daxwaza Tirkiyeyê bû. Hinceta wê destpêkê PKK bû, PKK çû, niha jî li aliyek din vegerandiye dibêje hêzên Iraqê li wir bi cih bûne. Ev wargeh baş dizane PDK welatparêzan difiroşe dewleta Tirkan, sedema ku wargeha Mexmûrê naxwaze PDK li vir bi cih bibe xiyaneta wî ye. Helwesta wargehê diyare, qebûl nake ku dijminê vê civakê û hevkarê dijminê vê civakê were li wir dibin navê qaşo ‘ewlehiyê’ de bi cih bibe. Ti hêz nikare gel, gerîla û Rêbertiya me ji hev qût bike.”
Farqîn Kara
Dijminahiya ku PDK’ê di salên 1994’an de li dijî xelkê Mexmûrê li gel xwe mezinkirî, heta niha jî berdewam dike û di berdewamiya xeleka vê dijminahiyê de êriş, zext û gefên xwe yên li ser xelkê Mexmûrê didomîne. PDK li kampên Etrûş, Geliyê Qiyametê û Nînowayê zêdetirî 20 kesan revandin, qetilkirin, ser jê kirin û firotin dewleta Tirk a dagirker. Niha jî dixwaze wan kiryarên xwe yên hovane ku li dijî vê civakê pêkaniyî dubare bike.
Piştî daxuyaniya 19’ê Tîrmehê ya Fermandariya NPG’ê ku ragihandibû hemû hêzên xwe ji Mexmûrê vekişandine Herêmên Parastina Medyayê, heman rojê de hêzên Iraqê ji bo valehiya ewlehiyê çênebe di cihên hatin valekirin de bi cih bûn. Lê PDK’ê vê yekê ne hezimand û di êvara 22’ê Cotmehê de li gel hêzên Iraqê kete nava şer û pevçûnan û ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn.
PDK ya ku bi dehan kesên wargehê di kampên berê de qetilkirî û 5 salin ambargo daniyî ser penaberên Mexmûrê dixwaze li çiyayê Qereçox di cihên HPG’ê valekirî de cih bibe. Helwest û berteka xelkê Mexmûrê di meşa girseyî ya ku beriya çend rojan hatî kirin de diyar bû ku naxwazin hêzên PDK li derdora wargehê bi cih bibin.
Di derbarê êriş, zext û siyaseta PDK’ê ya ku ji salên 1994’an ve li ser xelkê Mexmûrê dimeşîne, her wiha armanc û planên wî yên niha li ser wargehê dixwaze pêkbîne, Mamostayê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Hisên Kara ji ajansa me re axivî.
‘Me 7 wargeh avakirin, her 7 wargeh hatin xirabkirin’
Mamosta Hisên Kara di destpêka axaftina xwe de qala hatia gerîlayên HPG’ê kir û wiha got: “Em ji ber zilma dewleta Tirk bi darê zorê hatin koçberkirin, hinek berê xwe dan metrepolan jinek jî hatin Başûrê Kurdistanê. Me 7 wargeh avakirin, her 7 wargeh jî hatin xirabkirin, ev yek jî piranî bi daxwaza dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê pêkhat. Di sala 2014’an de êrişek DAIŞ’ê li ser wargehê çêbû, ne tenê li ser wargehê, ji Tikrît heta Reqa heta Musil ketin bin hovîtiya DAIŞ’ê de. Berê xwe dan wargehê jî, li dijî DAIŞ’ê berxwedanek çêbû, alîkariya gerîla ji wargehê re çêbû. Armanc ji vê yekê hem parastina xaka Başûrê Kurdistanê hem jî xelkê Mexmûrê bû. Gerîla ji Kerkûk heta Mexmûr û Şengalê heta Rojava li dijî DAIŞ’ê têkoşînek bê hempa da û ev têkoşîn jî cesaret da gelê Kurd. Bi hatina PKK’ê re di rastiyê de şkestina yekem ya DAIŞ’ê çêbû. 12 gerîla hatin Şengalê û korîdorek mirovî avakirin û xelkê Êzidî ji komkujiyan rizgarkirin. Her wiha 8 gerîla jî ji bo Mexmûrê hatin. Piştî wê Herêma Kurdistanê bi taybet daxwaza Mesûd Barzanî ji hêzên HPG’ê çêbû ku werin Başûrê Kurdistanê biparêzin. Li ser vê yekê HPG’ê hêzek mezintir kişand û herêma Mexmûrê ji DAIŞ’ê rizgar kir, Hewlêr û Dihokê ji bin metirsiya DAIŞ’ê rizgar kir. Giştî gelên li Rojhilata Navîn hem Kurd, hem Ereb, Suryan, Êzidî ji qetlîaman rizgar bûn, ev heqîqeteke.”
‘PDK’ê zû de dixwest HPG ji Mexmûrê derbikeve’
Mamosta Hisên Kara destnîşan kir ku PDK’ê zû de dixwest HPG ji Mexmûrê derbikeve û wiha axivî: “Di rojên dawî de Fermandariya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêza xwe ya gerîla ji Mexmûrê kişandiye, erkê xwe li wir temamkirine. Li pey vê daxuyaniyê, hem hêzên navendî ya Iraqê, hem jî hêzên pêşmerge yên girêdayî PDK’ê ketin nava tevgerek mezin de da ku cihên HPG di nav de cih bigirin. Em vê dizanin ev demek dirêje PDK’ê daxwaz dikir ku HPG ji Mexmûr derbikeve, vê yekê li her derê di anî ziman. Ev daxwaz di rastiyê ya dewleta Tirk bû. Dibêje bila HPG ji Mexmûr, Kerkûk, Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê derbikeve. Dewleta Tirk dizane ku PKK ye ku civaka Kurd û destkeftiyên Kurd diparêze, lewra vê yekê dixwaze. Dewleta Tirk dijmine, her kes vê yekê dizane Kurdistanê dagirkiriye û Kurdan ji her mafê wan bêpar hêlaye, li her derê êrişî gelê Kurd dike, li Başûr, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê rojane bombebaran dike û her cûre êrişên hovane li ser dide meşandin. Lê Mala Barzan PDK ya te ji çiye, heman daxwazên dewleta Tirkan, Mala Barzan jî dixwaze. Got bila PKK ji Kerkûkê derbikeve, PKK ji Kerkûkê derket çilê hat ket destê kê de, got bila ji Mexmûr derbikeve, derket Mexmûr ket destê kê de. Destpêkê di hemû medyayên xwe û her derê got PKK li Mexmûrê, li ser wê hemû derfet û rêyên li ser Mexmûrê qût kir û ambargo danî ser wargehê. Hinceta wê destpêkê PKK bû, PKK çû, niha jî li aliyek din vegerandiye dibêje hêzên Iraqê li wir bi cih bûne.”
‘Ji 92’an ve xiyaneta Kurdan dike’
Kara di dewama axaftina xwe balkişand li ser kiryarên PDK’ê yên salên 90’î û wiha domand: “Di salên 92’an de PDK’ê xiyanet li Kurdan kir dewleta Tirk anî Başûrê Kurdistanê, ji Zaxo heta Heftanîn, Metîna bi cih kir. Gelo ma me 92’ê ji bîrkiriye, na. Heman şêweyî di 95’an de jî artêşa Tirk a dagirker di deriyê Pêşxabûr re anî êrişî zarokên Kurdan kir. Sala 97’an heman tişt kir. Li Rojhilatê Kurdistanê çima qetlîam pêkanî tevgera azadî tesfiye kir. Di got Sedam Hisên 7 hezar Barzanî rijandiye deryayê, piştre çû rûyê Sedam Hisên maç kir û bi tankên wî li Hewlêrê qetlîam ser civaka Soran da pêkanîn. Ji bilî van çima ambargo datîne li ser Rojavayê Kurdistanê, deriyê Sêmalka digire, kedkarên çapemeniyê digire, li Hewlêr kesên siyasetmedar qetil dike û difiroşe dewleta Tirkan.”
‘Sedema Mexmûr PDK’ê naxwaze, xiyaneta wî ye!’
Kara wiha qala sedema bertekên xelkê wargehê dijî PDK’ê kir: “Em vê yekê baş dizanin PDK hevkariya dewleta Tirk dike. Metirsiya li ser wargeha Mexmûrê eve. Çawa li kampa Nehdarê serê me jêkirin û firotin dewleta Tirkan gotin evane terorîstin, çawa li Etrûş bi dehan kesên welatparêz qetilkirin, 15 hezar pezên penaberan talankirin. Gelo mirov penaberên di mala xwe de talan û wêran dike? PDK’ê 3 mehan ambargo danî li ser wargehê. Li derdora kampa Etrûşê 18 xalên kontrolê hatin danîn û li gel Mît û kontrayên dewleta Tirk tê de cih girtin. Gumana me eve. Wargeha Şehîd Rustem Cûdî kiryarên PDK’ê baş dizane. Baş dizane PDK welatparêzan difiroşe dewleta Tirkan, sedema ku wargeha Mexmûrê naxwaze PDK li vir bi cih bibe xiyaneta wî ye. Xiyanet civakan tûne dike, lewra naxwaze tune bibe. Dizane wê biçe kontra û mîtên dewleta Tirk bîne di van mewziyan de bi cih bike, her roj suîkastan li beramberî welatparêzan pêkbîne. Çawa li Nînowa û Nehdara şivanan girtin û qetilkirin, wê heman kiryaran bikin. Plan û projeyên qirêj ên PDK’ê li gel dewleta Tirk hene. Kesên ku nexweşiya penceşêrê lê heyî, li ber mirinê nahêlin em bibin nexweşxaneyên li Hewlêrê. Çawa wê baweriya mirov bi hêzek wiha were ku deynî ser serê xwe bêjî parastina min bike, wê mirov biparêze yan jî bifiroşe?”
Mamosta Hisên Kara diyar kir ku divê rê nedin xiyanetkar û xwefiroşan û li hemberî wan helwesta xwe diyar bikin û wiha got: “Pejirandina wan ya li wir xiyaneta xwe bi xwe re ye. Helwesta wargehê diyare, vê yekê qebûl nake. Ev wargeh wê çawa qebûl bike ku dijminê vê civakê û hevkarê dijminê vê civakê were li wir dibin navê qaşo ‘ewlehiyê’ de bi cih bibe? Wê ewlehiya çi bike, tenê wê astengiya derbixîne, ger kesek ji bo debara mala xwe diçe Musil, Bexda kar dike, wê were wê jî asteng bike da ku hejar û rezîl bike û neçarî teslîmbûna dewleta Tirk bike. Polîtîka û siyaseta wî eve. Daxwaza wî ya hatina nêzî wargehê bi cih bûnê ewe ku kiryarên qirêj yên fuhuş, madeyên hişber û sixûrtiyê di nava civakê de pêşbixeye, niha hinek jê dûre nikare vê yekê bike, dixwaze nêz bibe û van kiryaran bide pêkanîn. Ji bilî êriş û komployên wî, tirsa xelkê civakê ji vê yekê ku kiryarên wiha qirêj di nava wargehê de pêşbixe.
‘Ti hêz nikare gel, gerîla û Rêbertî ji hev qût bike’
Mamosta Hisên Kara di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ev wargeh, wargeha welatparêzane, kelhek ya berxwedanê ye, ji teslîmiyetê re gotiye na û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ruxmê hemû zorî, zehmetî, êriş û nexweşiyan 30 sale têkoşîna xwe berdewam dike. Her cûre rêbazên çewisandinê li ser vê wargehê hatiye bikaranîn, ne gengaze vê wargehê teslîm bigirin. Vê wargehê gelek berdêl dane. Piştî mirinê çav kulbûn heye? Dewleta Iraqê xwest were bikeve tê de, her kesê dît çi kir. Helwesta vê wargehê ya li dijî dagirkerî, xiyanet û faşîzmê diyare. Ev wargeh wê rûmeta xwe biparêze. Bi xwîna sedan şehîdan ev pergal li vir hatiye avakirin, ma wê nû dev ji vê pergala jiyana azad û demokratîk berde, ne gengaze, fêrbûye û tama wê sehkiriye. HPG biçe neçe, dûr be nêz be, ti hêz nikare navbera Tevgera Azadiyê û vê civakê de dîwaran çêbike, ti rêbazan nikarin gel û gerîla ji hev qût bikin. Her wiha ti hêz nikare vê civakê û Rêbertiya wê ji hev qût bike.”
0 Yorumlar