Jiyan û
qahramaniya her gerîlayekî destanek dîrokiye. Helbestek, çêrokek û kilamek li
ser zimanên dayîkanin. Gelek
lehengan, qehremantî bi tîpên zêrîn di newalên asî de û li ser her lutekeyek
çiyayên welatên xwe nivîsandin û bûn parêzvanek yê jiyana birûmet. Heta niha jî
şopên berxwedaniya bê hempa ya ku
çiyayên azad ji destê tarîtiya serdemê rizgar kirî zîndî ne. Yek ji vana
yê ku xwedî şopên berxwedaniyê ye Rêheval Musa Erdem ango Dilovan e ku di sala
1976 de li gundê Hêdma giradayê Şirnaxê di nav malbatek welatparêz û tekoşînvan
de çavên xwe li cîhanê vedike.
Li gund dibistanê heta seratayê dixwîne û di xwendina
xwe de her çendî kesek pêşketîbe jî, piştî sereteyî naxwaze di nav sîstema ku
mirovan ji xwazaya wî dûr dixe bixwîne. Rêheval Dilovan hê di zarokatiya xwe de
jiyana di nav çar dîwaran de qebûl nedikir her tim jiyana di nav xwezayê de
dipejrand. Bi rûkenî û zîndîbûna xwe ve dibe kêfxweşiya di nav malbat û cînarê
xwe de. Rêheval Dilovan kesek bû ku nikaribû li cihekî bisekine her tim di nava
liv û tevgerê de bû. Ji ber wê bû ku ti carî valatiyê hez nedikir, her tim xwe
bi karekê ve mijûl dikir û di wî temenê xwe yê biçûk de jî ji bo debara malê çi
kar hebûya pir bi xwestek dikir. Bi dilnizmiya xwe ya li beranberê mirovan
dihîşt ku zarokên gund li dora wî kombibin. Heval Dilovan her tim li beranberê
neheqî û kêmasiya dibû xwedî helwest. Dema di navberê dû kesan de şer derbiketiba
her tim piştevanî dida yê ku li rastî neheqiyê hatiye.
Heval
Dilovan herêma ku têde mezin dibû, piraniya wî çetebûn û di wî temenê xwe de şahidiya wan kiryar û êrişên
çeteyan dikir. Dijmin bi xayînê xwe re êrişê gund dikirin û li meydana gund de
kesên welatparêz êşkence dikirin û dikuştin. Heval Dilovan li hemberî van
kiriyaran nedikaribû tehemul bikiriba. Acizbûna xwe di anî ziman û digot, rojek
were ku ezê tola van kiriyaran rakim. Ev êrişên dijmin ku mafê jiyanê nedida
wan, bandorek mezin ser dikir û xwesteka wî ya tolhildanê di nava dilê wî de
her ku temenê wî mezin dibû ew xwestek jî mezin dibu. Belê ji bo mafê jiyana
xwe bi dest bixe, divê ew tekoşîna xwe ku mîrataya bav û kalên wî ne, mezintir
bikira. Li ser vî esasê di sala 1990 de dikeve ser şopên bav û kalê xwe û li
çiyayên Cûdî û Gabarê dibe gerîlayek bûçûk. Dilovan kesê yekem bû ku di malbatê
de tevlê nav refên gerîla dibe. Di nava vê jiyana birûmet de xwe di hêla fikir
û bîrdoziya Rêbertî de pêşdixe. Bi rûkeniya xwe ji bo her hevalekî xwe dibe kaniya
moralê. Fedekar û bî cesaret bû. Kesek samîmî û dilnizim bû. Bivan taybetmendiyên xwe ve ji bo her hevalekî
xwe mînakek jiyanê a rast bû. Ji ber temenê wî yê biçûk naxwazin bixin
çalekiyan, lê heval Dilovan ji bo tola ew êşên ku şahîdiya wî kiribû hilîne bi
zora xwe diçe çalekiyan. Di 92 de piştî şerê îxanetê gerîla derbazî herêmên Bakur
dibin. Li Gabarê piranî gund ji çete û xiyanetkaran hetibûn rizgarkirin. Li
gundê Qursê hîn di bin kontirola çeteyan de ye. Dema gerîla diçe ji bo bi wana re
hevdîtîn li ser esasên ku cete çekên xwe berdin û ji bo jiyanek birûmet dest ji
îxanetê berdin çêbikin, çete bi îxaneta xwe a li beranberê gelê Kurd, li
beranberê şervanên gelê Kurd şer dikin û
gule dibarînin ser hevalan û Rêheval Dilovan jî bi guleyek ya îxanetê
digihije karwanên nemiran. Ji ber şer girane hevalên wî neçarin ku cenazeyê Dilovan di eraziyê kesk de bin dara
kezwana de veşirin. Dema Xwdiyê erazî cenazê heval Dilovan dibîne, di bin wê
dara kezwanê de tirbekê çêdike û ev tirb
jî, ji bo şîneyên wê herêmê dibe cihek yê îbadekirinê û cihekî ziyaretkirinê. Piştî
Rêheval Dilovan şehîd dikeve dijmin û xiyanetkar carek din êrişî gund dike û
mamê wî yê ku mîlîstiyê dike şehîd dixe. Ji bo heyfa wan rakin birayê wî û
kurmamê wî beşdar dibin û navên wan lixwe dikin. Belê Dilovan wek wateya navê
xwe heta kêliya jiyana xwe a dawyê evîndarê welatê xwe bû.
0 Yorumlar