Ticker

10/recent/ticker-posts

Xelkê Mexmûrê spasiya gerîlayên HPG-YJA Starê kirin: Gerîla em parastin

Xelkê Mexmûrê ji ber çûyîna hêzên HPG û YJA-STAR’ê ya ji Wargeha Mexmûrê xemgîniya xwe anîn ser ziman û gotin: “Em ji ber ked û têkoşîna hêzên HPG’ê ya li Mexmûrê, spasiya wan dikin, ji ber ku gerîla em parastin û emê bi hêz û vîna ku me ji wan girtî, wargeha xwe biparêzin.”

Armanc Herekol

Di 6’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî Herêma Mexmûr û Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir. Wê demê parastina Mexmûrê di destê pêşmergeyên PDK’ê de bû. Beriya ku êrişên DAIŞ’ê destpêbike, PDK’ê weke ku li Şengalê kirî, ji Herêma Mexmûrê jî revî û ev yek heta niha jî di nava gelê Herêma Mexmûrê de wek xiyanet tê bi nav kirin.

Bi hatina DAIŞ û revîna PDK’ê re, tenê Hêzên Parastina Cewherî yên wargeha Mexmûrê man li herêmê. Di heman rojê de gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê ji Qendîlê bi hewara gelê Herêma Mexmûrê ve hat. Bi saya gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê, cara yekem çeteyên DAIŞ’ê li Mexmûrê hatin şikandin. Gerîlayan ne tenê Wargeha Mexmûrê, tevahî Herêma Mexmûrê parast û zêdeyî 30 gundên Herêma Mexmûrê, ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatin rizgarkirin.

Ji 6’ê Tebaxa 2014’an heta 19’ê Cotmeha 2023’yan, gerîlayên HPG’ê û YJA-STAR’ê parastina gelê Herêma Mexmûrê kirin û zêdeyî dehan êrişên çeteyên DAIŞ’ê şikandin.

Di 19’ê Cotmehê de Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyanekê da diyar kirin ku hemû hêzên xwe ji Mexmûrê vekişandine. Piştî gerîla vekişiyan, hêzên Iraqê li xalên HPG’ê bicih bûn. Piştî vekişîna HPG’ê, li çiyayê qereçoxê ji ber xalên berê yên HPG’ê, di navbera hêzên PDK û artêşa Iraqê de şer û pevçûn çêbûn. Di encamê de, ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn. Her wiha hat zanîn ku di wî şerî de endemek MÎT’ê jî hatiye kuştin.

Têkildarî çûyîna HPG û YJA-STAR’ê, xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn û dan zanîn ku ewê bi xwe parastina xwe bikin!

‘Gerîla em parastin’

Hevberdevka Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Sarya Marînos di destpêka axaftinên xwe de tevahî şehîdên HPG û YJA-STAR’ê yên ku li Mexmûr û tevahî Kurdistanê şehîd ketine bi minetdarî bibîr anî û got: “HPG di sala 2014’an de bi hewara me hat. HPG’ê hêza hov a tarî, tûnekir û tevahî mirovahî parast. Gerîlayan ji bo parastina Mexmûr, Şengal, Kerkuk û tevahî Kurdistan û derveyî Kurdistanê, gelek berdêl dan. PKK nebûya wê niha cîhan di rewşek cûda de bûya. Em wek mirovahî minetdarê gerîla ne. Em wek gelê Mexmûrê spasiya hêzên gerîla dikin. Ji ber ku gerîla em parastin. Gerîla vîn û îrdaya me ye. Kengê bê xwestin wê dîsa bên me biparêzin. Lê em bi saya wan êdî dikarin xwe biparêzin. Raste ji ber çûyîna HPG’ê em wek dayîk xemgînin, lê em ti caran wan ji bîr nakin û emê timî li ser xeta wan bimeşin.”

Minetdarê HPG û YJA-STAR’ê ne

Her wiha hemwelatiyê bi navê Emîn Mijinî jî li ser heman mijarê peyivî û destnîşankir ku dema di sala 2014’an de PDK ji Herêma Mexmûrê reviyayî, hêzên gerîla bi hewara wan hatin û wiha axivî: “PKK’ê di sala 2014’an de biryar girt da ku tevahî gelan ji êrişên çeteyên DAIŞ’ê biparêzin. Di wê demê de gerîla hatin Mexmûrê jî û me bi hev re çete li vir têk birin. PKK’ê pêşiya komkujiyan girt. Em wek gelê Mexmûrê spasiya hêzên gerîla dikin. Wan em parastin û xwe parastin fêrî me kirin. Ez bi xwe di wê şerê de amadebûm, gerîla ne tenê wargeh, tevahî Kurdistan û zêdeyî 30 gundên derdora Mexmûrê ji çeteyan parast. Gerîla li vê herêmê ji bo me xwîn rijand. Em ji ber vekişandina HPG’ê bi xemgînin, lê em dizanin kengî bê xwestin wê bên parastina me bikin. Gerîla em parastin û niha divê em jî xwedî li wê parastinê derbikevin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar