Ticker

10/recent/ticker-posts

DI PÊNGAVAN DE ROLA JIN



Têkoşîna azadiyê ya ku bi diruşmeya “Heta jin azad nebe, civak azad nabe” hatî destpêkirin, girîngiya peywira jina azad a di azadiya civakê de raxistiye pêş çavan. Lewra Rêber Apo bi hişmendiya xwe giyanê jina azad derxist holê û êdî jin di hemû qadên jiyanê de bû xwedî helwest, sekin û gotin.

Jin ango dayîk a ku avaker û xwediyê çanda Neolotîk e, di pêvajoya pêşketina mirovahiyê de pêşengî kiriye. Wate, ger mirovahî di her warî de kariye xwe bigihîne roja me ya îro, divê neyê ji bîrkirin ku bi saya jinê çêbûye. Ji ber her tiştê ku tê sazumankirin li ser bingehê pêşî hatî danîn, tê avakirin. Her wiha jiyana mirovatiyê jî ya li ser bingehê jiyana jinê di seretaya mirovatiyê de danîn, hatiye avakirin û gihiştiye roja me ya îro.

Piştî bidawîhatina serdema dayîksalarî û destpêkirina serdema baviksalarî, her çi qas jin di bin lingan de hatibe perçiqandin, weke meta lê hatibe temaşekirin û bi her cure bêmafiyê re rû bi rû mabe jî ji cewherê xwe dûrneketiye û taybetmediyên xwe yên cewher her tim parastiye. Li beramberî hemû nêzîkatiyên bêmafî û newijdanî her tim bûye xwedî sekin û helwestek şayan û serî li beranberî ti nêzîkatiyekê nedaniye. Ji ber wê yekê sîstem çi dibe bila bibe, her tim kariye di jiyanê de xwe bide dîtin û pêhesandin.

Mîna her pêşdînekî, di mijara heqîqeta jinê de dîsa Rêbertî karî bibe xwedî pêşdîtinek rast û bihêz. Lewra, Rêbertî di danîna bingehê şoreşa azadiyê de jinê weke pêşengê têkoşîna azadiyê wesifkir û bi vê nêzîkatiyê jinê di pêvajoya şerê azadiyê de, di her warî de, zora her nexweşiyek yê jiyanê derbazkiriye, di şer de bûye şervanek herî baş, di huner de bûye hunermendek herî baş, di siyasetê de bûye siyasetmendarek nimûne û di pêşengiya jiyanê de bûye mîna stêrkek geş li asîmanê şoreşa azadiyê û gelê Kurdistanê. Vê yekê, di her qadên têkoşîna azadiyê de, li pêş çavê hemû cihanê bi caran selmandiye.

Roja îro ku Rêbertî bi salaneye dibin tecrîtek girankirî de ye, bê gûman jina azad di hemû rewşan de, di bin hemû zorî û zehmetiyan de, di her qadê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî de dîsa mîna her carê bûye pêşengek pir baş. Ji şerê li hember dagirkeriyê bigire heta çalakiyên ku li her qadên Kurdên cîhanê hatine destpêkirin û hîn jî tên berdewamkirin pêşengî kiriye û hîn jî vê pêşengiya xwe berdewamdike.

Bi hîvî, bawerî û vînek polayî, berxwedana li hember dagirkerî û zilmê tê meşandin, bê gûman wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd û welatê me Kurdistan bê tacîdarkirin. Emê di vê têkoşîna xwe de serbikevin ji ber em mafdarin. Ev yek jî bê gûman wê bi pêşengiya jina azad çêbibe.

Evîn Yaman

Yorum Gönder

0 Yorumlar