Ticker

10/recent/ticker-posts

Rojnemevanên jin reng û dengê jinên serhildêrin

Rojnemevanên jin ên Wargeha Penaberan a Mexmûrê diyar kirin ku wê tu hêz nekaribin pêşî li kar û xebatên rojnemevanên jin bigire û wiha gotin: “Yên ku bûyîn reng û dengên jinên serhildêr, rojnemevanên jinin. Ji bo wê jî ew rasterast dibin armanca êrişan.”

Jiyan Pîran

Bi destpêkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re êrişek berfireh ya rejîma Îranê li ser jin û gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpê kir. Di van êrişan de bi dehan kes hatin qetil kirin û binçav kirin. Rojnemevanên ku ev serhildan bi raya giştî re parvedikirin, bi taybet rojemevanên jin bûn armanca êrişên rejîma qirker ya Îranê. Heta niha jî girtin û êşkenceyên li ser rojnemevanên jin berdewam dikin. Têkildarî vê mijarê rojnemevanên jin ên Wargeha Penaberan a ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn.

‘Bû xeta jinên berxwedêr’

Rojnemevana Avaşîn Hêlîn di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku jinên serhildêr li hemû herêm û dewletan dibin armanca êrişên sîstema  yekdestdariya mêr û wiha got: “Jinên ku li hemberî rejîma olperst têkoşînê dikin û dibêjin em xwedî îrade ne, emê bi îradeya xwe tevger bikin rastî kuştin, girtin û qirkirinê tên. Berxwedana jinan ya li Rojhilatê Kurdistanê destpêkirî li wir sînordar nema. Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû xeta jinên berxwedêr. Rojnemevanên jin jî para xwe ji vê têkoşînê girtin, xwestin bibin dengê jinên Rojhilatê Kurdistanê. Ji ber wê yekê rojnemevanên jin jî para xwe ji girtin, kuştin û êşkence girtin. Li rûxmê van êrişan jî dema em temaşe dikin jinên rojnemevan yên Rojhilat û Îranê heta niha jî li ser karin û xebata xwe mezintir jî kirine. Pirsa çima jin? Çima rojnemevanê jin dikeve ber çavan? Di rastiyê de bersiva van pirsan jî zelale, ji ber ku yên pêşengtiya vê serhildanê dikin jinin û yê ku dikeve ferqa vê rastiyê û jinan li derdora xwe birêxistin dike jî jinên rojnemevanin. Yên ku bûyîn reng û dengên jinên serhildêr, rojnemevanên jinin. Ji bo wê jî ew rasterast dibin armanca êrişan.”

‘Ev rastiya wan û îxaneta wane’

Avaşîn Hêlîn di berdewa axaftina xwe de daxuyakirin ku jinên rojnemevan ên xwestine rastiya serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi raya giştî re parvebikin tên girtin û darizandin, wiha anî ziman: “Rojnemevana jin ya ku nûçe li gel bavê Jîna Emîn çêkirî, çend caran hat binçav kirin. Bi dehan jinên rojnemevan yên ku xwestine rastiya vê serhildanê ji raya giştî re rabigihîne, hatine binçav kirin. Hemû polîtîkayên ku niha me qala wan kirine, dewleta Tirk û PDK li ser rojnemevanên Başûr û Bakur pêktîne. Herî dawî edîtorê ajansa Rojnewasê ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin. Ev rastiya wan û îxaneta wan dide diyar kirin.”

‘Bi dehan jinên rojnemevan hatin girtin’

Rojnemevan, Xurbet Tallî jî di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibîranî û wiha pêde çû: “Êrişên desthilatdarî yên li ser Rojhilata Navîn ku bi taybet li ser Kurdistanê tên pêkanîn, jin tê hedef girtin. Di van êrişan de jin û ciwanên ku bingihê civakê ne, tên qetil kirin û binçav kirin. Jinên ku di çapemeniyên de kar dikin dixwazin rastiya ku ji aliyê destihlatdaran ve hatî nixûmandin derbixîne holê, dibin armanca êrişên sîstemên desthilatdar. Bi taybet piştî serhildana Rojhilatê Kurdistanê, rojnemevanên jin û jinên têkoşer yên pêşengtî ji vê serhildanê re dikin bi êrişên cûr be cûr re rû bi rû mane. Di encamê de bi dehan jinên rojnemevan hatin girtin. Lê rûxmê hemû êrişan jî rojnemevanên jin li pey rastî û heqîqeta li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên jiyan kirin ketine û wê heta dawî jî li pey vê heqîqetê bin. Bê mafiya li Îranê li ser jin tên kirin di kesayeta jin de li ser civakê tê pêkanîn. Ji ber ku êdî dibînin jin daxwaza mafê xwe diparêzin. Ji bo ku jin mafê xwe bidest bixin hemû rê û rêbazê têkoşînê bikartîne.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar