Li gundê Qinê ya başûrê rojhilatê Şengalê dest bi vekirina 6 gorên komî hate kirin. Li gorî şahidên komkujiyê dibêjin, nêzî 100 kes di van goran de hatibûn qetilkirin.
Di fermana 3 Tebaxa 2014’an de li Şengalê bi hezaran kes bi
destê çeteyên DAIŞ’ê hatin qetilikirin. Li gelek gund û deveran ev kuştin wekî
komkujiyan pêk hat. Kesên ku bi awayek komî hatin kuştin jî, li ser hev di
gorên komî de hatin veşartin. Heya niha 87 gorên komî hatine tespîtkirin û 34
ji wan goran hatine vekirin.
Bi nêzbûna salvegera fermanê, rewşa kesên çarenûsa wan ne
diyar û gorên komî car din di rojeva Şengalê de ye. Hikumeta Iraqê wekî her sal
îsal jî, di salvegera fermanê de dest bi kolandina gorên komî dike.
100 şehîdên fermanê di gorên komî de ne
Li Başûrê Rojhilatê Şengalê, li herêma gundê Qinê dest bi
kolandina 6 gorên komî tê kirin. Li gor şahidên vê komkujiyê, derdora 100
şehîdên fermanê di van gorên komî de hene. Li gor agahiyên hatine bidestxistin,
piraniya van kesan ji eşîra Mêrkan in û şêniyên Til Qeseb, Til Benat, Solax û
gundê Qinê ne.
Şandeya Rêveberiya Xweser jî amade bû
Bi sedan kesûkarên şehîdên fermanê di destê wan de wêneyên
xizmên wan ên wenda ku tê texmîn kirin di van gorên komî de ne, ji bo vekirina
gorên komî amade bûn. Her wiha şandeyek ji sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser jî
li gundê Qinê amade bûn.
Wê cenaze ji bo testa DNA bişînin Bexdayê
Vekirina gorên komî bi destê Saziya Şehîdan a Iraqê tê
kirin. Piştî cenaze hatin derxistin, wê ji bo testa DNA’yê bibin Saziya Tiba
Edlî ya Bexdayê da ku nasnameya wan were zelalkirin. Her wiha ji aliyê
gel ve ji bo şehîdan wê xêr were dayîn.
Di vekirina gorên komî de pir caran saziyên navteyewî yên
eleqedar jî amade dibin û şahidiya vekirina gorên komî dikin. Lê ji ber ku
nehatine agahdar kirin tevlî vekirina vam goran nebûne.
Di van kêliyan de vekirina gorên komî hatiye destpêkirin û
tê payîn heya çend rojan dewam bike.
Di encama lêkolîn û agahiyên şahidên fermanê de heya niha 87
gorên komî hatine tespîtkirin, 34 ji wan heya niha hatine vekirin. Bi giştî 6
gorên komî li herêma gundê Qinê hene û bi vekirina van koman wê hejmara gorên
ku hatine vekirin bibe 40.

0 Yorumlar