Xwendevanek danê siharê êrişî serokê Koleja Yasa ê zanîngeha Selahedînê kir. Di encama êrişê de serokê kolejê û mamostayek hatin kuştin, parêzvanek jî birîndar bû.
Danê siharê xwendevanek beşa Yasa, li Hewlêrê êrişî serokê Koleja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê Kawan Îsmaîl kir û birîndar bû. Piştî wê heman xwendevan êrişî mamosta Dr. Îsmaîl Hemexanî kir, Hemexanî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û parêzvanek kolejê jî birîndar bû.
Waliyê Hewlêrê derbarê bûyerê de daxuyaniyek çapemeniyê da.
Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw got; “Serokê Koleja Yasa ya Zanîngeha Selahedîn Dr.
Kawan Îsmaîl jî jiyana xwe ji dest daye. Ê ku bûyer pêkaniye, berê hatibû binçavkirin,
kesek diyare û divê di demek nêzîk de xwe radest bike.”
Umêd Xoşnaw got ku xwendevanê bûyerê pêkanî, ji zanîngeha
Soran hatibû avêtin, piştre li Koleja Yasa jî nehatibû wergirtin, ji be vê jî
gef li mamostayan xwaribû.”

0 Yorumlar