Ticker

10/recent/ticker-posts

BIRÎNA PÎRÊ

 


Pîrejinek bi neçarî û feqîrtiya xwe bi karên gundiyan debara xwe dike, zarokên xwe mezin dike. Zarokên wê gihiştin ku karên bajarî ji wan tê, pîrê zarokên xwe civand û ji wan re dibêje: “Zarokno, fikrekî min heye ku hûn jî pipejrînin, em ji gund derkevin, herin bajarê Diyarbekirê, dibêjin ‘Diyarbekir, cihê zengîn û feqîrane, her kes xwe têde xwedî dike û bi rehetî jiyana xwe dewam dike’  hûn çi dibêjin?” Zarokên wê tev jî dibêjin: “Dibe, dayê, çima nabe, jixwe erd û zeviyên me tinene, em li ber destê xelkê dişuxulin…”

Jinebî û zarokên xwe mala xwe bar dikin diçin bajarê Amedê. Xaniyek biçûk ji xwe re kirê dikin. Zarok ji xwe re kar bi destê xwe dixin û dişuxulin ku debara wan xweş bû; pîrejin zarokên xwe dizewicîne. Sal derbas dibin zarokên wê navsal dibin, neviyên wê jî diçin dibistanê dixwînin. Dayîk jî sal bi sal pîr dibû, çavên wê êdî nedîdît, lê dilê dayîkê ne xweş bû. Pîrejin tenê bi nimêj û îbadetê ve mijûl dibû; zikir û wirdên xwe didomand, pê dilê wê xweş dibû, sebra wê pê dihat. Lê dayîk her tim dilê xwe xerab dikir ku ne ji nimêj û taetê biba wê dîn biba û bi çolê biketa. Carnan jî dema jê bihata wê ji zarokên xwe re bigotana “min bibin gundê min…”  lê nikaribû dest ji zarokên xwe bike.

Pîrejin ji zarok, bûk û neviyên xwe pir hezdikir û bi wan kêf digirt. Lê jiyana wê ne ti jiyan bû, her tim difikirî… Zarokên wê fêhm kiribû ku derdê wê heye lê derdê wê nizanîbûn. Zarokên wê carna digotin: “Dayê, dayîka min, derdê te çi ye, tu çima derdê xwe ji me re nabêjî?..” Diya wan jî: “Ez çi bibêjim, lê jiyana min, ne ti jiyan e.” Û dev jê berdida.

Çend roj çû, bû “of, of”a pîrê. Kurê mezin ji diya xwe re dibêje: “Dayê, tûyê derdê xwe ji min re bibêjî, ka dertê te çiye? Gelo bûk nan nadin te, li te tehdê dikin, an jî me dilê te ji xwe hiştî ye…” Dayîk mêze dike ku kurê wê ji wê nagere. Pîrê dest bi derdê xwe dike û dibêje: “Kurê min, ez diya we me, ez pîrejinim, ez xwedî zarokim, mala min heye, ez ne birçîme, lê hûn ji halê min fêhm nakin, ez jî ji we. Hûn bi zarok û jinên xwe re qise û galegalan dikin, kêf kêfa we ye. Lê hûn li min nafikirin?” Kurê wê:

  • Çima, çi bûye?
  • Çer çi bûye, kurê min, ez çawa ji we re bibêjim; we orf û edetê xwe ji bîr kiriye, çekên we bûye weke biyaniya, ferqa jiyana we û ya gawiran nake.

Ya din; hûn diçin karên xwe û tên, jiyan ji we re xweşe, lê hûn nabêjin em, jin û zarokên me di çi halî de ne. Ez qayîlim ku ji neviyên xwe hezbikim, bi wan re qisan bikim û bibêjim ku ez ji wan fêhm bikim, ew jî ji min. Ê din wexta ku hûn bi jin û zarokên xwe re qisan dikin ez ji we fêhm nakim, bi we re nakenim û nagirîm. Ku kurê mirov, bûk û neviyên mirov bi zimanê xwe yê Kurdî qisa neke û bi zimanê Tirkî qisan bike wê diya we çawa ji we fêhm bike û bi derd û şahiya we kêfxweş û xemgîn bibe.

Kurê min, rewşa we û ya min ne başe. Yanî ku hûn, bûk û zarokên xwe bi min re qise nekin, hûnê bi kê re qisan bikin.

Ya din jî hûn heta êvarî bi jin û zarokên xwe re bi zimanê Tirkî qisan dikin, ez ji we fêhm nakim. Hûn televîzyonê vedikin heta sibê ziman bi Tirkî ye, hûn jê fêhm dikin lê ez, ez ji ber zimanê we yê bi Tirkî bi we re her tim ker û lalim. Jixwe çavên min nabîne, qene ji gotin û qisên we fêhm bikim. Li malê eciz dibim û dilê min teng dibe. Hedara min nayê û bîrîna min kûre.

Gelo haya we ji we heye? We xwe daye zimanê Tirkî, we jiyana diya xwe mehf kir, yê zarokên xwe jî. Ku zarokên we bizewicin wê zarokên neviyên we bi çi zimanî qise bikin. We zimanê bav û kalên xwe jibîr kir, we bi zimanê xerîb girt. We jiyan li min herimand. Bûk û zarokên me bi Tirkî qîsan dikin, cîranê me tên, ew jî bi Tirkî qisan dikin, mirovên me tên mala me dîsa bi Tirkî qise dikin, ez dîsa ji we fêhm nakim, neviyên min carna tên cem min, tenê dibêjin “Pîrê, çawa yî, başî?” Kurdiya wan tev ewe û diqede.

Hezkirina neviyên min di dilê min de maye ku ez dixwazim destê xwe di serên wan bidim û paç/maç bikim, ji min direvin, ji bo çi ji min direvin, ji ber ku ji min fêhm nakin. Hûn jî dizanin ku mirov bi rêya qisan ji hev hezdike û bi hev şirîn dibe. Eger ziman nebe û ji hev fêhm neke, mirov ji hev sar dibe.  Hezkirin bi ziman û qiseyan dibe. Lawma em ji ku hatin; hûn kî ne, bûkên me û me tev bi Tirkî nizanîbûn, niha jî li xwe nagrin ku bi Kurdî qisan bikin, xwesika Tirkiya we jî baş biba. Li xwe haydarbin; hûn nizanin bi Tirkî jî qisa bikin kurê min, ji ber ku hûn bi Kurdî qisan nakin, zimanê me ji we û ji bûkên me re xerîb tê.

Kurê min, ez mirovim, hestên min jî hene; ku ez bi we re, hûn bi min re qisan nekin an ku ez ji gotinên we fêhm nekim ez ji we  çawa kêfê bigrim. Qey ez li malê ne kevirê ser dîwanê me, ez ji dîwarê re qisa bikim.

Gelo ez şaşim an hûn şaşin. Lê niha ez di çi halî de me hûn nizanin. Ji xwe çavê min nabîne, jiyana min tarî ye. Ez li mala xwe me jî ez dibêjim qey ez li mala Tirka me û mêvanim. We jiyana xwe heram kir û jiyana min jî… esil, kok û zimanê xwe ji bîr nekin, jiyana xwe jî li gor dînê Muhammedî bajon. Ji xwe re aqilê xwe bînin serê xwe û jiyaneke nû destpê bikin. Kurê min hîna jî hûn pir dereng nemane….”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar