Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê xalên ku hêzên HPG’ê valekirîn, hêzên Iraqê bi cih dibin


NPG’ê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû hêzên xwe ji Wargeha Penaberan a Mexmûrê vekişandine. Piştî daxuyaniya NPG’ê hêzên Firqeya 14 a artêşa Iraqê li cihên ku hêzên HPG’ê valekirine, ji bo valehiya ewlehiyê çênebe xwe bi cih dikin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) îro bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû hêzên xwe ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) vekişandine Herêmên Parastinê yên Medyayê. NPG’ê got: “Rêveberiya tevgera me biryar da ku hemû hêzên xwe yên li Mexmûrê vekişînin. Me hêzên xwe yên HPG û YJA Starê vekişandin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Niha li Kampa Penaberan a Mexmûrê hêzeke me nemaye.”

Li gorî nûçegihanên me ji herêmê ragihandîn, piştî daxuyaniya NPG’ê hêzên artêşa Iraqê ya Firqeya 14’an ji bo valehiya ewlehiyê çênebe, li cihên ku hêzên HPG’ê valekirine, xwe bi cih dikin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar