Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê 27’ê Mijdarê bi coşek mezin hat pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 44. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi şahiyekî mezin hat pîrozkirin û di pîrozbahiyê de hat gotin ku wê sala nû bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 44. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi tevlîbûna hezaran xwendekar, mêhvan û gelê wargehê bi coş û xuruşekî mezin hat pîrozkirin.

Pîrozbahî li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê pêkhat û qada pîrozbahiyê bi alên ‘PKK, HPG, YJA-STAR’ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hatibû xemilandin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiyê destpêkir.

Piştî rêzgirtinê, li ser wate û girîngiya rojê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak axivî û 44. salvegera damezrandina PKK’ê diyariyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên tevgerê, gerîlayên serê çiya li dijî çekên kîmyewî li berxwe didin û tevahî gelê welatparêz pîroz kir û got: “PKK’ê ruhê hevaltî daye avakirin û ji gelê Kurd re bûye hêviyek. Her kesê ku îro li qadan têkoşîn didin meşandin, em cejna wan pîroz dikin. Bi taybet em cejna gerîlayên ku niha li dijî çekên kîmyewî li berxwe dikin pîroz dikin. Rêber Apo ev roj diyarî tevahî mirovahiyê kir. Em wek gel deyndarê Rêber Apo ne. Em encex bi ked û pratîka xwe bikarin bibin bersiv. Ji bo vê em dibêjin wê sala bê, bibe sala serkeftin û sala azadiya Rêber Apo ya fizîkî.”

Piştî axaftina vekirinê, bernama pîrozbahiyê bi gûhdarkirina nirxandinên Rêberê Gelê Kurd ên li ser 27’ê Mijdarê berdewam kir û piştî wê koma zarokan a govendê ya Şehîd Dêrsim hate ser dîkê û bi govendên xwe yên gelêrî reng dan şahiyê.

Her wiha peyamên pîrozbahiyê yên Malbenda YNK’ê, Hizbî Şûî Kurdistan û Hizbî Zehmetkêşan ên Navçeya Mexmûrê yên ji bo 44. salvegera damezrandina PKK’ê hatin xwendin û di peyamên wan de bal hat kişande li ser yekitiya Kurdan û gotin: “Em salvegera damezrandina PKK’ê ji dil û can pîroz dikin. Her wiha em dibêjin, ji bo gelê Kurd divê em yêkitiya xwe çêbikin û em dûbare damezrandina PKK’ê pîroz dikin. Em Rêber Apo ji dil û can silav dikin.”

Piştre Hundermend Dogan Dogan hat ser dîkê û bi stranên xwe gelê wargehê rakir ser piyan û coşek mezin da pîrozbahiyê. Her wiha di berdewamiya pîrozbahiyê de helbest hatin xwendin û ber bi dawiyê de Hozan Axîn hat ser dîkê û bi starnên xwe gelê amade mest kir.

Bernama pîrozbahiya 44. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi gerandina govendê bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar