87’emîn salvegera koça dawî ya hunermendekê ku deng û mûzîka wî ji kûrahiya dîroka Kurdî derketiye ku heta îro jî nifş bi nifş stranên wî dibêjin û namire, ew hunermend Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî ye.
Seyîd Elî
Esxerî bi xwendina Quranê ji hucre û tekya xwe qirika xwe ji dengekî Rojhilatê
Kurdistanê re vekir. Paşê bi gotin û mûzîka xwe xezîneyek ji Kurdan re hişt ku
piştî wî ji hunera Kurdî re bûye îlhamek.
Esxerî
Kurdistanî kurê Seyîd Nizamedîn kurê Seyîd Camî kurê Seyîd Mihemed Cewad kurê
Seyîd Îbrahîm’e. Di sala 1881’an de li gundê Selwetawa ya ser bi bajarê Sine yê
Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê.
Malbata
Esxerî bi eslê xwe ji malbata helbestvanê Kurd yê navdar Baba Tahirê Hemedanî
ye. Lewma jî helbestvan Baba Tahir bandoreke mezin li wî kiriye.
Esxerî di
sala 1905’an de bi Mehşeref Xanimê re dizewice û sê kur û du keçên wan çêdibin.
Nasnavê Kurdistan ji parêzgeha Sine girtibû, ji ber ku Fars ji Sineyê re
dibêjin Kurdistan û ev yek li nav Kurdan û netewên din yên Îranê belav bûye.
Di jiyana
xwe ya hucre û feqetiyê de Esxerî ji Baba Tahirê Hemedanî bandor bûye.
Helbestên xwe bi awaz û xwendina Quranê bi dengekî bilind dixwend. Nimêj dikir,
meqam û îlahiyên olî digotin. Vê yekê gav bi gav Seyîd Elî anî nav cîhana
hunerê. Ji ber ku xelkê bê navber pesnên wî didan, ew teşwîq kir ku wî dengê
xwe yê xweş winda neke û bikar bîne.
Esxerî bi
stranbêjiya şaheserên wek; Were cana min, Ey hevalên terîqetê, Xemgîn û dil
peşewim, Hey nabe nabe, bingeheke hunerî ya xurt ji Kurdan re ava kir û ji bo
Kurdan xeteke hunerî ya nemir afirand ku hunermendên ciwan yên Kurd niha wek
dibistanekê jê fêr dibin.
Her wiha
Esxerî bi stran, meqam û mûzîkê bi çend awayan tê nasîn ku hindik kesan karîbûn
bi sitîla wî bêjin. Her wiha şarezayiyeke baş di mûzîk û awaza Farsî de hebû
wek şêwazên sêgah, humayon, şûr, beyat zend, efşarî, şûşterî, ebû eta, deştî,
îsfehan. Vê yekê jî hunermendên wekî Şeceriyan, Ebasî Kemendî û Muctebayê
Mîrzade kir ku bibêjin Seyîd Elî bi rastî di mûzîkê de zana û pispor bû.
Seyîd Elî
di salên 1928 û 1929’an de bi nûnerê Şirketa Gramofona Polonî re peymanek îmze
dike. Wî 10 stran ji bo şirketê li ser ekranê tomar kir. Ya herî navdar Yar
Xezal û Hay Nabe Nebe ne. Her wiha gelek stranên din jî li pey xwe hiştine, ji
wan hevalên terîqetê (refîqanî terîqet) û cananî cananim.
Seyîd Elî
dengbêjekî mezin û yek ji şanaziyên hunerî yên gelê Kurde. Hunera wî ne tenê li
Kurdistanê ye, belkû sînor derbas kirine û hunermendên Fars, Tirk, Azerî û heta
Ereb jî mûzîka wî gotine. Hunermendê mezin yê Fars Şeceryan Hemayonî yek ji wan
hunermendane ku bi mûzîk û sitîla Esxerî şaş maye, di hevpeyivînên xwe de got
ku wî gelek sûd ji mîzîka Seyîd Elî girtiye. Ji ber vê yekê wî bi serbilindî
stranên Esxerî gotine.
Yek ji
girîngtirîn taybetmendiyên vî hunermendê mezin ewe ku xwe dispêre helbest û
hûnandiyên helbestvanên Kurd. Ji helbestên Mewlewî û Wefayî sûd wergirtiye. Di
stranên xwe de kêm caran peyvên biyanî bi kar aniye. Ji ber ku di serdama wî de
Farsî û Erebî serdestiya hemû nivîs û hunerê dikir. Li Rojhilatê Kurdistanê
yekem kes bû ku li ser gramafonê Meqamê Kurdî lêxist.
Hêjayî
balkişandinê ye ku piraniya mûzîkjenên ku ji bo Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî
lêxistin Fars bûn. Lê belê wî bêhn û tameke Kurdî ya taybet daye stranên xwe ku
nehiştiye stranên wî ber bi Farsî ve biherikin.
Seyîd Elî
Esxerî mirovekî sade û xakî bû ku cil û bergên Kurdî yên balkêş yên wek
şelwarên Kurdî û mêzerên kesk li xwe dikir. Bi taybetî girîngiyeke taybet da
çanda Kurdî û mijarên netewî û ew qet îhmal nekirin, bi taybetî di Newrozê de.
Ji van
hemûyan em dikarin bibêjin ku Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî dengekî ku ji
kûrahiya dîroka Kurdan derketiye. Wî xezîneyek hunerî ya elmasî ji bo netewa
xwe ya Kurd li pey xwe hiştiye.
Seyîd Elî
Esxerî Kurdistanî di 4’ê Sibata 1937’an de koça dawî kir û li goristana gundê
xwe hat veşartin.
0 Yorumlar