Ticker

10/recent/ticker-posts

BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA JINÊ BERDEWAME

 


Sîstema desthilat her tim hewil daye jinê ji hebûna wê derxîne û xwebûna jinê li civakê û taybet li jinê bide bê wate kirin. Ji ber xwebûn hebûne, eger mirovek xwebûna wê ya cewherî tinebe, bi taybet dema jin bê xwebûn bêhiştin bi ti şêwazî nikare hebûna xwe qezenç bike. Ev rêbaza tine hesibandin û înkarkirinê, ji serdestiya sîstema desthilatdar heta roja îro berdewame. 

Kengê dibe bila bibe, serdem çi dibe bila bibe dema sîstema desthilatdar hewil da civakê têk bibe û ji nirxên wê yê civakî dûr bixe, pêngava yekem ya vê desthilatdariya xwe li ser jinê pêkaniye. Êrişa yekem ya sîstema desthilatdar a li ser civakê bi dûrxistina jinê ya ji rêveberiya civakê ye. Ji bo hişmendiya desthilat ya zilamperest bikare desthilatdariya xwe li ser civakê pêkbîne, diviyabû hebûn û îradeya jinê ji holê rake. Vê sîstema desthilatdar xwest dîwarên dirêj û bilind bixe navbera jin û civakê. Carna tenê hewildan jinê bê rûmetbikin, carnan jin tenê kir amura zêdekirina mirovan, carnan bi saxî bin ax kirin, carnan bi çarşevên reş pêçan, carnan kirin pirebûk û qetil kirin, carnan jî jin kirin wek xwe, dîtin jine, lê mejî û fikrandin bi temamî wek zilamê desthilatdare. Her sîstema hat li gor xwe xwest awayekê bide jinê. Ji ber vê yekê jin bû gelek tişt, lê nikarîbû bibe ya xwe. Ji bo jin bikare bibe xwebûn gelek bedel dan û gelek êş kişand. Lê ev berxwedan û têkoşîna jinê ya xwebûn û hebûnê ti caran bi dawî nebû. Li hember her lîstoka sîstema desthilatdar jinê xwe bi mertalên cur be cur pêça û ji bo jin bibe ya xwe bê navber têkoşiya.

Di serdema ku em niha têde dijîn, ji her alî ve êriş  di kesayeta jin û ciwanan de li ser civakê tên pêkanîn. Di serdema teknîk û teknolojiyê de êrişên li ser jinê jî bi awayê herî zirav tên pêkanîn. Sîstema desthilatdar bi rêya teknîkê hewil dide jinê bi temamî ji cewhera wê dûr bixe, ji civakê qut bike û bê îrade bike. Di roja me de yek ji amurên sereke ya sîstema desthilatdar xwe li ser dide jiyan kirin, medya dijîtale. Hewil dide bi rêya medya dijîtal jiyanê bê wate bike û mirovan bi taybet jinan ji civakê dûr bixe, bê xeyal û bê pêşeroj bihêle. Çawa ku weke hemû serdemên dîrokê, di serdema niha de jî sîstema desthilatdar  berhemên bi destê civakê hatine afirandin didize û weke çekekê li hember civakê dide şixwilandin. Civakbûyina jinê avakiribû, kir dijminê jinê, zanista jinê hilberandibû ji bo qetilkirina jinê bikaranî, baweriya jinê hilberandibû kir kujerê jinê, di serdema me ya îro de teknîkê jî ji bo bê watekirina jinê bikartîne. Bi rêya medya dijîtal jina xwedî wateyek mezin bû, bê wate dike. Sîstema desthiladar ya berjexwendîperest bi rêya platformên dijîtal berhemên jinê yên destpêkê ku wek civakbûyînê, dirizîne û naveroka wê vala dike. Ma ger civakbûyîn ji holê rabe wê kes çiqas bikaribe bibe xwedî vîn, xwe biparêze û wê çawan bikaribe hebûna xwe berdewam bike? Mirov dikare bi sedan pirsên bivî awayî bipirse û nikaribe bersiva van pirsan bibîne.

Bê guman dema em behsa aliyên nerênî yên medya dijîtal dikin, nayê wê wateyê ku qet aliyên wê yê erênî tineye. Weke hemû afrêneriyên civakê û jinê, medya dijîtal jî aliyên wê yên erênî hene. Lê mixabin weke hemû afrêneriyên civakê, sîstema desthilatdar hewil dide vê berhemê civakê jî bike di bin xizmeta berjewendiyê xwe de. Bi rêya medya dijîtal em dikarin perwerdeya xwe kûrtir bikin, em dikarin daxwazên xwe bigihînin raya giştî, em dikarin têkiliyekî berfireh ya di navbera mirovan de bidin avakirin, em dikarin nerazibûnên xwe bi bandortir bidin diyarkirin û hwd bi sedan sûdên medya dijîtal rêkbixin. Ya girîng weke ku em bizanibin çawan bikarbînin û bikaranîna wê bixin di bin xizmeta xwe û civaka xwe de. Li gor bikaranîna wê em dikarin bi rêya medya dijîtal hemû lîstokên şerê taybet yên sîstema desthilatdar vala derbixînin.

Ji bo em bikaribin aliyê wê yê sûdmend bidest bixin, pêwiste em xwe bikin xwebûn û di zanabûna hebûna xwe de bin. Çawan li hember hemû lîstokên sîstema desthilatdar wek civak û Jin me li ber xwe daye û bi rêya têkoşînê xwe parastiyê, divê qadê de jî emê li berxwe bidin û xwe biparêzin.

Leyla Arzu Îlhan

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar