Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 50’yan didome

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 242’an de didome.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 252’an de bi koma 50’an biryardariyek xurt berdewam dike.

Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan bi kombûna gel û çalakvanan ya bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 49’an Sevîm Encû daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Tê zanîn îro 27’ê Adarê ango hefteya qehrematiyê ye. Li ser vê bingehê di keseyatiya şehîdên nemir yên hefteya qehremaniyê de em hemû şehîdên şoreşê bibîrtînîn. Berçave ku bi ruhê agirê Nerwozê yê ji bedena Mezlûm, Kemal û Rewşen û Zekiye yan îro meşaleya azadiyê li her çar aliyên Kurdistan û cîhanê gur û bilind dibe. Li pey şopa şehîdan çûyîn ferz û erka li ser milê me gelê Kurde. Lewra îro bi wî ruhî bi hezaran ciwanên Kurd û dostên gelê Kurd li ser vê şopê dimeşin.

Ev demek dirêj tu agahiyek ji Rêber Apo nehatî girtin. Ji ber vê yekê li seranserî Kurdistan û cîhanê ji bo azadiya Rêbert Apo û şikandina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê di nava çalakiyan de ne. Bi heman armancê girtiyên zindanan, zinadanên xwe kirina cihê berxwedanê. Em ji wek koma çalakiyê ya Mexmûrê çalakiya wan ji dil û can silav dikîn. Azadiya Rêber Apo çareser kirina pirsgirêka Rojhilata Navîn û em di vê berxwedana xwe de bi israr bîn.”

Piştî axaftinê, çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo, Bê Serok jiyan nabe’ dewrî koma 50’emîn hat kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar