Li wargeha Mexmûrê bi boneya Heftiya Qehremaniyê sînevizyonek li ser Şehîdên Heftiya Qehremaniyê hat nîşandan. Herwiha Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Fazil Botan jî hat bi bîr anîn.
Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya Heftiya Qehremaniyê sînevizyonek li ser Şehîdên Heftiya Qehremaniyê ku ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan ve hatibû amadekirin, hat nîşandan. Herwiha Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Fazil Botan (Ahmet Şeker) jî hat bibîr anîn.
Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna gel û xwendevanên wargehê û bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê Dayîka Şehîd Dilovan Îşlek, Helîm Îşlek li ser navê gelê amade axivî û got: “Şehîd wate û jiyana me ne. Em tevahî şehîdên şoreşê bi bîrtînin û bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Em soz didin şehîdan, heta ku em saxin emê li pey doza wan biçin. Emê ala şehîdên xwe bilind bikin û ez serkeftinê ji we tevan re dixwazim.”
Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser Şehîdên Heftiya Qehremaniyê û jiyan û têkoşîna Fermandar Fazil Botan hatibû amadekirin, hat temaşekirin.
0 Yorumlar