Bersivên Gel:
- Pasîfbûn e.
- Hêza veşartî ye.
- Bê bandorbûn e.
- Bê hêz e.
- Hertişt e.
- Kêrnehatin e.
- Xwe pêşnexistin e.
- Bê bawerî ye.
- Fikrê lewaz e.
- Hêza kesî ye.
Em bêhêz
in, an na? An jî dema mirov dixwaze bihêz be çawa dibe? Ev pirs her tim dikevin
binhişê me, her tim xwe di hemû karan de didin ber çavên me, tînin bîra me. An
jî di karekê de rabûn, bihêzbûn tê rave kirin û bêhêzî jî dema em di karekê de
ser nakevin, em di xwe de dibînin. Hêz çiye gelo? Dema em dîroka mirovahiyê
lêkolîn dikin her tim mirov bi aqilê xwe tê nasîn, ne ku mirov bi fîzîka xwe ya
xurt tê naskirin.
Di nava
ajalan de mirov bi hişê xwe hatiye nasîn. Di jiyana xwe de ew peywira ser milê
xwe rêk û pêk kiriye. Ev tê wateya ku hêza herî mezin ew e ku mirov bi çalak
be. Mirov çiqasî di hizrê xwe de pêşketî be, ew qasî dikare hêz bide derdora
xwe.
Ji
destpêka mirovahiyê heta niha mirov li ser vî hîmî bi hêza xwe ya aqil timî li
pêş bûye, lê di heman demê de mirovan tim xwestiye vê hêza mirovan û keda wan
ji bo xwe bikar bîne, bike bin xizmeta çîna serdest û berjewendiyên takekesî.
Dagirkeriya ku di aliyê fîzîkî, hizrî û çandî de li ser mirovan hatiye meşandin
her çûye ev dagirkerî pêşxistiye. Me gotibû dema berê jî fîzîka wan bi rêya
dagirkeran, bi şêwazên tirsê û hwd. çi qasî pêşketin çêbûne, bi taybetî di
pêşketina mafê mirovan de jî, lê em nikarin bêjin ku her tişt baş bûye. Li
beramberî vê jî di nava wan mafan de dîsa neheqiya ku tim ser mirovan dihate
kirin, xwe dida pêş. Dema niha jî em lê dinêrin, di nava pergala me ya îro de
neheqî bûyera herî pêşe. Heta di nava malbatekê de jî ev neheqî tê kirin, bav
ser giştî, zarok û jin her çiqasî derxistibin zanabûnê jî, lê bêyî ku bikevin
zanabûna wê ev li ser zarokan tê meşandin.
Gelek
caran em dibêjin di avakirina pergala baviksalarî de dagirkeriya herî mezin li
ser jinê hatiye kirin, lê niha ev neheqî li ser hemû çînên civakê tê kirin.
Zilam jî di nava vê desthilatdariyê de ji kesayeta xwe dûr û winda maye. Mînak;
bikaranîna zilam a hêzê bixwe jî, ji bêhêzbûnê tê. Ev weke derûniyekî
pêşdikeve.
Divê ku em
xwe di vê bêhêziyê de nebînin. Ji ber ku ger em dihizirin, ev tê wateya ku em
bihêzin yan ne bêhêzin? Hêz di her mirovekê de heye. Ti mirov bêhêz nîne, lê
bikaranîna wê hêzê dibe ku baş nebe. Niha jî em dikarin li ser gelek bihizirin.
Di derbarê xwe de jî ku em bikaribin hêza xwe di cih û mekanê rast de bikar
bînin, emê karibin hêza xwe ya rast bibînin. Her mirov û lawir li gor xwe
bihêze, lê ya esas ewe ku mirov bikeve di ferqa hêza xwe de. Ya din jî mirov
çiqas wê hêza xwe di hêla erênî de bikar tîne û dike xizmet. Me di destpêkê de
anî ziman, hêz ji baweriyê tê. Ger mirov jixwe, hevalê/a xwe, malbat û cîranê
xwe, şoreşger û rêberê xwe bi bawer be, wê mirov serbikeve. Ya ku mirovan biser
dixe ne hêza fîzîkî ye, baweriya mejî ye. Mirovên lewaz, ne ew kesên bê hêza
fîzîkî ye, mirovên bê hêz mirovên neketina ferqa xwe ne û mirovên ku ditirsin
in. Kesên ku bitirsin û wisa tevbigerin, wê ti caran biser nekevin. Em wek
mînak dikarin bidin, gelek dayîkên me yên Bakurê Kurdistanê bi tena serê xwe li
hember polîs û leşkeran disekinin. Di hêla fîzîkî de em bigirin dest hêza
fîzîkî dibe ku ya dayîkan lewaz be, lê hêza wê ya baweriyê, wan polîs û
leşkerên dişkîne. Ya lewaz dibe ew polîs û leşker, ya bi hêz jî dibe dayîk.
Lewaziya
fikrî têkçûyîn e. Ji ber wê yekê hêza baweriyê tevahî lewaziyan bin dixe. Di
cih û wextê xwe de bikaranîna hêza xwe hem lewaztiyê ji holê radike û hem jî
mirovan pêş dixe. Hêza xwe ya fîzîkî û bîrdozî ji bo xizmetê û ji bo civaka xwe
bikar bînin.
0 Yorumlar