Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Divê Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêbertî û şikandina dagirkeriyê’

Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Elî Bilehî: “Armanca gelê Kurd ji Newroza 2024’an azadiya fîzîkî ya Rêbertî û şikandina dagirkeriyê ye. Îro li tevahî Kurdistanê êrişên topyekûn yên dewleta Tirk a faşîst bi serpereştiya AKP û MHP tê meşandin, armanca wan qirkirina gelê Kurde.”

Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Elî Bilehî têkildarî wateya Cejna Newrozê ya ji bo gelê Kurd û armanca Kurdan a ji Newroza îsal ji ajansa me re axivî.

Elî Bilehî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser dîroka Newrozê û wateya wê ya ji bo gelê Kurd û got: Beriya her tiştî ez Newroza 2024’an li Rêber Apo, gerîlayên serê çiyan û bi taybet li tevahî gelê Kurd pîroz dikim. Bê gûman cejna Newrozê ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn wateyekî xwe ya cûda heye. Bi taybet ji bo gelê Kurd cejnekî Kurdewariye. Her çiqasî bê gotin ku Newroz destpêka biharê ye yan jî rojek nû ye, lê Newroz ji bo gelê Kurd agirê serhildanê ye. Agirê ku li ser Keleha Nînovayê hatî pêxistin û mizgîniya azadiyê dayî welatê rojê, berdewamiya wê li çiyayên Zagrosan ji bilind bûye. Bê gûman cara yekemîn bû ku Kurd ji bin nîrê koletiyê derketî û mizgîniya azadiyê ji gelên Rojhilata Navîn re belavkirine. Em temaşe dikin ku dijminên gelê Kurd bi taybet dewleta Tirk xwestiye hemû deman Newrozê ji wateya wê derbixe, tenê bêxin destpêka biharê, weke ku malê giştî Rojhilata Navîne bidin pênasekirin. Lê bi derketina Rêber Apo re di sala 1973’an de li Enqereyê Newroz hat pîroz kirin. Her wiha Rêbertî li wêderê dîsan rastiya Newrozê da pênasekirin û got ku ew agirê tê pêxistin û govend li dorê tê gerandin, ne tenê ji ber destpêka biharê ye, wateyekî cûda heye. Divê Newroz û hemû destkeftiyên gelê Kurd yên ku di dîrokê de dayîn jiyankirin bigihin wateya xwe. Ji bo vê jî wek di dema Medan de ku çawa Kawayê Hesinkar bi perçiqandina serê Dehaq û mizgîniya azadiyê ji gelên Rojhilata Navîn re hatî belavkirin, Rêbertî jî ew wateyê da Newrozê. Newroz kir berxwedan, serhildan û mizgîniya azadiyê. Ji bo vê jî yê ku herî baş peyama Rêbertî xwendî û xwestî fêhmbike, Mazlum Doxan bû ku li zindana Amedê bi awayekî berxwedanî Newroz pîroz kir.”

Di dewamê de Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Elî Bilehî îşaret bi şêwazê berê yê pîrozkirina Newrozê û roja me ya îro jî kir û got: “Her çiqas dijmin xwestibe Newrozê bê wate bike lê, dîsan jî her cara ku dibe Newroz gelê Kurd di 20’ê Adarê de bi geşkirina agir ku di dîroka Kurdan de pîroziyekî xwe yê cûda heye, bi cil û bergên Kurdî govend gerandin jî nîşaneya serkeftinê ye. Bi vê cejna Newrozên ku bi salane di nava gelê Kurd de tê pîrozkirin, bûye sedem ku gelê Kurd bi taybet bi cejna Newrozê re hem çanda xwe û hem jî zimanê xwe biparêze. Ev Newroz jî em wek gelê Kurd yê ku bi felsefeya Rêbertî xwe perwerde dike, ji ber ku ji salên 1970’an heta niha em bi agirê Newrozê re mezin dibin, ji ber wê em Newrozê cûdatir pîrozdikin. Her ku dibe Newroz, hêrsa berxwedan û serhildanê di me de mezintir dibe. Ji bo me jî Newroz tê wateya ku em serî hildin. Ji bo gelê Kurd Newroz ne tenê weke pîrozbahiyeke, Newroz bedel û ked dayîne. Agirê ku Kawayê Hesinkar dayî gurkirin, Rêbertî wate û pênaseya wê Newrozê di Kawayê Hemdem Mazlum Doxan de da tacîdar kirin.”

Têkildarî armanca gelê Kurd a  ji Newroza 2024’an jî Elî Bilehî wiha axivî: “Armanca gelê Kurd ji Newroza 2024’an bi taybet azadiya fîzîkî ya Rêbertî û şikandina dagirkeriyê ye. Îro li tevahî Kurdistanê êrişên topyekûn yên dewleta Tirk bi serpereştiya AKP û MHP tê meşandin, armanca wan qirkirina gelê Kurde. Em jî li beramberî vê berxwedanek topyekûn didin meşandin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê di bin şert û mercên herî dijwar de, berxwedana ku tê xwestin raber dikin. Hêviyên me hene ku wê ev dagirkerî têk biçe û azadiya fîzîkî ya Rêbertî wê mîsoger bibe. Lê ev bi dirûşim û gotinan ne gengaze pêkwere, ji bo vê çawan ku gerîlayên azadiya Kurdistanê erk û berpirsyartiyên xwe pêktîne û Rêber Apo di bin şert û mercên herî zehmet de berxwedanekî dîrokî dimeşîne, divê em jî wek gelê Kurd, wek gelên Rojhilata Navîn li derdora Rêbertî bibin xelekek ji agir, ji bo em bikaribin van armancên xwe, bi awayekî serkeftî derbaz bikin. Rêber Apo di gelek Newrozan de mizgînî daye gelê Kurd, ji bo wê divê em wek gelê Kurd vê carê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêbertî, şikandina tecrîd û dagirkeriyê.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar