Ticker

10/recent/ticker-posts

MEXMÛR BER BI HILBIJARTINÊN ŞAREDARIYÊ VE DIÇE

Desteya Hilbijartinê ya Mexmûrê: “Me ji 10’ê Adarê ve dest bi serlêdanên hevserok û encumenên Şaredariyê kirine. Wê heta 25’ê Adarê serlêdan bên qebûlkirin û ji niha ve rêjeyek zêde ya serlêdanan çêbûye û piranî jî ciwanin. Wê di 12’ê Nîsanê de jî bi germahiya cejnê, hilbijartin bên kirin.”

Armanc Herekol

Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li gor pergala Netewa Demokratîk xebat dide meşandin. Li gor pergala hevserokatiyê birêve diçe û her dû salan carekî bi hilbijartina gelê wargehê encumen û hevserokên şaredariyê tên hilbijartin. Di hilbijartinan de 2 Hevserok û 7 encumen tên hilbijartin. Kotaya jin û zilam di encumentiyê de heye, ev carnan 4 zilam û 3 jî jin, an jî 4 jin û 3 zilam, hevsengiyek derdikeve pêş. Ne wek ya dewletê hemû dibin zilam!

Hilbijartin bi rêya Desteya Hilbijartinê ya ku di Kongreya Meclîsa Gel a Mexmûrê de tên hilbijartin ve tê birêvebirin. Li gor agahdariya ku Desteya Hilbijartinê di nava wargehê de belav kirî, ji 10’ê Adarê ve serlêdanên encumentî û hevserokatiyê hatine destpêkirin û wê serlêdan heta 25’ê Adarê bên qebûlkirin.

Têkildarî agahiyên herî zelal, Endamê Desteya Hilbijartinê Mamoste Cemîl Kara ji rojnama me re axivî û di vê mijarê de agahiyên girîng bi me re parvekir.

‘Heta 25’ê Adarê serlêdan tên qebûlkirin’


Mamoste Cemîl di serî de anî ziman ku ew wek endamên Desteya Hilbijartinê ji aliyê endamên Kongreya Meclîsa gel ve hatine hilbijartin û wê bê alî hilbijartinan bi rêve bibin û got: “Her dû salan carekî li wargehê hilbijartinek ya Şaredariyê çêdibe. Pargala rêvebirina Şaredariya me, ji ya desthilatdaran cudatire. Ji ber ku em li gor pergala KCK’ê jiyan dikin û di pergala me de hevserokatî heye. Me ji 10’ê Adarê ve serlêdanên hevserokatî û encumentiyê dane destpêkirin û me gotibû wê heta 20’ê Adarê berdewam bike. Lê ji ber ku cejna Newrozê heye û wê gel biçe pîrozbahiyan, me wek deste roj zêdekirin û wê heta 25’ê Adarê serlêdan berdewambin.”

‘Ciwan serlêdan dikin’

Kara di nava axaftinên xwe de destnîşankir ku ji roja 10’ê Adarê heta niha serlêdan çêdibin û rêjeyek zêde serlêdan çêbûne û wiha behs kir: “Rêjeyek zêde ya serlêdanan çêbûne. Ev rêje jî piranî ciwan û jinên ciwanin. Rastî jî xwedayîna ciwanan ya ji bo kar cihê şanaziyê ye. Ji bo hevserokatiyê jî hem jin û hem jî zilam hene. Wextê me heye, wê hîn zêdetir serlêdan çêbibin. Ev diyar e.”

Hilbijartin di 12’yê Nîsanê de ye

Mamoste Cemîl bal kişand li ser kêfxweşî û hewaya hilbijartinê û da zanîn ku xebatên wan bi kêfxweşî û bi kelecan berdewam dikin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Ji serlêdanan diyar dibe ku gelê me yê wargehê girîngiyek mezin didin hilbijartinan. Rûxmê ewqas bê derfetiyan jî gel ji xizmeta heyî raziye û bi şaredariya xwe re dibin alîkar. Li gel me ti ferqa endamên paqijî û hevserokatiyê nînin. Herdû jî xizmeta gel dikin. Bi awayek kolektîf xebat tê meşandin. 2 Hevserok û 7 encumen wê bên hilbijartin. Her kesê ku hatî serlêdan kirî, me bi wan re axiviye û me gotiye wan, propaganda niha nekin. Ji ber ku heta serlêdan xilas nebin û em civînek ji wan re çênekin, propaganda kirin qedexeye. Ji bo wê em hêvîdarin wisa bê destgirtin. Me gotiye emê bi germahiya cejnê re di 12’yê Nîsanê de hilbijartinan pêkbînin.”

Ji Mexmûr piştgirî dan DEM Pariyê

Herî dawî Endamê Desteya Hilbijartinê ya Mexmûrê Mamoste Cemîl Kara silav, hezkirin û piştgiriya gelê Mexmûrê ji DEM Partî re şand û wiha axafitnên xwe bi dawî anîn: “Em serkeftinê ji DEM Partî re dixwazin, ew jî dikevin hilbijartinekî. Gelê Mexmûrê heta dawî li gel partiya xwe ye. Em bang dikin, bila tevahî gelên me biçin ser sindoqan û bersivek dîrokî bidin komploger û qeyûman. Her wiha ciwanên Mexmûrê jî bi malperên dijîtal dikarin piştgirî bidin partiya me. Serkeftin ya gelê Kurd e.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar