Ciwanên Wargeha Mexmûrê cejna Newrozê li tevahî ciwanên Kurd pîrozkirin û bi ruhê Mazlum Dogan’an banga beşdarbûna pîrozbahiyên Newrozê kirin.
Armanc
Herekol
Ciwanên
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi bûneya cejna Newrozê ji
rojnama me re axivîn û dan zanîn ku Newroz ruhê fedayî yê ciwnane û bang li
tevahî ciwanan kirin da ku bi coş û moralekî mezin berê xwe bidin pîrozbahiyên
Newrozê.
Newroza
serkeftinê
Hevberdevka
Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) Amara Bulut di destpêka axaftinên xwe de
cejna Newrozê li mîmarê azadiyê Rêber Apo û tevahî jin û ciwanan pîroz kir û
got: “Em hêvî dikin, ev Newroz bibe wesîleya azadiya Rêber Apo. Wê bibe
wesîleya serkeftinê. Newroz ji bo me tê wateya bilindkirina şoreş û berxwedan
ê. Newroz hêviya serkeftinê ye. Bihara gelan û cejna vejînê ye. Ev Newroz,
Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em bang li ciwan û jinên ciwan dikin ku
bi vê ferasetê tevbigerin û beşdarî pîrozbahiyan bibin. Pêwîste tevahî ciwan li
qadên pîrozbahiyê bersivek dîrokî bidin komplogeran. Emê wek ciwan, bi ruhê
ciwanên şoreşger tevbigerin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin.”
‘Di
ferqa girîngiya Newrozê de bin’
Ciwanê bi
navê Serhad Yaman jî di destpêka axaftinên xwe de cejna Newrozê li Rêber Apo û
tevahî girtiyên azadiyê pîroz kir û ev tişt gotin: “Ez wek ciwanek yê Mexmûrê,
vê Newrozê li Rêber Apo, girtiyên azadiyê, şervanên serê çiya û tevahî kesên ku
ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber xwe didin pîroz dikim. Bi hatina
Newrozê re kelecanek di me de çêbûye. Newroz ji bo me sembola ji nû ve dayîkbûn
û azadiyê ye. Ji ber ku gelê Kurd bi Newrozê re xwe naskiriye û li xwe
vegeriyaye. Berxwedana zîndana Amedê bû meşaleyek ji bo me û em bi şewqa wê
meşaleyê rêya xwe dibînin û tevdigerin. Bi vê bûneyê em cejna tevahî şehîdên
xwe pîroz dikin. Divê em wek ciwan di ferqa girîngiya vê rojê de bin. Banga min
ji ciwanan re ewe ku berê xwe bidin Newroza Amed û Qendîlê. Mizgîniya Heval
Cemal ji bo me bûye kelecanek mezin. Em li benda wê mizginiyê ne.”
Newroza
azdiya fîzîkî ya Rêber Apo
Têkildarî
heman mijarê ciwana bi navê Yildiz Kara jî hestên xwe yên ji bo Newrozê wiha
anî ser ziman: “Newroz ji bo me tê wateya berxwedan û têkoşînê. Ji ber ku ev
roj wisa bi hêsanî nehatiye bidestxistin. Her wiha wisa bi hêsanî jî nayê
pîrozkirin. Newroz bihar û vejîna gelê Kurd e. Ez vê Newrozê li Rêber Apo, girtiyên
ji doza PKK-PAJK’ê, dayîkên aştiyê û tevahî ciwanan pîroz dikim. Hêvî û daxwaza
me ji ciwanan ewe ku bi rûhek fedayî beşdarî vê Newrozê bibin. Her wiha divê di
Newrozê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê kirin û em dûbare cejna
vejînê li tevahî gelên azadîxwaz pîroz dikim.”
‘Berê
xwe bidin Amed û Qendîlê’
Herî dawî
ciwanê bi navê Dilgeş Teyboga jî axivî û wiha hestên xwe bilêv kir: “Di serî de
ez jî vê Nerozê li Rêber Apo, gerîlayên azadiyê û tevahî girtiyan pîroz dikim. Hatina
Newrozê ji bo me moralek mezine. Ji ber ku Newroz nûbûn û vejîna me ye. Newroz
dayîkbûna gelên Rojhilata Navîn e. Divê em bizanin ku meşaleya Newrozê bi kîjan
zahmetiyan û zoriyan hatiye standin. Tenê em berê xwe dibin zîndana Amedê, emê
bizanin ka Newroz çiqas girîng e. Ciwanên azadîxwaz agir berdan bedena xwe û
nehiştin agirê Newrozê bê vemirandin. Newroz rûhê fedayî yê ciwanan e. Bi sê
şikateyan Newroz hat berdewamkirin. Bangawaziya me ji bo tevahî ciwanan ewe ku
beşdarî pîrozbahiyan bibin û rûhê ciwantî bidin hîskirin. Heval Cemal got,
mizgîniyek heye. Divê em biçin Newrozê û bi wê kelecanê tevbigerin. Divê
ciwanên Bakûr berê xwe bidin Newroza Amedê û ciwanên Başûr jî berê xwe bidin
Newroza Qendîlê.”
0 Yorumlar