Bersiv gel
-Tinekirina
qewmekê ye.
-Qirkirina
mirovane.
-Ji holê
rakirina gelane.
-Rêbaza parastina
desthildariyê ye.
-Tûfana bi
destê desrhildarane.
-Wêrankirina
netewekê ye.
-Înkarkirina
mirovahiyê ye.
-Hovîtiya
herî mezin ya mirovahiyê ye.
-Êş û jana
dayîkên Kurdane.
-Kuştina
bi hezaran kesên bê suc û sedeme.
-Rastiya
desthildar û dagirkerane.
-Tepisandina
serhidana ne.
Enfal
hovitiyek ewqas mezine ku ne mirov dikare vê vebêje, ne jî dikare şirove bike.
Gelê Kurd jî yek ji wan netewên cîhanê yên ku herî zêde Enfal li ser hatî
pêkanîne. Enfal, êşe, jane, rondikê çavên dayîkan e. Xwîna zarok, ciwan, dayîk û
bavên ku li hember leşkerên dagirkeran serî netewandine. Enfal hesreta qîzên
destgirtî û kuştina xeyalên azadiyê ye. Enfalên li Kurdistanê dayîk hem kir bav
hem jî kir dayîk. Enfal tûfana destê desthildaran ya li ser Kurdan hatiye. Lewma
jî divê Kurd vê baş fêm bikin û bidin zanîn ku Enfal ne tenê kesên hatine kuştin
û bin ax kirin e. Lê ya girîng ew bû ku piştî kuştina zilaman kes û xizmên wan
çawa jiyan kirin, zarokên xwe çawa mezin kirin û wan jinan çawa serî li ber
leşkeran netewandin. Enfal, plan û pêkanîna herî hovane ji bo tinekirina hêza
netewî û ji holê rakirina nîjada Kurdan hat pêkanîn. Beşek ji vê plan û
pêkanînê li devera Geliyê Zîlan, Helepçe, Şengal û Herêma Behdînan hate kirin.
Dagirkerên Kurdistanê yên xwe li hember serhildan û berxwedana gelê Kurd ranedigirtin,
xwest bi komkujiyan van serhildanan bitepisînin. Bi rêya Enfalê Kurdên bê
parastin hatin qetilkirin. Bûyer, Jenosîdek eşkere ye. Êş û jana Enfalê îro jî
zindî ye û didome. Dayîkên Kurd îro jî xwîn digirîn. Enfal parçeyek ji Jenosîdê
ye. Çima? Ji ber ku Jenosîd qirkirin û wêrankirina gelekî ye. Enfal tinekirin û
binaxkirina gelê Kurd bû. Ger ev ne jenosîd be, lê çiye? Enfal jenosîdeke
plankirî bû. Lewra ev li gor planên xwe pêkanîn. Pêwîste em gelê Kurd van Enfalan
ji bîrnekin û nedin ji bîrkirin. Ji bo ku wek jenosîd were nasîn divê xebata
pêwîst were kirin. Ger me bala xwe bidinê di sala 1915’an de Osmaniyan 3 milyon
Ermenî kuştin. Lê Ermenî ji bo vê di qada
navneteweyî de bikin jenosîd ji wê rojê ve kar dikin û hê jî di nava vî karî de
ne. Enfal kirina gelê Başûrê Kurdistanê di 31’ Tîrmaha 1983’an de li Barzan
destpê kir. Di sala 1986’an û dema ku Elî Kîmyawî bû berpirsê Rejîma Baasiyan
êdî enfal li pey enfalan hat. Di 18’ê Sibata 1988’an de li Dulacafayetî li qeza
û nahiyên derdorê wê wek; Dukan, Qelaçulan, Serçinar û Surdaş. Enfal pêkanîn. Di
22’ê Sibata1988’an de li Navçaya; Qeredax, Baziyan, Derbendîxan û li parêzgeha
Silêmanî pêkanîn. Di 7’ê Nîsana heman salê li Çemçemal, Sengaw Kifirî, Kelar û Qadirkerem
enfal pêkanîn. Di 24’ê Nîsana heman salê mezintirîn enfala Kurdistanê pêkanîn.
Di 3’ê Gulanê de jî li Axceler, Çemî Rêzan, Naw Şiwan, Deşta Kûyî û TeqTeq enfal
pêkanîn. Her wiha li parêzgiha Kerkûkê û derdorê wê Qela Sêwke, Şiwan, Şêx Bizinî,
Saleyî û li gundê Guptepe çekên kîmyawî hatin bi karanîn. Di 15’ê Gulanê de li
Dula, Çiyayê Şeqlawa, Rewandûz û Balîsan enfal pêkanîn. Di 25’ê Tebaxê de li
Bahdînan deverên Kurdan kîmyabaran kirin. Giştî di seranserê Başûrê Kurdistanê
182.000 Kurd hatine enfalkirin. Di vê pêvajoyê de ji bo tinekirin û ji holê
rakirina olê Êzîdayetî, Kurdên Êzîdî gelek anfal ji aliyê Osmanî, Rejîma Baas
ve li ser wan hatin pêkanîn. Herî dawî ji bi navê çeteyê DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa
2014’an de li ber çavê hemû cîhanê li ser civaka Êzîd ferman pêkanîn.
.
0 Yorumlar