Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Wargeh li ser bingihê felsefeya Rêbertî hatiye avakirin’

Endamê Civata Şêwirmendên Wargeha Mexmûr, Hisên Kara balkişand li ser girîngiya yekîtiya wargehê ya divê pêvajoyê de û got: “Ger em di aliyê manewî, nirx û netewî de yekîtiya xwe bi parêzin wê zû bi zû kes nikaribin destkariya sîstema me bike.”

Têkildarî êrişên dewleta Tirk yên li ser wargehê û girîngiya yekîtiya gelê wargehê ya li hember van êrişan, Endamê Civata Şêwirmendên Wargehê, Hisên Kara ji rojanameya me re axivî û got: “Li Zap û Avaşîn hember dijmin berxwedanek bê hempa tê kirin, ger em xwe bi wî ruhê berxwedanê re bikin yek emê bikaribin li hember hemû êrişan xwe bi parêzin.”

Li ser bingihê parastina nirxên civakê yekîtiyek avakirin’   

Hisên Kara di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku civaka Mexmûrê civakek siyasî ye û ji bo armancekê penaber bûye û wiha got: “Sedema penabertiya me siyasî ye û me li ser hindek xalên bingihîn yên jiyanî yên wek çand, ziman û baweriyê yekîtiya xwe ya netewe û civakê pêşxistiye. Em ji gelek gund û eşîran pêktên. Di civaka me ye Kurd de hevnegirtina hev hebû, lê di civaka me ya Mexmûrê de nêrîn, têkoşîn û armancek hevbeş ya ku girêdana civakê pêktîne hatiye xuliqandiye. Me wek civak Mexmûrê hemû berjewendiyên xwe yên kesî, malbatî û eşîrtî danîne aliyekê em ji bo aramanca Kurd û Kurdistanê têkoşîn li hemberî faşîzmê dikin. Wargeh li ser bingihê parastina nirxên civakê yekîtiyek avakir û ji Bihêrê heta vir ango îro li berxwe dide. Gelek heweldanên rejîma digdator ya Erdogan yên ji bo vê civakê têkbibe û parçe bike çêbûn. XWAStIN Hewldan bi rêya Neteweyên Yekbûyî û PDK’ê vê yekê bikin û sitatoya wargehê ya siyasî ji destê wan bigrin. Ji ber ku piranî gelê wargehê malbatên şehîd û şervananin, xwestin bi vê rêbazê gel û gerîla ji hev qut bikin.”

‘Li ser berjewediyên kesî yekîtiyek nayê avakirin’

Kara di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku Yekîtiyek bingehîn were çêkirin wê bikaribin xwe li hember çewisandin û êrişên çêdibe bi parêzin û wiha pêde çû: “Ger em di aliyê manewî, nirx û netewî de yekîtiya xwe bi parêzin wê zû bi zû kes nikaribin destkariya sîstema me bike. Li ser berjewendiyên kesî yekîtiyek nayê avakirin. Ger îro em di wargehê de berjewendiyên xwe yên civakî û netewî bixin pêşiya berjewendiyên xwe yên kesî, wê kes nikaribe êrişî wargehê bike. Na, ger em bejewendiyên xwe yên kesî bixin pêşiya berjwendiyên xwe yên netewî, wê demê wê di nava civakê de qut bûn û rizîbûn çêbibe. Niha di wargehê de em di aliyê baweriyê û parvekirinê de lewaz bûne. Dema mirov ji dîrok, ziman û çanda xwe zêdetir bala xwe bide li ser ya civakên ji derve, civak berbi xirabûnê ve diçe. Dijmin bi şerê taybet bala ciwanên me didin li ser çand û zimanên ji derveyî civaka me. Ji bo bikare civakê ji rewşa wê ya civakî û exlaqî derbixe, rê li pêşiya wan vedike. Ev jî siyasetek ya dewletên kapîtalîst yên ku dixwazin sîstema xwe li herderê bi cih bikin ne. Vê yekê bi rêya dûrxistina ciwanan ya ji cewher û armancên wan pêktînin. Tirkiye niha vêya bi rêya PDK’ê li ser me pêktîne.”

Hisên Kara bi van peyvan dawî li axaftina xwe anî: “Wargeh li ser bingihê felsefeya Rêbertî, nirxên şehîdan û nirxên netewî hatiye avakirin, yanî li ser bingehek xurt hatiye avakirin. Raste gelek kêmanî û lewaztiyên me hene, lê zû bi zû ev wargeh rê nade ti kes û ti siyastên qirêj yên dagirkeran. Em dikarin êrişên tên li ser me bi girêdana xwe ya bi Rêbertî û şehîdan re berteraf bikin. Emê bi têkoşîna xwe êrişên li ser wargehê vala derbixin. Li Zapê û Avaşîn li hember dijmin berxwedanek bê hempa tê kirin, ger em wî ruhê berxwedanê re xwe bikin yek emê bikaribin li hember hemû êrişan xwe bi parêzin.”   

   

Yorum Gönder

0 Yorumlar