Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 392’an de bi koma 77’an didome.
Merasîma dewrgirtina li saziya Malbata Şehîdan a Mexmurê bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 76’an Evîn Ehmed daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye;
“Ev meh, meha Egîdan’e. Di kesayeta şehîdên meha Tebaxê de em hemû cangoriyen xaka Kurdistanê bibir tînin û soza xwe ya li beramberî wan dubare dikin.
Pêngava yekem bi çirûska ji namlûya Fermandar Egîd destpê kir. Em gelê Kurd bi dengê guleya yekem ji xewa mirinê şiyar bûn. Ji wê demê ve me dest bi lêgerîna heqîqeta xwe kiriye. Bi tekoşînê me bindestî û koletî şewitand. Bi hesret, xwestek û heyecanek mezin em ber bi rastiya cewherê xwe ve dimeşin û ber bi siberojên ronî, geş û xweş ve diçin. Vejîn îro jî didome. Wek jin û gelê wargeha Mexmûrê em deyndarê Egîdan û Rêber Apo ne.
Wek tê zanîn ev 26 sale tecrîdeke girankirî li ser Rêberê me tê meşandin û ev nêzî 4 salê bi tu şêweyî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Em ji bo tendirustiya Rêberê xwe di nava gûmanan de ne. Divê demildest Netewên Yekbûyî û dewleta Tirk a dagirker daxwazên me cidî bigire, tecrîd bê rakirin û deriyê Îmraliyê heta dawiyê bê vekirin. Sedemên şer, qeyran, xetimînên heyî tecrîda Îmraliyê ye. Dermanê hemû pirsgirêkên ku li ser rûyê cihanê di qewimîn çareseriya wan di vekirina deriyê Îmraliyê re derbas dibe. Divê hemû cihan ji vê tecrîda li diji mirovahiyê re bêdeng nemine. Divê mirovahî dest bide hev, bibe yek û bibe xelekek mezin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo.
Em li ser navê koma 76’emin silav û heskirinên xwe ji Rêberê xwe re dişînin. Navenda berxwedanê Îmraliye. Bi ruhê 15’ê Tebaxê şerê li Zap, Avaşîn, Metîna û Bakurê Kurdistanê gihiştiye lûtkeya herî bilind. Gerîla bi ruhê fedayî û taktîkên demê, dijmin aniye rewşeke ku êdî nikare windahiyên xwe ji raya gişti veşêre. Artêşa dewleta Tirk rûbirûyî şikestinê hatiye. Xiyaneta malbata Barzanî nebe, yek roj nikarin li ser axa me bimînin.
Bi ruhé 15’ê Tebaxê û şerê gerila ve emê xiyanet û dagirkeriyê bişkînin. Bi hev û du temamkirina gel û gerila emê serbikevin. Pêvajo ji me Egîdbûnê dixwaze. Weke Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî em bi biryarin ku heta deriyê Îmraliyê vebe, emê têkoşîn û berxwedanê bilind bikin. Bi vê baweriyê ji niha ve em cejna vêjinê li tevahî gelê Kurd û Rêber Apo pîroz dikin.
Piştî xwendina daxuyanî çalakiya bi dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Îmralî ye’ nobetê dewrî koma 77’an hate kirin.

0 Yorumlar