Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Şehîd Rêzan û Şehîd Bawer hatin bîranîn

 Li Wargeha Mexmûrê gerîlayên HPG’ê Rêzan Botan (Rêzan Gungen) û Şehîd Bawer Botan ku di 6’ê Tebaxa 2023’yan de li Herêmên Parastina Medya şehîd bibûn, di yekemîn salvegera şahadeta xwe de hatin bîranîn.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê gerîlayên HPG’ê Rêzan Botan (Rêzan Gungen) û Şehîd Bawer Botan ku di 6’ê Tebaxa 2023’yan de li Herêmên Parastina Medya şehîd bibûn, di yekemîn salvegera şahadeta xwe de hatin bîranîn.

Bîranînê bi deqeyek rêzgirtin di kesayeta Şehîd Rêzan û Bawer de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatê mamê Şehîd Rêzan, Hamid Xirbestikî axivî.

Hamid Xirbestikî di destpêka axaftinên xwe de sersaxî li malbatên şehîdan da û wiha got: “Malbata Heval Rêzan û Heval Bawer ev wargehe, zarokên vê wargehê ne. Em hevalê Rêzan û hevalê Bawer bi bîrtînin û bejna xwe li ber wan û tevahî şehîdên Kurdistanê di tewînin. Em dûbare dibêjin serê her dû malbatan saxbe, serê Rêbetiya me û tevahî gerîlayên di çeperan de li ber xwe didin saxbe.”

Her wiha li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan jî Sariya Marînos axivî, wê jî destpêkê sersaxî li malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurd yê welatparêz da û wiha got: “Li ser şehîdan hestên xwe anîna ziman pir girane, lê em di cejna vejînê de jî ne, di rojek wisa de em pir şanaz û serbilindin jî. Şehîd Rêzan zarokê vê wargehê bû û li vêderê dixwend, zarokekî bê gazind bû. Di malbata şehîd Rêzan de jî şehîd hebûn û ew êrişên ku li ser gelê Kurd bi taybet ya li ser malbatê bixwe jî çêdibû kir ku koçber bibin heta vê wargehê jî hatin. Her wiha şahadeta meta wî jî bandorek gelek mezin li ser çêkir. Heval Bawer jî di temenek biçûk de tevlî bû û şahadeta heval Rêzan û heval Bawer ya di meha Tebaxê de  hem şanaziye û hem jî xemgîniye. Em dûbare dibêjin serê malbatê û tevahî gelê Kurd û Rêbertî saxbe.”

Piştî axaftinê sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna herdû şehîdan hatibû amadekirin hat nişandan. Her wiha piştî sînevîzyonê bîranîn bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar