Ticker

10/recent/ticker-posts

Jiyanek tijî êş û jan

Dayîka Emîne Hedrîşî ku xwediyê gelek şehîdane diyar kir ku ji zarokatiya xwe heta niha ti êş nemaye ku nekişandî. Niha jî ji ber zilama dewleta Tirk û PDK’ê li Mexmûra ku weke çola sehrayê tê pênasekirin bi cih bûne.


Xurbet Tallî

Yek ji dayîkên dilşewat û êşkişandî dayîka Emîne Hedrîşî ku dayîka şehîdane û li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jiyan dike, boxçika xwe ya êş û janan, zorî û zehmetiyên ku ji zarokatî heta niha kişadî ji rojnameya me re vekir.

‘Mêhvanperwer bûn’

Dayîka Emîne bilêv kir ku dema ew zarokbû, ti ferqa keç û kuran nebûn, bi hevre dileyîstin û wiha dibêje: “Hêj ez nebûyîm 15 salî, bavê min ez ji birayê min re kirim berdedel. Mala ku ez çûyîmê jî malek giran bû. Xesuya min û dû tiyên min jî gel me bûn ji ber ku di malê de ez bi tenê bûm, berpirsyartiya malê hemû li ser milê min bû. Di heman demê de me pez û mêş jî xwedî dikir, ev kar ji bo min gelek giranbûn. Ji ber vê yekê min ne têr zarokatî û ne jî têr jiyana xwe dît.”

‘Me bi rojan xwe vedişart’

Dayîka Emîne di dewama axaftinên xwe de anî ziman ku wan şoreş bi komek hevalan naskir û wiha pêde çû: “Wê demê dû zarokên min nexweş bû, min û hevjînê xwe zork birin Çemê Bavê li gel doxtorên peşmergeyan. Piştî ku em ji nexweşxanê vegeriyan, em hatin Serkaniya Bavê li wêderê komek heval hebûn lê me nezanîn ew hevalin, gotin werin hinekî bêhna xwe bidin. Em jî çûn gel wan hinekî rûniştin, yekê ji wan li gel min axivî û got em dibînin gelek zordestî li ser xelkê me tê kirin,  emê Kurdistanekê çêbikin, eger her Kurdekî alîkarî bide me, emê zû Kurdistanê çêbikin. Min jî got, ev bîst salin şoreşek heye ka me çiqas alîkarî daye wan, emê ewqasî bidin we jî. Gotin ev ne tiştekî li ser aborî ye, ev li ser milê ciwanane. Piştî demekê ew hevalê ku pirs ji min dikir, hevalê Egîd, heval Zeyneb, heval Baran û gelek hevalên din bi me dan naskirin. Got eger Kurdistan çêbibe tûwê çi bikî xelat? Min jî got, soz be eger Kurdistan çêbibe min çar zarok hene, dû zarok wê ji bo vê şoreşê be. Got eger her dayîkek Kurd wisa bêje, wê Kurdistan zû çêbibe. Çend roj derbaz bû min rojekê nan çêdikir, kurê min ew nan û hinek gûz, hirmî û sêv bir ji hevalan re. Dû noqteyên hevalan li gundê me hebûn, wê demê hevalê Egîd û gelek hevalên din dû salbûn di wan noqteyan de. Piştî demekê kurê min yê mezin tevlî partiyê bû, demek derbaz bû yek teslîmî dewletê bû ew meqerên hevalan hemû xirab kirin. Gelek caran leşker dihatin mala me lêgerîn pêkdanîn, digotin herin gel Barzaniyan. Em neçar bûn derbikevin, em çûn Geznexê, piştî dû salan dîsan em vegeriyan gund, dewletê heman zext li me dikirin. Me gelek cih guhetin herî dawî di sala 1992’an de em bi qaçaxî derbazî Zaxo bûn. Li wêderê jî me bi rojan li gundek yê Zaxo ji ber operasyona Tirkan xwe vedişart. Piştî demekê penaberêrên Bihêrê hatin Etrûş, em jî hatin wêderê. Em bi qasî dû salan li Etrûş man. Piştî çend waran em hatin Mexmûr a ku tenê dûpişk û ber lê hebûn. Kesê nedixwest li vêderê bimînin, lê piştî banga Rêber Apo nû xelk bi cih bûn. Li vêderê ava vexwarinê nebû, em ji bo ava vexwarinê diçûn navçeya Mexmûrê, lê deriyê xwe li me venekirin, ji me re digotin xiristiyan. Roja înê zilamên wargehê hemû çûn mizgeftên wan, gotin em jî misilmanin û em ji ber dewletê penaber bûne.”

Dayîka Emîne di dawiya axaftinên xwe de ev tişt gotin: “Em li vê çola sehrayê ne jî, hêjî dewleta Tirkiye û partiya PDK’ê zilm, zorî û zextê li me dikin.Wek malbat me gelek şehîd ji bo vê şoreşê dane û em ne poşmanin jî, ji bo Serokatî û PKK’ê çi pêwîst bike em wek dayîkên şehîdan amadene.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar