Li ser vê
axa dagirkirî bi hezaran zeriyên di dilê xwe de hêviyên azadiyê dimeyandin ji
dayîk bûn û têkoşîn kirin. Mîna soz bidin axê di her qûntarek yên çiyayên
welatê xwe de jiyana azad di bişkivandin û canê xwe dikirin tov û şitilên
azadiya welatê xwe. Yek ji vana jî Rêheval Mahabat Baykara ango Rengîn bû ku di
sala 1973’an de li gundê Zivinga Şikaka ya girêdayî Şirnaxê ku di dîroka
tekoşîna azadiyê de cihek xwe yê tabet heye û bi sedan zarokên xwe daye têkoşîna
azadiya Kurdistanê, ji dayk dibe. Heval Rengîn ku di nava malbat û derdorek
welatparêz de mezin dibe, xwedî karekterek xwebûn û îrade ye. Rêheval Rengîn ku di malbatê de zaroka mezine
berpirsariya malê radike û ji bo debara malê di temenê xwe yê biçûk de
şivantiyê dike. Bi taybetmendiyên xwe yên jîr, zîrek û fedekar dibe mînakek di
nav malbata xwe de. Heval Rengîn ku ti carî neheqiyê qebul nedikir her tim ji
bo kesê ku bi neheqiyê re rû bi rû dima, di nava têkoşênekê de bû. Rêheval
Rengîn bi rûkenî û bi sohbetên xwe, bi herkêse re di nav danûstandinan de bû.
Di salên 1986 û 87’an de dewlata Tirk ya dagirker
a ku li hemberî berxwedana gêrîla bê çare mabû, êrişî gund û Kurdên welatparêz
dikir. Malbata Rêheval Rengîn jî ji van êrişan para xwe digirt. Her roja ku
derbaz dibû dijmin bi hovîtiyek mezin êrişî malbatê dikir. Di wê demê de xalê
heval Rengîn ê gêrîla şehîd dikeve, Rêheval Rengîn bi malbata xwe re dixwazin
ku cenaze bigrin, dijmin bi çeteyên xwe yên xayîn re, gef li wana dixwin û çek
li bavê wî dikişînin. Ev yek dibe kînek mezin di nav dilê heval Rengîn de û xwesteka
wê ya bibe bersivek mezin li dijî zilma dewleta Tirk a li ser gelê gurd pêş
dikeve. Ji bo têkoşînek bê hempa tenê rêyek li pêşya wê hebû, ew jî têkoşîna keç
û xortên Kurd ya ku li çiyayên azad dihat dayîn bû. Ji ber vê yekê Rêheval
Rengîn ketibû nava xelayalek bi rûmet ku weke gêrîlayek li ser rêya heqîqetê
bibe parêzvana welatê xwe û di her lutkeyên çiyayên welatê xwe de ala kesk, sor
û zer biçikilîne. Rêheval Rengîn her ku gêrîlayên welatê xwe didît heskirin û
girêdanbûna wê ya bi tevgera azadiyê re mezintir dibû. Belê dem hatibû divê
xayalê xwe bi cîh baniya. Heval Rengîn ketibû pey xayalê xwe û di sala 1992’an
de li çiyayên welatê xwe bibû gêrîlayek yê doza xwe ya mafdar. Rêheval Rengîn
di demek kinde li pir qadên gêrîla dimîne û her qada ku gava xwe davêje, ji bo
azadiya gelê xwe û ji bo tola ew êrişên dijmin ku di temenek biçûk de şahidî jêre
kiriye, bê dudilî û bi fedayane têdikoşe.
Heval Rengîn bi sekna xwe ya jina azad a di jiyanê de û lehengiya xwe ya di şer
de dibe mînakek di nav hevalên xwe yên dozê de. Belê Rengîn wek navê xwe
pirrengî di nav dilê xwe de dihewand û heskirina wê ya li hemberî hemû cûdahiyên
zindiyan bala her hevalekî wê dikişand. Heval Rengîn bi sekna xwe ya bi israr a
li ser xeta bîrdoziya Rêbertî, bi bawerî û moralek mezin bê ku tawîz bide, erk
û berpirsariyên xwe bi cîh di anî. Bi dilsoziya xwe ya ji bo bîrdoziya jina
azad, her kêlî têkoşîna xwe berfirehtir dikir û di her çalekiyê de di çeperên
pêş de cîh digirt û darbên mezin li dijminê mirovatiyê dixist bi serkeftî tola
hezer sala radikir. Rêheval Rengîn ku di jiyana xwe ya şoreşgerî de bi hemû
hêza xwe ya bê hempa têkoşîn kir û di sala 1993’an de li Besta a girêdayî
Şîrnaxê di encama êrişa hewayî de tevlî
karwanên nemiran dibe.
0 Yorumlar