Salih Mijînî ku ev 30 salin ji ber zilma dewleta Tirk koçî Wargeha Mexmûrê kiriye, dest ji çanda xwe ya Kurdewarî bernedaye û bi çandina rezên mêwan û çêkirina dimsa tirî, hem debara jiyana xwe dike û hem jî parastina çanda Kurdewarî dike.
Di gundên Kurdistanê de hilberîn bêyî ku bihevre were kirin ne mumkine. Jixwe di xwezaya hilberînê de jî hevbeşî heye. Ev çand herî şênber bi taybet jî li Herêma Botanê tê jiyandin. Botan wek dilê Kurdistanê dergûşa çanda Kurdewariyê ye. Ev yek piranî jî di hilberînên çandinî de xwe dide der. Dema dibe bihar xweza dixemile û bi rengên cur be cur ve ruhê xwe didin cîhanê. Li ber vê darên fêkiyan jî hewla tevlîbûna vê dîlana bedewiyê dibin. Li Botanê civak derveyî ajalkarî piranî li dora darên fêkiyan jiyana xwe birêxistin dikin. Mirovên Botanê diçe li kuderê jî çanda xwe bi xwe re dibin. Lewma em li her derê Kurdistanê çanda Kurdewariya Botanê dibînin.
Yek ji wan cihan jî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ango Mexmûre. xelkê Mexmûrê ku di salên 90’î de ji ber zilm û zoriya dewleta Tirk koçî çola Mexmûrê bûne, li vir jî dest ji çanda xwe ya Kurdewarî bernedane. Li Mexmûrê piranî civaka Botanê ne û bi çanda xwe ya kevnar wate didin jiyanê. Nexasim jî bi çandiniyê re. xelkê Mexmûrê çola dupişkan kirine bihûşta ser erdê. Mirov vê yekî di çanda wan a çandiniyê de dibîne.
Li Mexmûrê çanda rez û baxan, mêw û daran jiyanê derdixe asîmanan. Gelek malbatên wargehê her sal rezên xwe re mijûl dibin û di dema gihîştina tiriyan de jî bi hev re çêkirina dims, hunera Kurdewariyê hilberînê dikin.
Yek ji wan malbatan jî malbata Mam Salih Mijîniye ku ev zêdeyî 15 salin bi malbata xwe re rez çêkiriye, darên fêkiyan çandiye û bi berhemên rezên xwe debara mala xwe pê dike. Mam Salih deriyê rezên xwe ji ajansa me re vekir û behsa karê ku dike kir û dema ku dims çêdikir em du rojan kirin mêvanê mala xwe.
Çol kirin bihûşt
Mam Salih di destpêka axaftinên xwe de ji me re qala dîrok û zehmetiyên ku bi rezê xwe ve jiyankirî kir û wiha got: “Min beriya 15 salan dest bi çêkirina rezan kir. Evder çol bû û ji çandiniyê re ne cihek destdayî bû. Me bi keda destê xwe evder kola, kevir jê girtin û me kir bihuşt. Me bi destê xwe kevir kêşan û me ji rezên xwe re kir dîwar. Wê demê av jî nebû, me bîr dan kolan û me kir cihê jiyanê. Wê demê darên fêkiyan nebûn em biçînin, me çiqên daran ji Şeranişê anîn. Ne tenê mêw, me gelek darên cuda yên weke hêjîr, tu, hinar, zeytûn û her wekedin çandin. Em kedek mezin bi rezên xwe ve didin. Ji ber ku em ked nedin wê ew jî berhem nede. Kezaxtin, avdanî, binkol û her cure mijûlbûnê dixwaze. Li vir roj elektirîk nînin, em jî şev di wê tarîtiyê de avdanî dikin.”
Tirî dikin dims û difroşin
Mam Salih di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman, dema ku wextê çêbûna tirî tê, ew tirî hem difroşe, hem dike dims û wiha behsa rêbaza çêkirina dimsê kir: “Me li gundê xwe bi xweliya dara dîndar dims çêdikir, ew xwelî dijwar bû. Lê li vir em bi axa spî û carnan jî xweliya dara mêwan çêdikin. Em destpêkê tirî jê dikin û baş dişûn. Piştî wê em dixin torbeyan û bi ceziman didin ser û ava wê derdixin. Piştî wê em dixin sîtilên mezin de û em bi saetan dikelînin. Dema ku kew ser dikeve em wê kewê jê digirin û davêjin. Ji ber ku ew kew, tama dimsê nexweş dike. Ev kar di rojekî de nayê kirin, bi rojan em pêre mijûl dibin. Kedek mezin tê dayîn.”
PDK rizqê mala wî asteng dike
Herî dawî Mam Salih Mijînî da zanîn ku ew bi berhemên rezê xwe, debara jiyana xwe pê dike û bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Li wargehê hindek kes çêkirina rezan re mijûle, hindek jî bi xwedîkirina pez re. Ez nikarim ji derve kar bikim, ji ber wê jî vî karê dikim û xwe pêre mijûl dikim. Kedek mezin tê dayîn. Beriya rêgiriya li ser Mexmûrê, me berhemên xwe rêdikirin Hewlêr û dihatin firotin, lê mixabin niha rê nayê dayîn ku em rêbikin derve. Ez bang li ciwanan dikim, xwedî li çandên xwe derbikevin û bi gelê xwe re bibin alîkar.”
0 Yorumlar