Xwedî derketina li çandê, xwedî derketina li rûmeta xwe ye. Çand şêwazê jiyankirin, hebûn û nasnameya mirovane. Ger mirov bixwaze civakekê lêkolîn bike, pêwîste destpêkê çanda wê civakê lêkolîn bike. Di heman demên de çand, dîrok û zimanê mirovan yê rewşa ruhî û hişmendiya civakê dide diyar kirine. Çanda mirov, peywediyên mirov yên bi xakê re dide diyar kirine. Her wiha xala serek ya ku civakê dike civak çande. Ji ber ku çand hebûna civakê ye. Civakek bê çand be nikare hebûna xwe bide berdewam kirin. Ji wê zêdetir, çand rastiya civakê ya berdewam kirina urf û adetên wê ye. Rêber Apo dibêje: ‘Gelê Kurd rastî qirkirina çandê hatiye.’ Gelê Kurd gelê herî kevnar yê xwedî dîrok û çanda axa Mezopotamyayê ye. Di heman demê de mirov dikare bibêje çanda gelê Kurd dayîka hemû çandên Mezopotamyayê ye. Ev dewlemendiya çanda gelê Kurd jî bûye sedemê qirkirina çanda gelê Kurd. Ger rûxmê hemû êrişên qirkirinê jî îro gelê Kurd xwedî dîrok û çandê be, ev yek bingehê xwe ji ruhê xwedî derketina gelê Kurd ya çanda xwe digire. Çanda gelê Kurd çanda herî zêde li rastî êrişên bişaftina dagirkeran hatiye. Her wiha ji derveyî van êrişan gelek çandên biyanî li ser gelê Kurd hatin ferz kirin. Çand hebûna gelan ya menewî ye. Ji bo ku mirov bikaribe hebûna xwe bide berdewamkirin, pêwîste mirov hertim xwedî li çanda xwe derbikeve. Civaka ku çanda xwe winda dike, hebûn û rastiya xwe jî winda dike. Êdî tenê dikare fîzîkî jiyan bike, fîzîkî jiyankirin jî bê rûmet jiyankirine. Gotinek ya pêşiyan heye dibêjin: ‘Pezê ji refa xwe qut bibe para gûre.’ Di heman demê de kesê ji civak û çanda xwe jî qut bibin, di nava pençên dagirkeran de bê rûmet jiyan dikin. Bi sedan salan çanda gelê Kurd di bin pencên dagirkeran de maye û roj bi roj hatiye tevizandin. Bi derketina Tevgera Azadiyê re çand û hunera gelê Kurd ya di bin betonê de mayî caredin şîn bû.
Gelê Kurd gelê
herî bi şanse, ji ber ku xwedî Rêber û tevgerekî ku hemû hebûna xwe ji bo çanda
xwe fedakirî heye. Êrişên li ser Tevgera Azadiyê û gelê Kurd nîşaneyên wê yekê
ne ku dijmin jî dizane êdî gelê Kurd bûye xwedî çand û hunerekî ku hemû
mirovahî di nava xwe de hembêz dike. Êdî tê zanîn nikare bi înkar û kuştinê
gelê Kurd tine bike yan jî hebûna wan înkar bike. Dewleta dagirker ji Kurdên
azadîxwaz yên ku li rûmet û şerefa xwe xwedî derdikevin acize. Temaşebikin êdî
tehemûla govendên Kurdî jî nakin, ev jî ji bo me serkeftinek herî mezine. Îro bi
Rêber Apo û tevgera azadiyê, gelê Kurd tama azadiyê girt. Di heman demê de dijmin
îro dixwazin carek din me bixin di bin betonê de, lê wê nikaribin me ji rastiya
me dûrbixin. Em ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne, emê li her derê li ber
stiranên gêrîla govenda azadiyê bigirin, ji ber ku em gelê govandê ne.
Bi sedan
sale gelê Kurd di bin pencê qirkirina çandî de fetisandine. Polîtîkayên
qirkirinê îro jî li her cihê ku Kurd lêne berdewam dikin. Dewletên dagirker
gihane wê bawariyê êdî bi ti awayî nikarin gelê Kurd ji doza wan dûr bikin. Ji
ber wê jî êrişên topyekûn li ser ziman, çand û hunera Kurdî dane destpêkirin. Ev
polîtîka di salên 1970’an de bi hişmendiya tinekirina çanda gelê Kurd dihatin
meşandin. Di wan salan de hemû stiranên Kurdî, navê gund û bajarên Kurdan
dikirin Tirkî, cil û bergên Kurdî û navên Kurdî qedexe bûn. Îro jî biheman
polîtîkayê êrişî çanda gelê Kurd dikin. Tehemûlê wan ji nav û nivîsên Kurdî re
tine ye. Êrişî her cihê Rojavayê Kurdistanê dikin. Li cihên ku dagirkeriya xwe
lê bicih dikin, demografiya herêmê jî diguherînin. Ev polîtîkaya deweletên
dagirker nîşaneyê xilaskirina Kurde. Li hemberî van êrişên topyekûn divê
berxwedanek ya gelê Kurd ya topyekûn were destpêkirin. Rêber Apo sembola
berxwedanê ye. Divê hemû gelê Kurd berxwedana Rêber Apo ji xwe re esas bigire û
xwedî li fikir û ramanên Rêber Apo derbikeve. Rêber Apo di bin şert û mercên
wisa giran de berxwedanek bêhempa dide meşandin. Divê em jî mîna Rêber Apo hemû
qadên jiyanê bikin qadên berxwedanê.
Mihemed
Bîlen
0 Yorumlar