Li Navenda Stêra Zêrîn a Wargeha Penaberan ya Mexmûrê xebatên ji bo amadekariyên pîrozbahiya 15’ê Tebaxê tên kirin. Endama şanoyê ya Navenda Stêra Zêrîn Rojbîn Otun ev bang kir: “Banga min ji bo tevahî gelê Kurd û bi taybet jinên ciwan ewe ku roja 15’ê Tebaxê bi awayekî girseyî, coş û kelecanekî mezin pêşwazî bikin.”
Xurbet Tallî
Li Navenda Stêra Zêrîn ya Wargeha Penaberan a Şehîd
Rustem Cûdî ya Mexmûrê amadekariyên ji bo pîrozbahiya 15’ê Tebaxê ku nêzî du
mehe hatiye destpêkirin hîn jî didome. Têkildarî vê mijê Endama Navenda Stêra
Zêrîn Rojbîn Otun ku yek ji lîstikvanên şanoyê ye ji rojnameya me re axivî û da
diyarkirim ku ew weke koma şanoyê her roj di demjimêr 19:00’ê êvarî de li
Navenda Stêra Zêrîn proveyên xwe dikin.
‘15’ê Tebaxê bi awayek girseyî pêşwazî bikin’
Rojbîn di destpêka axaftinên xwe de şahiya 15’ê Tebaxê li
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên serê çiyan û tevahî gelê Kurd pîroz
kir û wiha got: “Em weke koma şanoyê ya bi navê Jînim Jiyanim hem weke jin û
hem jî xort ji 12 kesan pêk tê, emê heta 15’ê Tebaxê amadekariyên xwe biqedînin
û roja şahiyê jî emê hunera xwe pêşkêşî gel bikin. Wê di roja 15’ê Tebaxê de li
ser dikê şano, dîlan, mûzîk û cûr be cûr huner werin pêşkêşkirin.”
Endama şanoyê ya Navenda Stêra Zêrîn Rojbîn Otun wiha
dawî li axaftinên xwe anî: “Banga min ji bo tevahî gelê Kurd û bi taybet jinên
ciwan ewe ku roja 15’ê Tebaxê bi awayekî girseyî, coş û kelecanekî mezin
pêşwazî bikin.”
0 Yorumlar