Ticker

10/recent/ticker-posts

Perwerdeya ji bo xebatkarên jin bi dawî bû

 Li Akademiya Şehîd Jiyan a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo xebatkarên jin dewreyek a perwerdeyê ku di 4’ê Gulanê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Li Akademiya Şehîd Jiyan a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo xebatkarên jin dewreyek a perwerdeyê ku di 4’ê Gulanê hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Beriya ku axaftina girtinê bê kirin, bi amadebûna hemû endamên perwerdeyê û mêvanan deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Jiyan Seadet Mijînî axivî.

Seadet Mijînîn di destpêka axaftina xwe de şehîdên meha Gulanê bi bîranî û got: “Mirov dikare bêje di nava van deh rojên ku perwerde hatî dayîn de, li rûxmê hemû kêm û kurtiyan jî perwerde bi awayek serkeftî hatiye dayîn. Dema di perwerdeyekê de mirov kêm û kurtiyên xwe bibînin, diyar dibe ku encamek baş ji wê perwerdeyê hatiye girtin. Pirsgirêkên ku di aliyê malbat, jin û zarokan de derdikevin ev hemû ji bê perwerdebûnê tê, helbet çareseriya wê jî perwerdeye. Ji bo her mirovekê nan û av çiqas pêwîste, perwerde jî ewqas pewîse. Wek Rêber Apo jî dibêje; ‘sedsala 21. wê bibe sedsala jinan’ ji bo wê jî divê jin jî di her alî de xwe berpirsyar bibîne, xwe perwerde bikin û pêşbixin. Di perwerdeya ku hatî dîtin de nêrînên ku hatîn girtin jî diyar bû ku xeyalê her hevalekî  bi Rêber Apo re jiyan kirin bû. Em dubare serkeftinê ji hemû endamên ku beşdarbûna xwe ji perwerdeyê re çêkirîn dixwazin.”

Piştî axaftina girtinê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar