Çalakiya Nobetê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ya li Wargeha Mexmûrê destpêkirî bû, bi koma 6’an di roja 28’an de berdewam dike.
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 20’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin, bi dewr girtina koma 6’emîn berdewam dike.
Bi kombûna gel ya li Saziya Malbatên Şehîdan, çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 5’emîn çalakvana bi navê Nûran Sezgîn axivî û bang li tevahî gelê Kurd kir da ku li dijî tecrîdê bibin xwedî helwest.
Sezgîn di axaftinên xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û got: “Ev 29 mehinn bi tu awayî, bi Rêber Apo re hevdîtin nehatiye kirin. Ev kiryar li dijî zagonên navnetewî ne. Dewleta Tirk bi tu awayî mafê girtiyan nas nake û bi awayek dermirovî nêzî girtiyan dibe. Tecrîda li ser Rêber Apo, li ser tevahî gelê Kurde. Ji ber ku Rêber Apo nûnertiya gelê Kurd dike.”
Nûran di nav axaftinên xwe de destnîşankir ku di tecrîda li ser Rêber Ocalan de destê PDK’ê heye û wiha qala rola PDK’ê kir: “Destê PDK’ê di tecrîda li ser Rêber Apo de heye. Ji ber ku ev bi dehan caran hatiye eşkerekirin. Pêşmergeyên PDK’ê niha li Zap, Avaşîn û Metîna yê, rê ji dagirkeran re çêdikin. Ev xiyanet bi sedan caran hat eşkerekirin.”
Nûran Sezgîn herî dawî bal kişand li ser axaftinên Endamê Komîteya Navendî ya PDK’ê Elî Ewnî yên li dijî PKK’ê û got: “Ev sê rojin zilamê bê exlaq yê binavê Elî Ewnî zimandirêjî dike. Bi eşkere ji raya giştî re dibêje êrişî rêveberên PKK’ê bike. Em vê zilamê bê exlaq ku bi devê PDK’ê daxive rûreş dikin. Rêveberên PKK’ê rûmeta gelê Kurde, bila kes zimandirêjiyê neke. Ev axaftinên vî zilamê bê exlaq, rastiya xiyaneta PDK’ê ye. Ji bo wê divê ev yek bê dîtin. Herî dawî em serkeftinê ji koma çalakiyê ya nû re dixwazin û hêvî dikin ku di demek nêz de bersivek ya xêrê bistînin.”
Piştî axaftinê çalakî ji aliyê koma 6’emîn ve hat dewr girtin û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin.


0 Yorumlar