Ticker

10/recent/ticker-posts

BERPIRSYARTIYA XWEZAYÎ

 


Wek tê zanîn sedan sale gelê Kurd li hemberî qirkirinên bi her awayî têkoşîn kiriye, berxwedaye û ti caran dest ji têkoşîna xwe bernedaye. Dijminên gelê Kurd jî bi her awayî êrişên xwe berdewam dike, ji ber ku dizane paradîgmaya Reber Apo wê dawî li sîstema kapîtalîst bîne ji bo wê gelek ditirsin. Paradîgmaya Rêber Apo 50’î sale ji her zor û zehmetiyan re bûye bersiv û alternatîf avakiriye. Ev paradîgma tenê ne ji bo gelê Kurd e, ji bo gelên ku bi qirkirinê re rû bi rû dimîne ye. Îro fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo tevahî cîhanê destkeftiyek pir mezin û binirxe. Ji ber ku kesek wekî Rêber Apo cîhanî ne fikiriye, Rêber Apo ti carî ne tenê gelê Kurd, tevahî gelan fikiriye. Îro em wekî gelê Kurd pewîste xwe ber çavan re derbaz bikin û ji xwe bipirsin ka em çiqas Rêber Apo difikrin yan jî ji bo jiyanîkirina paradîgmaya Rêber Apo kar dikin. Berxwedanî û têkoşîn meşandin ne tenê li hemberî hêzekî leşkerî şerkirine, berxwedayîna herî mezin li hemberî kapîtalîzmê şerkirine. Ji ber ku pergala kapîtalîst milên xwe yê herî xeter ku zerarên mezin dide civakê diveşêre wekî jehrê dikeve nav mirovatî û civakbûyînê, ji bo vê jî herî zêde ciwanan bikartine. Lê belê em wekî ciwan vêya wekî xeteriyekê nabinin, tiştên ku em wekî pêşketinekê bi teknîkî ango bi azadî  dibînin, di rastiya xwe de dawî bi emrê tevahî cîhanê têne û amûrê herî mezin ye şerê taybete. Li hemberî her cûre qirkirinê xwe berpirsiyar nedîtin, bi tena serê xwe dide nîşandan ku şerê taybet çiqas pêşketiye. Şerê taybet, ji bo ku  kesayetek xemsar ava bibe bi her awayî xwe digihîne me û qirkirina zîhn û çandî pêşdikeve û hedî hedî dawî li hêza me ya pêşengtiyê tîne. Ji bo em bikaribin li hemberî vê pergala kapîtalîst şer bikin, pewîste em her kêliyê bi Rêber Apo re jiyan bikin. Tê zanîn ku nêzî 3’ê sale ji Rêber Apo agahî nayê girtin, sedemê vê ya herî sereke jî ji hevqutkirina gel û Rêber Apo ye. Ji Rêber Apo dûrketin, ji heqîqetê dûrketine, xwe ne naskirine û bi hemû şêwazan ji şerê taybet re çavên xwe girtin e. Rêber Apo ne tenê ji bo ku kesayeta xwe azad bike şer kir, ji bo ku kesayeta her mirovekê rizgar bibe, şer kir. Em jî wekî ciwan pewîste xwe berpirsiyar bibînin û li hemberî vê sîstemê şer bikin ku bikaribin paradîgmaya Rêber Apo jiyanî bikin, tişta ku Rêber Apo herî zedê ji me dixwaze jî eve, xwe azad bikin. Ji ber vê yekê Rêber Apo dibêje: “Eger em ciwantêya xwe bi dest nexin, gelê me miriye nikare tiştekê bike.” Li ser vî bingehî  em wekî ciwan pewîste ciwantiya xwe bidestbixin û bersiva herî pêwîst di demê wê de bidin dijminên xwe. Berpisiyartiya xwezayî ewe ku ciwanek bikaribe xwedî li mîrasên şehîdan derbikeve. Em wek ciwanên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî erkê ku dikeve li ser milê me, pêwîste em pêkbînin û dijminên gelê Kurd vala derxin, her wiha mîrasên ku şehîdên me ji me re hiştiye bigehînin serkeftinê. Divê em ti carî westandinê nasnekin û çi bibe bila bibe pêwîste em bikaribin serkeftinê bawer bikin. Ji ber ku bawerkirin an ji hêviya xwe qutnekirin pir girînge, yê ku dibe serkeftinê jî hêviye û yê ku dibe sedem ku em binbikevin jî  bêhêvî bûyine. Wek Rêber Apo jî dibêje: “Hêvî ji serkeftinê binirxtire” ji lîstokên dijmin dûrketin vêya ji me dixwaze ku em xwe xurt bikin û bi her awayî têkoşîn bikin. Têkoşîn ne tişteke ku tu demkî bikî ye, pewîste her berdewambe ku hêza pêşeng derbikeve hole. Yek kêlî jî bê têkoşîn mayîn, cih ji dijmin re vekirine. Li ser vî bingehî bi pêngava Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadi û Serbixin Cenga azadiyê, peşengtî kirin erkê me yê herî sereke ye.

Baran Mawa

Yorum Gönder

0 Yorumlar