Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê têkildarî tecrîdê belavok hatin belavkirin

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî pêngavek ya ji bo name nivîsînê bi awayê belavkirina belavokan ji aliyê Tevgera Ciwanan ve hatiye destpêkirin.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî ya (Mexmûr) pêngavek ya ji bo name nivîsînê bi awayê belavkirina belavokan ji aliyê Tevgera Ciwanan ve hatiye destpêkirin. Ev belavok bi alikariya xebatkarên semtan û Tevgera Ciwanan li tevahî wargehê hat belavkirin. Ji bo nivîsandina van nameyan heta 9’ê Cotmeyê wext heye. Kesên ku name nivîsand wê bibin Saziya Malbatên Şehîdan yan jî Saziya Ciwanan. Wê ev name bê rêkirina Girava Îmraliyê.

Têkildarî armanca van belavokan welatiya bi navê Fadîle Alturk di xebatên belavkirina belavokan de cih digere axivî û destpêkê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Armanca me ya belavkirina van belavokan, bal kêşandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ye. Naveroka belavokên me ji bo Rêbertî name nivîsîne, ji bo em bikaribin dengê xwe bigihînin Girava Îmraliyê. Ji bo wê jî emê mal bi mal li wargehê bi gerin û van belavokan bidin gel. Ji bo vê jî em bi taybet bang li jinan dikin ku li dijî vê tecrîdê rabin ser lingan.

Yorum Gönder

0 Yorumlar