Ticker

10/recent/ticker-posts

Wê hêza gel tecrîdê têk bibe


Ji dîrokê heta niha dema Kurdan xwestin bi rêber, serok û pêşengên civaka xwe mafê xwe bi parêzin rastî êriş, kuştin, qetilkirin û qirkirinê hatine. Piranî jî rêber û serokên Kurdan di destpêka serhildanê de hatine armanc kirin. Rastiya Kurdan ya ne xuliqandina şoreşek netewî, wisa kiriye ku serhildan û têkoşîna wan bi girtin û qetilkirina rêberên wan re têk biçin. Lê divê em jibirînekin ku dijminên Kurdan, bi bê alikariya dewletên navnetewî û xiyanetê navxweyî nekarine ti serhildanên Kurdan têkbin. Bi vê hêviyê cardin dijminên gelê Kurd xwestin pêşeng, rêber û Serokê Tevgera Azadiyê armanc bigirin û şoreşa heyî bi tevizînin. Li ser vî bingihî dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya hêzên navdewletî û komploya navdewletî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de dîlgirt.

Tişta dixwestin bi dest nexistin

Lê bêguman tişta ku dijminan dixwest bi dest nexist, em dikarin bi gotina ‘Hesabê malê û bazarê nebû yek’ baştir vê yekê vebikin. Yaku ev encam neda destê dijmin têkoşîn û îdeolojiya Rêber Apo bû. Bêguman li kêlaka Rêber Apo şervanên azadiyê û gelê Kurd jî heta ji destê wan hat xeta têkoşînê ya li hember dagirkerî, komplo û tecrîdê bilind kirin. Çalakiya gelê Kurd û Şervanên Azadiyê ya bi dirûşmeya ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ bû pêngava destpêkê ya şikandina komployê. Di bin sêwana vê dirûşmeyê de gelek cangoriyên azadiyê û welatparêzên girêdayî îdeolojiya Rêber Apo canê xwe dan ber agir û bûn xeleta parastina têkoşîna Azadî ya Rêber Apo.

Di wê pêvajoyê de li Kurdistan û seranserî cîhanê çalakiyên Kurdan yên ji bo Rêber Apo cihek mezin bi xwegirt. Ji wê rojê û şûnde gelê Kurd bi çalakiyên xwe bûn mertalek zindî li hember tecrîd û êşkenceya ku li Îmralî tê pêkanîn. Ger wek tê xwestin nebe jî ji ber çalakiyên gelê Kurd dijmin gelek caran gav bi şûnde evêtine. Li Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi sedan çalakiyên cihê reng yên ku pêşî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigire hatin lidarxistin.

Dilsozê îdeolojiya Rêber Apo ne

Beriya ku em derbazî mijara xwe bibin, em hinekî behsa serpêhatî û jiyana xelkê wargehê bikin. Gelo çima ev gel rûxmê hemû zoriyên jiyanê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê li berxwe dide. Tişta ku bûyî bingihê vê soz û dilsoziyê çiye? Teqez ji ber ku ev gel xwedî îdeolojiya Rêber Apo bû, di salên 1990’an de neçarî penaberî û zilmê hat hiştin. Heta niha jî bi vê nasnamê jiyan dikin. Ji ber ku îdeolojiya wan diyar bû. Zilma li ser wan dihat pêkanîn jî diyar bû. Bûyîna xwedî nasnameya îdeolojiya Rêber Apo ne wisa hêsan û ji rêzê ye. Bedel û têkoşînê dixwaze bêguman dema vî gelî berê xwe da vê rêyê ev rastî gelek baş dizanî. Em dikarin dilsoziya wan ya bi Rêber Apo re dema Rêber Apo di sala 1999’an de hatî dîlgirtin bi helwesta wan hîn zelaltir fêm bikin. Dibe ku hûn ne şahidên wan rojanan bin, lê xelkê wargehê giştî şahidê wan rojan e ku çawa girtina Rêber Apo li wargehê hat bihistin bi dehan ciwanên vê wargehê ji bo têkoşînê bilintir bikin berê xwe dan nava refên têkoşînê. Gelek malbatên vê wargehê bê ku dudilî jiyan bikin destê zarokên xwe girtin û beştarî nava vê têkoşînê kirin. Fêhmkirina têkoşînê ev bû. Di vê xetê de ne şînê, dijberî wê kêfxweşî û kelecanê tê bingeh girtin. Ji ber ku li ser kelecan û kêfxweşiyê têkoşîn mezin dibe. Ne tenê wan kêliyan di hemû kêliyên jiyan xwe de gelê wargehê bi çalakî û berxwedana xwe xwestin bibin bingeh ji îdeolojiya Rêber Apo re. Ji roja destpêkê heta niha gelek çalakiyên mezin ên ji bo  azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkanîn.

Wek tê zanîn ji sala 2011’an û şûnde çûyîn û hatina parêzeran ya Îmraliyê hatiye astengkirin. Tenê hindek caran malbat diçûn hevdîtinê. Piştî salên 2015’an û vir ve tecrîda li ser Rêber Apo derbasî qonexekî din bû. Di saya çalakiyên greva birçîbûnê ya di pêşengtiya Leyla Guven de ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî di pêşengtiya Fadîle Tok de hatibû destpê kirin, hevdîtin li gel Rêber Apo hat kirin. Di 3’yê Adara 2020’an de birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan rû bi rû hevdîtin çêkiribû. Herî dawî jî di 25’ê Adara 2021’an de hevdîtinek bi rêya telefonê û pir kurt çêbibû. Ji wê rojê heta niha ti agahiyek ji Rêber Apo nehatiye girtin.

Soza wan wê teqez Rêber Apo azad bikin

Ji bo şikandina vê tecrîda girankirî li Wargeha penaberan a Mexmûrê gelek çalakî wek meş, semîner, çalakiya greva biçîbûnÊ, çalakiya nobetê, komkirina îmzeya û nivîsandina nameyan hatin pêşxistin. Herî dawî jî ji bo balkişandina li ser tecrîda girankirî û fîzîk azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji 21’ê Tîrmehê ve çalakiya nobetê hatiye destpêkirin. Ev çalakî di bin pêşengtiya hersê meclîsên warehê de li Saziya Malbatên Şehîdan tê bi rêvebirin. Her 5 roj komek nû ya ji endamên saziyan û gelê wargehê pêktê tê dewrgirtin. Di dema çalakiyê de çalakvan li ser perspektîfên Rêber Apo perwerdê dibînin, temaşekirina sînevîzyon û gotina dengbêjiyan reng dide çalakiyê. Herwiha dem dem ji bo xurt kirina reng û dengê çalakiyê gel û endamên saziyên wargehê serdana cihê çalakiyê dikin. Wek me di destpêkê de jî dayî diyar kirin ji bo ku gelê wargehê bibe bingehê îdeolojiya Rêber Apo û Rêber Apo bi fîzîkî Azad bike, vî gelî soza têkoşînê daye û li ser vê jiyan dikin. Di hemû çalakî û xebatên xwe de soza azad kirina Rêber Apo didin.

Jiyan Pîran

Yorum Gönder

0 Yorumlar