Berdevkê Qada Perwerdê yê Mexmûrê Mamoste Xelîl Bîlen di derbarê plansaziya sala nû ya xwendinê de axivî û wiha got: “Em dixwazin di sala nû ya xwendinê de guhertinên mezin bidin çêkirin û dest bi avakirina beşên pişeyî yên wek elektirîk, merangozî û qadên ku xwendevan bikaribin xwe têde pêşbixin çêbikin.”
Jiyan Pîran
Sala
derbazbûyî ji aliyê mamoste û malbatên xwendevanên wargehê ve wek sala herî
nebaş ya xwedinê hat dest girtin. Li ser vê mijarê û girêdayî sala nû ya
xwedinê, her wiha plansaziya Qada Perwerdê ya Mexmûrê hevberdevkê Qada Perwerdê
Mamosta Xelîl Bîlen ji rojnameya me re axivî.
‘Çima
hun dixwînin?’
Mamoste
Xelîl Bîlen di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser plansaziyên xwe yên ji
bo sala nû ya xwendinê û wiha got: “Wek tê zanîn îsal sala konferansan e, di
nava vê mehê de hem konferansa mamostayên jin hem ji konferansa gişî mamosteyan
wê were lidarxisin. Emê di van konferansan de rewşa perwerdeyê bigiştî bigirin
dest û emê hewl bidin nûbûnekê bidin çêkirin. Wek tê zanîn ev sê salin
xwendevanên me beşdarî ezmûnên zanîngehê nebûne. Ji bo wê jî xwendevanên me
nikarin zanîngehê bixwînin. Ev jî dibe sedema bêgêwiliya xwendevan û bandora
xwe li ser giştî xwendevanan çêkiriye. Em dixwazîn di konferansê de hindek
biryaran bigrin ku em bikaribin ji bo pirsgirêkên xwendevanan bibin bersiv. Li
ser vê yekê emê bi Hikumeta Navendî ya Iraqê re danustandinên xwe berfireh bikin.
Ger li ser van pirsgirêkan neyê rawestandin wê encamên nexweş derbikevin holê.
Sala derbazbûyî rêjeya xwendevanan a zanistî gelek ne baş bû. Me ev yek di
civîna xwe ya dawiya salê de gelek bi berfirehî girtedest. Em dikarin bibêjin
sala derbazbûyî sala herî ne baş ya xwendinê bû. Ji ber ku bê hêvîtiyek mezin
di nava xwendevan de belev bibû. Ev jî birêya gotinên derdor yên ku dibêjin ‘Hun
bixwînin hunê bibin çi? Çima hun dixwînin? Pêşketin. Çi dibe bila bibe divê her
mirovek li gorî derfetê xwe xwendinan xwe berdewam bike.”
‘Bêhêvî
çênekin’
Bîlen di
berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di xwendinê de rolê sereke dikev ser
milê mamoste û malbatên xwendevan û wiha bilêvkir: “Ji ber ku malbat û mamoste
ji valatiya ku xwendevan sala derbaz bûyî jiyan kiribûn re nebûn bersiv, gelek
lewazî hatin jiyankirin. Ev jî bû sedem ku xwendevan di aliyê zanistî de gelek
leweziyan jiyan bikin. Êrişek topyekûn li ser Kurdistanê tê pêkanîn. Pêwîste em
xwendevanên xwe li gorî ruhê demê bidin perwerdekirin. Em dikarin bibêjin
hertişt salek yan du sal nîne. Em nizanin wê sala li pêşiya me çi bixwere bîne.
Pêwîste mamoste û malbat di xwendevanan de bêhêvîtiyê çênekin. Ger tiştek jî
nebe li vir 12 salan xwendina bi zimanê Kurdî heye. Nirxê vê yekê divê were
parastin. Perwerde qadek ya îdeolojîke ger perwerde ziyan bibîne, wê giştî
civak ziyanê bibîne. Perwerde xeta ronakbûna civakê ye.”
Xelîl
Bîlen di dawiya axaftinên xwe de bang li malbat û xwendevanan kir ku di sala nû
ya xwendinê de bi wan re bibin alîkar û wiha got: “Em dixwazin di sala nû ya
dibistanê de guhertinên mezin bidin çêkirin û dest bi avakirina beşên pişeyî
yên wek elektirîk, marangozî û qadên ku xwendevan bikaribin xwe têde pêşbixin
çêbikin. Raste xwendevanên me nikarin zanîngihê bixwinin, lê li seranserî Kurdistanê yên xwendine jî di pîşeya xwe de
nebûne xwedî erk. Em bihêvîne ku emê di sala nû ya perwerdê de encamek baş
bidest bixin. Em dixwazin bi derfetên xwe di aliyê derûnî de xwendevanên xwe ji
vê hewaya ketî derbixin. Pêwîste em pêvajoya heyî bixwînîn û li gorî wê
tevgerbikin. Malbat li zarokên xwe bibin xwedî ji ber ku ciwanin zû gerim dibin
û zû sar dibin, yên ku wan bibin ser rêya rast malbatin.”

0 Yorumlar