Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê têkildarî paqijiya wargehê û derdor diyar kirin ku paqijiya derdor tenduristiya civakê bi xwe re tîne û wiha gotin: “Her ferdek yê vê wargehê di paqijiya wargehê de berpirsiyare. Ji bo em bi tendurist jiyan bikin, pêwîstiya me bi derdorek paqij heye.”
Jiyan Pîran
Em dibînin
ku di nava kolanên wargehê de roj bi roj qirêjî û gemarî zêde dibe. Wek tê
zanîn ev qirêjî û gemarî bandoriyek nerênî li ser tenduristiya mirovan dike. Ji
bo ku gelê me di aliyê paqijiya xweza û derdorê de xwe berpirs bibîne, pêwîste
çi were destgirtin me bi gelê wargehê re nîqaş kir û têkildarî vê mijarê me
nêrînê gelê wargehê girt.
‘Yek ji lingên bingehîn yê çandê paqijiye’
Bêrîvan
Botî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser girîngiya paqijiya derdor ya ku
bandorê li ser tenduristiya mirov dike, wiha got: “Dema em dibêjin paqijî
destpêkê mirov tê bîra me, ji ber ku yên herî zêde pêwîstî bi paqijiyê heyî
Mirov in. Li beranberî vê qirêjiyê jî destpêkê mirov û bermayên mirovan yên
jiyanî tên bîra mirov. Xweza hertim pak û paqije, yên xwezayê qirêj dike
mirove. Civakên qirêj be, bê çandiya wê civakê dide diyar kirin. Dema çanda
paqijiyê di nava civakekê de nebe ti qîmeta xwe jî tine ye. Mirov dikare bibêje
yek ji lingên bingehîn yê çandê paqijiye. Taybet di nava çanda me Kurdan de
paqijî cihekî girîng bixwe digire. Gelê Kurd bi xwezayê re jiyan dike hertim
xwestine xwezayê biparêzin. Ji ber ku wek tê xwestin em ciwan û zarokên xwe di
derbarê paqijiyê de perwerde nakin, derdora me di nav gemariyê de maye. Her ku
diçe civaka me di aliyê paqijiya derdora xwe de xemsar dibe. Weke ku paqijiya
derdor tenê karê endamên şardariyê ye tê destgirtin, ev yek di çand û exlaqê me
de tine ye.”
‘Paqijiya
derdor parastina civaka ekolojik e’
Bêrîvan Botî
di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku qirêjiya derdor hem reftarê kes xirab
dike hem ji nexweşiya di canê mirovan de zêde dike û wiha pêde çû: “Kesên xwedî
reftarên xirab yên ku qirêjiyê di avêjin nava kolanan, dibin sedema nexweşî, qirêjî
û gemariya derdor. Ger em îro çanda paqij girtina derdor di zarok û xwendevanên
xwe de nedin rûnişkandin, çanda paqijiyê di nava civaka me de wê nemîne. Wê
civaka bi tendurist cihê xwe ji civaka nexweş re bihêle. Ji wê zêdetir jî wê
hevsengiya xweza û ekolojiyê xirabibe, wê yek jî felaketên mezin û xirab bixwe re
bine. Taybet wek jin pêwîste hem em derdora xwe, hem jî zarokên xwe paqij
bigrin û wan fêrî paqijiyê bikin. Paqijiya derdor parastina civaka ekolojik e.”
‘Pêwîstiya me bi derdorek paqij heye’
Her wiha
hemwelatiyê bi navê Bazî Mamxûrî jî destnîşan kir ku pêwîste her kes derdora
xwe mîna mala xwe paqij bigire û wiha anî ziman: “Derdora me mala me ye, em îro
çawan mala xwe paqij digrin divê em derdorê xwe jî wisa paqij bigirin. Em
zarokên xwe çawan perwerde bikin wê wisa tevger bikin. Pêwîste perwerdeya
destpêkê ya em didin zarokên xwe, divê li ser paqijiya derdor be. Ji ber ku
xwezaye Mexmûrê ne xwezayek ewqas paqije ji bo wê pêwîste em weke tê xwestin
paqij bigirin. Ger em derdora xwe paqij negirin, emê li rastî gelek nexweşiyan
bên. Ji bo wê pêwîste her malabatek ya wargehê çawan nav mala xwe paqij dike, divê
derdorê xwe jî wisa paqij bigirin. Her ferdek yê vê wargehê di paqijiya wargehê
de berpirse. Ji bo em bi tendurist jiyan bikin pêwîstiya me bi derdorek paqij
heye.”



0 Yorumlar