Ticker

10/recent/ticker-posts

REXNE Û REXNEDAYÎN ÇIYE ?

 


Bersivên Gel;

- Pêşketin e.

- Li xwe veger e.

- Xwe pêşxistin e.

- Rastî dîtin û gotin e.

- Rastiya xwe zanîn e.

- Îdeolojî ye.

- Bingehê paradîgmaya me ye.

- Mekanîzma ye.

- Hevalên xwe serxistin e.

- Zanistek e.

- Şoreşek e.

- Pir alî mêzekirin e.

- Rastkirina şaştiyan e.

- Vegrera cewher e.

Rexne, kûrte nivîs an jî vegotina kesekê, berhemekê yan jî mijarekê rastî û şaşiyên wê vedibêje ye. Berhemên huner, wêje û fikir hem di aliyê cewherî hem jî di aliyê çêkirina wê de, aliyê serkeftî û ne serkeftî, bi nirx û bê nirx nîşan dide û van bi mînakan şêmber dike. Di encamê de rexne, mekanîzmaya şaştî, lewazî û kêmanî dîtin, vegotin û dayîna derbaskirinê ye. Li ser vî bingehî, em dikarin şêwazê rexnekirinê, li sê cureyan belav bikin. Yek, rexneya bilêvkirî, nivîskî û di rojnameyan de (rojnamevan) dikin. Dû Rexneya pisporî, rexneya ku akademîsyen, rewşembîr û mamostayên zanîngehan, şîrovekarên cîhanî dikin.  Sê rexneyên hunermendan, ew rexne ya ku hunermend bi kar tînin di şano, helbest, wêne û hemu cureyên din ên hunerê de tê bikaranîn in. Bi awayeke mîzahî, karîkatorî tê pêkanîn. Di van her sê beşan de, di çarçoveya rêzdariyê de her kes, her îdeolojî, her zanist û her sazî dikare were rexnekirin.

Rexnedayîn, hunera dil nizmî, rastiya xwe gotin, nebesî û şaştiyên xwe dîtin, aliyên xwe yên kêm derxistina holê, berhema ku derxistiye an jî avakiriye kêm û kuriyên wê dîtin û sererastkirinê ye. Kesan berbi xweşbînî û pir alî, lê mêzekirinê ve dehf dide. Rexne û rexnedayîn, dema li ser bingehê pîvan, îdeolojî, rastkirin û derbaskirina kêmaniyan tê dayîn û kirin, divê her alî li beramberî rexne û rexnedayînê rêzdar tevbigere.

Di bingeh de rexne û rexnedayîn li ser rastkirin û pêşdebirinê tê kirin, berevajî vê dikeve mijara reşkirin û antî propaganda yê. Weke gel û tevger em dibêjin, rexne û rexnedayîn bingehê fikra me ye. Civak, kes û komên mirovan ku dema dixwazin pêşbikevin, teqez pêwîste ji nubun, zanist û rexneyan re vekirîbe, li hember kêmanî û şaştiyên tên kirin, li xwe vegerê jî baş bizane. Di ol, bawerî, îdeolojî û beşên zanistê de, dema xetimîn pêşdikevin, rêya yekemîn serî li xwe rexnekirin û rexnedayînê tê kirin. Di encama van kiryaran de ronakbîrî û reform pêşketiye. Zanyaran ji ceribandinên xwe ders derxistine û karîne bi dîtin û derbaskirina xeletiyên destpêkê ya nujen bi afirîne. Kes, gel, tevger û pergalên berevajî vê tevgerdikin û di ya xwe de israrkirîn, rexne û rexnedayîn ji nedîtî ve hatîn, fikrên cuda ne hesibandîn, li gor demê guhertin û ve guhertin di xwede nedayîna avakirin, bûne buyerên dijberî teoriya guherîn û veguherînê. Di encamê de yek gav jî di pêş de neçûne û di nava paşverutî û şaştiyên xwe de fetisîne. Bê guman, rexnekirin û rexnedayîn mijarên girîngin û bi nirxin. Ev pêkanîn jî taybetmendiyek dilnizmî dixwaze. Lê ya girîng, ev bi awayek ji dil û zanistî girtina dest û xistina meriyetê ye. Yan berevajî vê, wê tenê ji gotinê derbasnebe  wê bibe buyerek hertim were dubarekirin û demê re wateya xwe winda dike.

Di aliyê erêniya rexnekirin û rexnedayînê de mînaka herî şênber PKK bi xwe ye. Di pratîka 50 salî de, herdem li gor pêvajoyê xwe nu dike, ya derbasbûyî di bêjingêre derbasdike, ya baş dihêle ya kêm û şaş derbasdike, rexnedayîna xwe dide û hîn xurtir berbi pêş ve dimeşe. Li hember hemu êrîşan bi hemlewarî bersiv dide. Her demek weke zayînek nu digre dest, rexne û rexnedayînê weke mekanîzmaya pêşketinê dinirxîne. PKK’ê bi rexnekirina sosyalîzma reel û fikra pêşî welat azad bike, piştre pirsgirêka jinê bigre dest, Sosyalîzma rast pêşxist û got; “Heta jin azad nebe civak azad nabe”, rexneya ku kirî bersivand. Rexneya li Netew Dewletê kirî bi avakirina ‘Netewa Demokratîk’ bersivand. Dema Ehmedê Xanî dibêje: “Ger me jî Serokek wek yê alemê heba, em jî dê ketiban nava rêza alemê”, rexne li hemu pêşeng û rêberên di nava sedsalan de derketine û nekarîne bibin bersiv ji bo netewa Kurd. Dîrok bi mînakên weke vana dagirtiye.

 Ji ber vê yekê pêwîste ti caran rexne û rexnedayîn weke xwe biçûk kirin û reşkirin neyê destgirtin. Weke mijarekî lêhurbunê û bi armanca derbaskirina nebesiyan were destgirtin û pratîk kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar