Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya Mexmûrê heyvek li pey xwe hişt

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hatiye destpêkirin, heyvek li pey xwe hişt. Çalakvanan bang li tevahî Kurd û dostên Kurdan kirin da ku li dijî tecrîda girankirî bibin xwedî helwest û bertekên tûnd nîşan bidin.

Armanc herekol

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 salin li girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Ji 25’ê Adara sala 2021’an ango 29 mehin ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên ‘dîsîplînê’ an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Li dijî vê tecrîda ku li Îmralî tê meşandin li seranserî Kurdistan û derveyî Kurdistanê çalakî tên lidarxistin.

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 20’ê Tîrmehê de hatiye destpêkirin, heyvek li pey xwe hişt.

Çalakvanan ji rojnama me re axivîn û banga lezgîn li gelê Kurd kirin da ku demildest bêdengiya li hember tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin.

‘Dem hatiye ku Rêber Apo bi fîzîkî azad be’

Çalakvana bi navê Nûran Sezgîn di destpêka axaftinên xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar kir û got: “Bi boneya 39’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê em tevahî cangoriyên xwe bibîr tînin û vê roja vejînê li wan û tevahî rêhevalên wan pîrozdikin. Wek gelê Mexmûrê ev heyveke em di çalakiya nobetê de ne. Armanca çalakiya me şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ye. Pêwîste êdî Rêber Apo bi fîzîkî li gel me azad be. Dema vê yekê hatiye. Ji bo ku ev tecrîd bê şikandin û êdî Rêber Apo li gel me azad bijî, divê jin û ciwan rol û mîsyona ku dikeve li ser milê wan pêk bînin. Emê ji bo azadiya Rêber Apo tevahî xebat û jiyana xwe bidin sekinandin. Divê em hîn pitir xwe rêxistin û perwerde bikin.”

Nûran Sezgîn herî dawî bang li jinan kir da ku demilest li dijî tecrîdê bikevin tevgerê û diyar kir ku Rêber Apo herî zêde ji bo jinan têkoşîn dike û ji bo wê jî divê herî zêde jin xwedî li Rêber Apo derbikeve.

Rêber Apo azad nebe civak azad nebe

Her wiha çalakvanê bi navê Hisên Gûzereşî jî li ser heman mijarê axivî û diyarkir ku ev nêzî 25 salin Rêber Apo di girtîgehê de tê dîlgirtin û wiha axivî: “Rêber Apo ev demek dirêje di bin tecrîdek girankirî de tê girtin. Rêber Apo ji bo gelê Kurd û bi taybet jî ji bo gelên Rojhilata Navîn hêviyek e. Wek gelê Mexmûrê ev heyveke me çalakiyek daye destpêkirin, armanca me jî şikandina vê tecrîdê ye. Wek gelê Mexmûrê emê heta dawî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn bikin. Ger Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, ti caran civak azad nabe. Ji bo wê, divê civak xwedî li Rêber Apo derbikeve.”

Hisên Gûzereşî herî dawî bang li gelê Kurd û dostên Kurdan kir da ku li dijî tecrîda girankirî bibin xwedî helwest û li her derê dest bi çalakiyan bikin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar