Şêniyên Warheha Mexmûrê: “. Di vê pêvajoya ku em niha têdene bi taybet piştî şoreşa Rojava, destkeftiyên ku hatine bi destxistin PDK li hemberî Kurdan hîn zêdetir aktîftir bûye. Ji bo ji holê rakirina van destkeftiyan, PDK li gel dijmin cihgirtiye û tişta ku ji destê wan tê dikin. PDK li Başûr erka îstixbaretiyê ji bo Tirkiye dike.”
Xurbet Tallî
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta dagirker rojane li nav gund û bajaran xelkê sivîl dike hedef û qetil dike. Li hemberî vê jî di serî Hikumeta Herêm û Iraqê herkes bêdenge. PDK jî bi awayek aktîf hevkariya dewleta Tirk dike û dijî gerîlayên azadiyê êrişan dike. Herî dawî duh HPG’ê bi daxuyaniyeê ragihand ku bi hevkariya MÎT û Parastinê, gerîlayek wan di 5’ê Tebaxê de şehîd bûye. derbarê mijarê de şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji Rojnewes re axivîn.
‘Em îro tinebibin ew jî wê tinebibin’
Endama Saziya Malbatên Şehîdan, Emîna Hedrîşî balkêşa ser hevkariya PDK ya bi dewleta Tirk re û wiha axivî; “Armanca PDK’ê çiye ku hevkariya dewleta Tirk dike? Heta ku gerîlayek li serê van çiyan hebe û malbatên şehîd û şervanan jî saxbin vê êrişê qebûl nakin û wê li hember bisekinin. PDK daxwaza çi li gelê Kurd dike, mane ew jî Kurde û wan jî ji bo vê axê şerkiriye û şehîd dane. Eger em îro tinebibin ew jî wê tinebibin. Şerma herî mezine ku Kurd dijmintiya Kurdan dike. Ti ferqa Kurdê Bakur û Başûr nake, Kurdistan yeke. Em dibînin Mesût Barzanî ji Amedê bigire heta her aliyê Kurdistanê, mît û ajanên xwe bi cih kiriye û êrişî gelê Kurd yê welatparêz û gerîla dike. Mînaka herî ber bi çav êrişa li Zaxo, Duhok, Hewlêr û hwd. Kurdek li kuderê dibe bila bibe kengê serê xwe rakir, ji aliyê MÎT û ajanên PDK’ê ve hatine hedefgirtin.”

Emîne herî dawî balkişand li ser operasayona dewleta Tirk ku PDK jî di nav de cih digre û ev bang kir: “Ti mafê PDK’ê nîne ku li gel dijminê Kurdan bikeve operasyonê û êrişî qadên gerîla bike. Ma gerîla kîne? Hemû jî zarokên vî gelîne û ji bo parastina axa xwe, welatê xwe şer dikin. Eger tû Kurd bî dest ji hevkariya dijmin berde û dest bide destê birayên xwe yên Kurd. Ji bo wê jî eger em yekbin, ti dewletek nikarin me ji hev bikin. Banga min ji bo tevahî gelê Kurd bi taybet Kurdê Başûr ewe ku li hemberî vê îxaneta Mala Barzan helwest nîşan bidin.”
‘Aktîftir bûye’
Welatiyê bi navê Tekîn Qewalî jî behsa êrişên PDK’ê yên li hemberî gerîla kir û wiha got: “Êrişên PDK’ê yên li hemberî gerîla û gelê Kurd ne ji nûve ye. Eger li dîroka PDK’ê bê temaşekirin, wê bêdîtin ku çawan li hemberî gelê Kurd û bidestxistina destkeftiyên Kurd bûye asteng. Di vê pêvajoya ku em niha têdene bi taybet piştî şoreşa Rojava, destkeftiyên ku hatine bi destxistin PDK li hemberî Kurdan hîn zêdetir aktîftir bûye. Ji bo ji holê rakirina van destkeftiyan, PDK li gel dijmin cihgirtiye û tişta ku ji destê wan tê dikin. PDK li Başûr erka îstixbaretiyê ji bo Tirkiye dike. Weke ku niha jî tê dîtin li aliyekê zarokên gelê Kurd bi qehremanî û îradeyek mezin têkoşîn dikin û şehîd dikevin, li aliyê din jî PDK wek îstixbaret, mît li gel dijimê gelê Kurd cihgirtiye. Mixabin li vêderê ya ku ji PDK’ê tê xwestin erkê welatparêzî û ji bo gelê xwe kar û xebat meşandine, lê PDK berovajî vê yekê li gel dijminê gelê Kurd cih girtiye.”
‘Tinekirina gerîla ye’
Tekîn Qewalî balkişand li ser rêxistina PKK’ê û da diyar kirin ku êdî ev rêxistin di cihanê de tê qebûlkirin û wiha pêde çû: “Rêxistina PKK’ê gehiştiye wê astê ku di Rojhilata Navîn de kesek nikare bêyî wê gavekê jî bavêje. Li beranberî vê yekê Mala Barzanî jî ji bo van destkeftiyên ku hatine bidestxistin tine bike, di asta malbatî de berjewendiyên xwe esas digire û destkeftiyên civakî yên ji bo berjewendiyên tevahî Kurdistanê û mirovahiyê serî li her cûre xirabiyan dide. Jixwe armanca PDK’ê ya yekem tinekirina gerîla ye. Ji ber ku bi eşekere jî dibêjin, ‘çi karê gerîla li Başûr heye?’ Ji ber ku parçeyên din yên Kurdistanê temaşenake ku bixwe bibîne Kurdisan yeke û yek netewe. Ji bo wê jî tişta ku ji destê wan tê û dijmin ji wan dixwazin, li hemberî gerîla pêktînin. Em PDK’ê wekî hizbekî yan jî partiyekê nagirin dest, weke taşarûnekê li Başûrê Kurdistanê ye, li hemberî gerîla fermana ku Tirkiye dide wiya pêktîne.”

‘Bêdengiya xwe bişkêne’
Tekîn Qewalî di dawiya axaftinên xwe de da zanîn ku PDK’ê di aliyê çêkirina rê û baregehên leşkerî de alîkarî dide dewleta Tirk û wiha peyîvî: “Niha li Başûr di asta aborî de qeyranek heye, lê mala Barzanî berjewendî û destkeftiyên gelê xwe hemû xistiye xizmeta dijmin û ji bo wî kar dike. Ev nêzî dû, sê sale teknîk û teknolojiya pêşeketî, kîmyabarana ku dijmin li ser gerîla bikartîne nebese, vê carê PDK bixwe dikeve pêşiya dijmin jêre rê û baregehan çêdike. Her wiha di aliyê cebilxane, lojîstîk û hwd de alîkarî dide. Divê êdî gelê Başûr vê bêdengiya xwe bişkêne û bi erka xwe rabe. Ez bang li tevahî gelê Kurd dikin ku tişta dideve li ser milê wan pêkbînin.”
0 Yorumlar