Ticker

10/recent/ticker-posts

KNK: Divê êrîşa li Xelîfanê bê zelalkirin

KNK’ê kemîn û êrîşa li Xelîfanê ya li dijî gerîla şermezar kir û bang li PDK’ê kir ku gerîlayên birîndar ên di destê wan de ye, radestî hêzên HPG’ê bike. KNK’ê xwest bûyera Xelîfan were lêkolînkirin û zelalkirin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser êrîşa 5’ê Îlonê ya li herêma Xelîfanê ku li dijî komeke gerîla hate kirin, daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

“Roja 5’ê Îlona 2022’yan li navçeya Xelîfanê li dola Balîsan, grûbek şervanên azadiyê (Gerîlayên HPG’ê) ketin kemînekê. Bi êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk, 3 gerîla şehîd ketin û 2 gerîla jî bi birîndarî ketin destê hêzên PDK’ê. Li herêmeke ku derveyî herêma şer e, şevek tarî ku gerîla dimeşiyan û diçûn, vê demê de balafirên bêmirov çawa dikarin wana tesbît bikin? Kê ev îstîxbarat da dewleta Tirk? Hêzên PDK’ê li wê derê çi dikirin? Her wiha gundiyên nêzîkî cihê bûyerê dibêjin dema hêzên PDK’ê çûne cihê bûyerê, dengê çekan jî hatiye. Ev hemû cihê pirsê ne.”

KNK’ê bi bîr xist ku HPG’ê di daxuyaniya xwe de, banga lêkolînê dike û ji PDKê jî daxwaz dike ku gerîlayên birîndar teslîmê HPG’ê bike.

KNK’ê got, “Em banga HPG’ê di cih de dibînin û piştgirî dikin. Divê ev bûyer bê lêkolînkirin û bê zelalkirin û gerîlayên birîndar jî radestî HPG’ê bêne kirin. Li vê herêmê ev ne cara yekê ye ku gerîla dikevin kemînê. Salek pêş niha yek 26’ê Tîrmeha 2021’ê de û yek jî di 29’ê Tebaxa 2021’ê de, 2 grûbên din yên gerîla ketibûn kemîna hêzên PDK’ê. Di van hersê kemînan de heta niha 12 şervanên azadiyê şehîd ketine.

Demeke dewleta Tirk, di şerê dagirkirina Başûrê Kurdistanê de ketiye nav aloziyek gelekî mezin, rojane gelek leşkerên wan tên kuştin û di demên dawî de geleke helîkopterên wan hatine xistin. Di rewşeke wiha de PDK’ê hevkarî û piştgiriya xwe ji bo dewleta dagirker hîn zêde û berfirehtir kiriye. Hinek cihan rê û rêbaran ji wan re çêdike û gelek cihan jî raste rast alîkariya wan dike.

Ev serê çend salane KNK’ê bi awayekî berfireh tevayî derfetên xwe seferber kiriye û hewl dide ku pêşî li ber hevkariya hêzên Kurdistanî li gel dewletên dagirker bigre. Lê gelekî mixabin, tevî her hewl û xebatên me, PDK li ser hevkariya bi dijminan re israr dike û her diçe vê hevkariya xwe berfirehtir dike. Em baş dizanin ku mebest û armanca dewleta Tirk ew e ku hemî destkeftiyên gelê Kurdistanê têk bibe û birûxîne. Ji bilî PDK’ê, herkesî ev armanc û mebesta dewleta Tirk fam kiriye.

Em weke KNK’ê dixwazin careke din bangawaziyê li PDK bikin; Tevgera Azadiyê ya gelê Kurdistanê li her çar beşan gihîştiye asteke gelekî bilind û gelek destkeft bi dest xistine. Helbet me gelek qurbanî, cangorî û bedelên mezin jî dane. Hevkariya we li gel dewleta Tirk, çi di asta neteweyî û çi jî di asta navneteweyî de zerar û ziyaneke gelekî mezin li têkoşîn, xebat û destkeftiyên me dike. Çareserî bi hevkariya li gel dijmin nabe û bi tu rengî jî nayê qebûl kirin. Belê em dizanin ku hin pirsgirêk di nav tevgera gelê Kurd de heye û çareseriya wê jî, encex bi rêya diyalogê, dan û standinan pêk tê.

Di heman demê de em bangewaziyê li hemû partî, rêxistinên siyasî, saziyên civakî, hunermend, ronakbîr û hemû kesayetiyên welatparêz dikin ku dengên xwe li hember hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta dagirker bilind bikin û helwesteke welatparêzî werbigirin, berî bi derengî bikeve. Divê herkes destê xwe dayne ser wijdanê xwe û bêdeng nemînin.

Li ser vê bûyerê, em ji malbatên cangoriyan, fermandariya HPG’ê û gelê Kurdistanê re sersaxiyê, ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Em dixwazin ev bûyer di demeke kurt de, bê lêkolînkirin û bê zelalkirin û gerîlayên birîndar jî radestî HPG’ê bêne kirin. Em careke din hêzên kemîn danîn û êrîşkaran şermezar dikin.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar