Ticker

10/recent/ticker-posts

Di temenê biçûk de xweza hembêz kiriye

Mercan Kara zarokek 13 salî a Wargeha Mexmûrê ye, di temenê xwe yê biçûk de huner û xweza hembêz kiriye. Mercan zu têgihiştiye ku her kesek dikare di milê xwe de sud bide xwezayê û ew jî li ser vê armancê girêdanbûna xwe ya bi xwezayê re li ser bingehê heskirinê xurtkiriye.

FARQÎN KARA - ROJEV

Xeyalkirin baskê herî esas yê hunerê ye. Ji bo ku huner were afirandin û pêşxistin di destpêkê de pêwîstî bi xeyalkirinê heye. Hêza xeyalkirinê jî bê sînore û bi taybet di zarokan de di her aliyê jiyanê de çalak û bandorkere. Yek ji hêza xeyalkirina zarokan jî ji xwezayê tê. Çawa ku zarokek di hembêza dayîka xwe de xwe aram hîs dike heman şêweyî di nava xwezayê de heman hestî hîs dike. Zarok xwestek û daxwazên xwe di xeyalên xwe de didin zindî kirin û vê yekê jî bi rêya hunerê pêktînin. Bi xîzkirina wêneyê, bi lêdana ensturmanekê, bi nivisîna helbest an jî çîrokekê an jî bi gotina stranekê zindî dike. Bi zindîkirina xeyalên xwe rih didin civakê jî.

Di roja me ya îro de mafê xeyalkirin û zindî kirina xeyalan ji zarokan hatiye standin. Ji bo civak bê kuştin û bê rih bê hêlan û sînorek ji xeyalên zarokan re bi cih bike, bi her awayî sîstem êrişî hestê zarokan dike.

Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ev 23 salin di nava koçberiyê de jiyan dikin xwebûn û girêdanbûnek bi xwezayê re heye. Xelkê wargeha Mexmûr a ku weke dojeh dihat wesfandin veguherandin cenetekê. Çolek ku tenê ji xakek hişk û zuha pêk dihat bi rengê keskahiyê xemilandine. Di vê penaberiyê de bê guman yên ku herî zêde jê bandor bûyîn zarokin. Zarokên Mexmûrê bi xeyalên xwe weke keskesorê wargehê dixemilînin.

Yek ji wan zarokên ku ji wargehê re dibin rêya îlhama jiyanê Mercan Kara ye. Mercan zarokek 13 saliye û di dibistana navîn de dixwîne. Li hember koçberiya ku di nav de ye bi xeyalên xwe şer dike. Bi heskirina xwe ya li hemberî xweza û hunerên xwe yên din xeyalên xwe di cîhana xwe ya biçûk de zindî dike.

Li wargeha Mexmûrê sîstema perwerdê ya di bin banê Pergala Modernîteya Demokratîk de hatî danîn bê mînake. Zarokên wargehê bi zimanê dayîka xwe fêrî zanistê dibin. Mercan jî yek ji wan zarokan e û di ferqa wê cudabûnê de ye. Xwezaheza biçûk dema ku qala daxwaz û xwestekên xwe dike, di serê hemûyan de bi şêweyek azad bi zimanê xwe axaftinê digire. Weke ku ew bi xwe dibêje her kesên ku di cîhanê de heyî dixwaze ku bi zimanê dayîka xwe jiyan bike.

Di nava daxwaz û xwestekên Mercana biçûk de huner cihek xwe yê girîng heye. Huner weke şêweyek yê jiyana xwe lê kiriye. Xeyal û xwestekên xwe bi rêya hunerê vedibêje. Mercan ji bo vê hêza xwe ya hunerê pêş bixe di bêhndana havînê de berê xwe dide Atolya Delîla û xwe fêrî wêne xîzkirinê dike. Mercan li gorî tîne ziman di fikirê wî de çi derbaz bibe, tiştên ku jê hezdike weke lawir, xweza û mirov çi be dirijîne ser pelê wêneya xwe.

Her wiha li gel xîzkirina wêneyê û bi xerîkbûna xwezayê re jî, bi pergalên cuda neqşan çêdike û mala xwe dixemilîne. Amûr û pergalên ku nayên karanîn yên wek plastîk li şûna ku bavêje derdor û zerer bide xwezayê, di nava wan de xwezayê zindî dike. Şekil û şêweyên cuda dide qap û beroşên plastîk û di nava wan de gul û çîçekên cuda diçîne. Wan gul û şînatiyan bi heskirin mezin dike. Mercan bi temenê xwe yê biçûk daxwaz dike ku bi huner û xeyalên xwe yên mezin ne tenê mala xwe, sud bide wargehê û derdora xwe jî.

Mercan ji ber heskirina xwe ya li hemberî xwezayê hertim hewl dide derdora xwe û mala xwe şînbike û dibêje: “Ez dixwazim her der şîn û xweşik be. Lê niha derfetên têrê bike destê me de nîne. Rexmê ku wargeh xwedî axek zuha û bê ave lê her kes hewl dide derdora xwe şîn bike. Di rastiyê de xweza tişta herî girînge. Li gelek cihan xweza tê qetilkirin, lêhî û kareset radibin, bi hezaran dar tên şewitandin. Ev jî tê wê wateyê ku xweza jî êdî me qebûl nake. Em dixwazin xwezaya xwe bidin jiyankirin û rengandin. Ji bo em rê li van karesetan bigrin divê her mirovek xwedî li xwezaya xwe derbikeve.”

Mercan rexmê temenê xwe yê biçûk zu têgihiştiye ku her kesek dikare di milê xwe de sud bide xwezayê û ew jî li ser vê armancê girêdanbûna xwe ya bi xwezayê re li ser bingehê heskirinê xurtkiriye. Weke ku bi xwe tîne ziman îro ew ji bo xwezayê tiştek dike, sibe yek din bike wê hêdî hêdî xweza rewşa xwe ya berê bigire û rê li ber tunebûna xwezayê were girtin.

Mercan bang dike ku divê neyê hêlan ku xweza were şewitandin û wiha vegotin dike: “Xweza dikare bê mirov hebûna xwe bidomîne, lê mirov nikare bê xweza hebûna xwe bi domîne. Dema ku em zerer didin xwezayê em her wiha zererê didin xwe û lawiran jî. Ji bo wê divê her mirovek xwedî li xwe û xwezayê derbikeve.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar