Ticker

10/recent/ticker-posts

HPG’ê têkildarî Xelîfanê got: Divê bûyer ronî bibe

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê (HPG-BÎM) di derbarê êrîşa ku 5’ê Îlonê li Geliyê Balîsanê li hemberî gerîla pêk hat de daxuyaniyek da. HPG’ê ji PDK’ê xwest ku gerîlayên birîndar radest bike.


HPG-BÎM’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku li Geliyê Balîsanê li dijî tîmeke gerîlayan a ji 5 kesan pêk dihat rastî êrîşa balafirên keşfê hatine. HPG-BÎM'ê ragihand ku 3 gerîla şehîd bûne û 2 jî birîndar bûne û diyar kir ku divê bûyer bê ronîkirin.

Daxuyanî wiha ye: “5’ê Îlonê danê êvarê tîmeke gerîlayan a ji 5 kesan pêk dihat dema li bejahiyê li nêzî gundê Tarava ya Geliyê Balîsanê diçûn herêmeke din, rastî êrîşa balafirên keşfê hatin. Di vê komê de hevalên me Rêzan Botan, Armanc Zîlan, Karo Kobanê, Aşîkar Colemêrg û Zanyar Tavê cih digirin. Li gorî agahiyên me girtiye di vê êrîşê de; 3 rêhevalên me şehîd bûn û 2 rêhevalên me jî birîndar bûn. Hate hînbûn ku hêzên PDK'ê piştî êrîşê mudaxeleyî cihê bûyerê kirin û hevalên me yên birîndar rakirin û birine. Heya niha em nizanin ku ji vê komê kîjan hevalên me şehîd bûne û kîjan birîndar in.

Eşkere ye ku li vê herêma ku ne qada şerê germ e, balafira keşfê ji nişka ve hat û bi şev komeke ku li eraziyê dimeşiyan tespît kir û li wan xist, nîşan dide ku hevalên me bi sîstemeke îstîxbaratî ya bi rêxistinbûyî ve hatine şopandin. Her wiha dema ku hêzên PDK’ê hatin herêmê û bihîstina dengê çekan ji aliyê şêniyên gund jî rewşeke balkêş e.

Eşkere ye ku ev bûyer bûyerek e ku divê bê lêkolîn û ronîkirin. Di vê xalê de agahiyên hevalên me yên birîndar bidin jî wê di zelalkirina çawaniya qewimîna bûyerê de cihekî xwe yê girîng hebe.

Ji ber vê yekê em hêvî dikin ku hevalên me yên ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatine girtin, di demek herî kurt de radestî me bikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar