Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê bi komek nû didome

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bi koma nû didome.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bi koma nû didome. Beriya ku koma nû çalakiyê dewir bigre deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê Mihemed Salih Kadûnî axivî.

Mihemed Salih di axaftina xwe de diyar kir ku armanca çalakiya wan ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurde û wiha got: “Heta ku em Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad nekin em dest ji çalakiyên xwe bernadin, li ser vî  bingehî ji her hemwelatiyekî Kurd û bi taybet ji gelê Wargeha Mexmûr tê xwestin ku li ber xwedîderketina Rêbertî de berpirsyar be. Ji ber ku Rêbertiya me hebûna me ye, hebûna gelê azadîxwaze, ji ber vê yekê dewleta dagirker hebûna xwe li ser tinebûna gelê Kurd dibîne. Li ser vî bingehî divê em jî li hemberî vê bi hemû şêwazan liberxwe bidin, heta ku em Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad bikin. Wek tê zanîn li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Suriye erdhejek çêbûye di encama vê erdhejê de bi hezaran kes jiyana xwe jidestdan, birîndar bûn û bi hezaran kes jî di bin kavilan de maye. Ji bo kesên jiyana xwe jidestdane sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfa dixwazin.”

Piştî axaftinê, koma nû bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî bike’ çalakî dewirgirtin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar