Rojnameya Serxwebûnê nameyên gerîla Sara Tolhildan (Dilara Urper) û Rûken Zelal (Emel Feremez Hisên) weşand, ku li navçeya Mezîtlî ya Mersînê di 26’ê Îlona 2022’an de li hemberî navenda polîsan çalakiya fedaî kirin.
Di hejmara nû ya rojnameya Serxwebûnê de nameyên Sara
Tolhildan û Rûken Zelal hatin weşandin, ku ji Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan û
Fermandariya Biryargeha Hêzên Taybet ên YJA Starê re nivîsandin.
Nameyên ku li rojnameya Serxwebûnê hatin weşandin wiha ne:
NAMEYÊN SARA TOLHILDAN Û RÛKEN ZELAL ÊN LI MEZÎTLIYÊ
ÇALAKIYA FEDAÎ KIRIN
Hevrê Zinar, Doga, Mûnzûr, Rojhat, Jînda û bi dehan hevrêyên
min ên ku bi jimartina navê wan naqedin, gelê min ê leheng û Rêberê min ê ku
fedaiyê herî mezin e bi sekna xwe hînî me kirin bê ruhê serdemê çawa ye. Ya ku
bi para min dikeve ne ew e ku xwe li ser van nirxên mezin bidim jiyîn, ya ku bi
para min dikeve ew e ku hêjayî van nirxên mezin bim. Ji bilî vê yekê rêyeke
cuda ji bo xwe qebûl nakim. Ji ber vê yekê bi dilsoziya rastiya şehîdan ku
nirxên me yên herî mezin e û dilsoziya bi bîrdoziya Serok Apo, biryardarî û
daxwaza min a ji bo bersivdanê ji her demê bêhtir xurt e.
Rapora min a ji bo çalakiya fedaî ya ji bo Tabûra Nemiran a
Şehîd Zîlan e
Navê min-paşnavê min: Dilara Urper
Nasnavê min: Sara Tolhildan
4'ê Nîsana 1992'an ji dayik bûm.
Ji gundê Çemanê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê me.
Ji nava malbateke welê têm ku hestên xwe yên welatparêziyê
xurt e, bi Rêbertî û partiyê re di asta hestewarî de dilsoz e, lê belê di
navbera çanda partiyê û pîvanên jiyana feodal de asê maye û piştre jî rêbaza
jiyanê ya metropolan lê zêde bûye, bi vî rengî bûye xwedî rengekî kozmopolîtîk.
Dilsoziya malbatê ya bi partiyê re, ji dema milîstiya b.... a li rêxistinê,
beriya ji dayik bibim, destpê kir.
Mîna gelek malbatên ji Bakurê Kurdistanê ku di salên
1993-94'an de ji ber kiryarên dewleta Tirk ên şewitandina gundan, dûrxistina
gel ji xak, çand û nirxên xwe yên jiyanê, di encama polîtîkayên koçberkirina bi
darê zorê de li çar aliyên cîhanê belav bûn, malbata min jî koçî Başûrê
Kurdistanê kir. Li ser vê bingehê salên min ên zarokatiyê, kêliyên min ên ku
hewl didam hînî jiyanê bibim li Başûrê Kurdistanê di nava şert û mercên giran
de derbas bûn. Van şert û mercên giran ji aliyê erênî û neyînî ve gelek bandor
li kesayetiya min kirin. Jiyana li nava mercên kampê; naskirina rastiya dijmin
a di temenê zarokatî de, min gelekî êşand. Di heman demê de hesta min a
hilanîna tolê jî mezin kir. Li aliyê din, hewldana Tevgera Azadiyê ya ji bo
parastina gel ê li kampan, ew kêliyên ku hewl dihate dayin bîrdoziya Rêbertî li
nava gel bê belavkirin, ji bo min hinceta bingehîn a tevlîbûna li nava partiyê
ye. Li ser vê bingehê hîn 7-8 salî bûm, min soz da xwe ku dema mezin bûm ez ê
bibim gerîla.
Sal di ser re bihurîn û di jiyana me de gelek guhertin
çêbûn. Ji ber hin pirsgirêkên malbatî di destpêka salên 2000'î de em ji mirovên
hêja yên li kampê cuda bûn ku me heman êş, heman kêfxweşî, heman xemgînî parve
dikirin. Me berê xwe dan metropolên Tirkiyeyê. Lê belê min ti carî çûyîna
Tirkiyeyê qebûl nekir, nepejirand. Min her timî xeyala wê yekê dikir ku rojekê
ya li kampê ya jî li gundê xwe vegerin. Ji ber vê yekê dema ku malbata min
qeyda min li dibistanên sîstemê çêkir, bi hêrseke mezin ez li ber rabûm. Ji ber
ku min bingeha xwe bi çanda xwe danîbû. Li gel nebûna derfetan jî ji bo min
şerefek bû ku min bi zimanê xwe dest bi xwendinê kiribû. Min sirûdên me gotibû.
Min Rêberê xwe nas kiribû. Bi hişmendiya xwe ya dîrokê min hewl da ku
têbigihêjim. Piştî van hestan ma pêkan bû ku mirov bikevin nava wê jiyanê! Dema
ku vê dibêjim, bêguman nabêjim ku wê jiyanê bi ti awayî bandor li kesayetiya
min nekiriye. Ji gelek aliyan ve xisar lê kir. Lê belê ya herî girîng soza min
a ji bo xwedîderketina li rabirdûya xwe bû. Li ser vê bingehê di 7'ê Tîrmeha
2009'an de li Stenbolê tevlî nava refên partiyê bûm.
DEMA KU TEVLÎ NAVA PARTIYÊ BÛM MIN GOT EZ Ê BIBIM EW KESA
KU BAR HILDIGIRE
Eger qala rêbaza xwe ya tevlîbûna li nava rêxistinê bikim;
hîn di nava sîstemê de min gotibû 'Di nava PKK'ê de ez ê nebim bar, ez ê bar
hilgirim'. Min nava wê bi têrkerî nekarî dagirim jî min her tim xwest bi vê
têgihiştinê bimeşim. Lê belê ji ber ku ji îdeolojî, çand û pîvanên jiyana PKK'ê
dûr bûm, bi taybetî ji ber ku haya min ji kesayetiya çewt a jiyana sîstemê tune
bû, li gel nêta xwe ya baş jî bi giranî rêbazeke tevlîbûnê ya welê çêbû ku hem
xwe tengav dikir, hem jî zor dida rêxistinê û hevrêyên xwe. Min nekarî vê
bêrêbaziyê demeke dirêj ji holê rake. Bêguman ji ber feraseta ku diyalektîka
jiyana PKK'ê dide me namzetên milîtaniyê, kesayeta/ê dixwaze têbikoşe,
kêmasiyên xwe hebin jî eger bi biryar be li ser rêya xwe; zor û zehmetiyên
dikişîne bi ti awayî nikare li pêşiya berpirsyariyên xwe bibe asteng û zane ku
divê nebe asteng. Dibe ku di gava destpêkê de zêde bi vê yekê nehesiya, lê belê
bi demê re hay ji vê rewşê çêbû. Ji ber vê yekê di pêvajoya destpêkê de tevî ku
dûrî fêhmkirina kûrahiya rastiya jiyanê bûm û min mîsyonek nedabû xwe jî,
cewhera tevlîheviya di hestê xwe de; nîşaneya dûrbûna ji gelek pîvanên exlaqî
yên PKK'ê bû. Ji bo dawî li vê dûrbûnê bînim pêwîstiya min bi têgihiştinê hebû.
Min hewl dida vê hişmendiyê jî ji Rêbertî, ji rojnivîskên hevrêyên şehîdan
werbigirim.
Di vê pêvajoyê de piştî ku min pirtûka 'Sê nemirên bi jiyana
xwe ya fedaî' haya min ji Saziya Hêzên Taybet çêbû. Min biryar da ku divê ez jî
teqez tevlî vê saziyê bibim. Di encama vê biryarê de pêşniyara min a ji bo
tevlîbûna li Hêzên Taybet hate qebûlkirin û li ser vê bingehê mehên dawî yên
sala 2010'an beşdarî nava karên saziyê bûm. Bi tevlîbûna li saziyê re min
rastiya fedaîtiyê nas kir ku cewhera PKK'ê ye. Ya ku min bi dest xist, ez
dihejand. Ji ber ku heta wê kêliyê jiyana min a hestewarî bi şênberî min bi min
dida naskirin. Bi min dida fêhmkirin ku çiqasî ji xwe hatime dûrxistin, çiqasî
xwebûna xwe winda kiriye, çiqasî bûme ya dijmin. Vê hesîna bi xwe diviyabû
bibûya sedema sekneke hîn mezintir a têkoşînê, nefreteke hîn xurtir ali hemberî
dijmin û bicihanîna pêwîstiyên vê yekê di nava jiyanê de. Lê belê ya ku di
kesayetiya min de der bû; hîn bêhtir berê xwe da ya hêsan, ne bi rengekî
objektîf, lê bi rengekî hestewarî nêzî rewşê bû, lewma jî paşve gav avêt. Ji
aliyê cewherî ve ev yek revek bû û min baş bi vê zanîbû. Yanî pirsgirêk ne li
mekanê bû, pirsgirêk bi min re bû, pirsgirêk di kesayetiya min de bû ku dijmin
belawela kiribû. Ji ber vê yekê nikarîbûm bireviyam. Diviyabû bimam, bi xwe re,
bi kesayetiya xwe ya bûbû ya dijmin re têbikoşiyam û ruhê xwe azad bikira. Eger
min dixwest ji bo nirxên xwe, ji bo Rêberê xwe, ji bo tevgera xwe, ji bo gelê
xwe şer bikim, diviyabû destpêkê ez bibûma ya xwe. Bêyî ku bibim ya xwe, yanî
bêyî bibim xwebûn, gelo min ez ê çawa bibûma ya bi milyonan?
Piştî ku bi van xusûsan hesiyam, min destpê kir ku hîn bi
xurtî tevlî nava jiyanê bibim. Vê rêbaza tevlîbûnê dikir ku hîn bêhtir tehma
jiyanê bikim. Lê belê bi demê re min fêhm kir ku tevlîbûna min nabe bersiv ji
pêvajoyê re, ji bilî wezîfeyên rojane di bicihanîna wezîfeyên dîrokî de lawaz
dimînim, lewma ketim nava feraseteke kûr. Di encama vê kûrbûnê de jî min xwe ji
bo Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan pêşniyar kir. Ji bo pêşniyara min bê qebûlkirin
3 salan li bendê mam. Piştî 3 salan min şens bi dest xist ku tevlî Tabûrê
bibim. Di nava Tabûrê de tevlî gelek perwedeyên hêja û bi wate bûm. Van
perwerdeyan bi rastî jî kirin ku bibim xwedî ferasetekê. Bêguman li gel pîvanên
exlaqî û bedew ên ku min bi dest xistin, her wiha dorpêçiya jiyana pergalê
dewam dikir ku weke jinekê li peşiya min dibû asteng ku mîsyon û nasnameya
Tabûra Şehîd Zîlan temsîl bikim, cewhera milîtaniya xetê ya bi îrade ya rastiya
Şehîd Zîlan di kesayetiya xwe de serwer bikim. Lewma heta vê dorpêçiyê bi
temamî ji holê ranekim nikarim bibim bersiv ji Zîlanan, Zinaran, Dogayan,
Mûnzûran, Rojhat û Jîndayan re. Haya min ji vê heye. Ji ber vê yekê nikarim xwe
bidim pişt ti hincetê. Ji ber ku hevrê Zinar, Doga, Mûnzûr, Rojhat, Jînda û bi
dehan hevrêyên min ên ku bi jimartina navê wan naqedin, gelê min ê leheng û
Rêberê min ê ku fedaiyê herî mezin e bi sekna xwe hînî me kirin bê ruhê serdemê
çawa ye. Ya ku bi para min dikeve ne ew e ku xwe li ser van nirxên mezin bidim
jiyîn, ya ku bi para min dikeve ew e ku hêjayî van nirxên mezin bim. Ji bilî vê
yekê rêyeke cuda ji bo xwe qebûl nakim. Ji ber vê yekê bi dilsoziya rastiya
şehîdan ku nirxên me yên herî mezin e û dilsoziya bi bîrdoziya Serok Apo,
biryardarî û daxwaza min a ji bo bersivdanê ji her demê bêhtir xurt e.
JI HEVRÊYAN HEMÛYAN RE YÊN KU DILÊ XWE BI RASTIYA APOYÎ
LÊ DIDE
Rastiya ku PKK'ê dike PKK, nirxê heqîqeta di têkiliyên
hevrêtiyê de ye. Partiya me PKK bi pêşengiya Rêberê me heqîqeta hevrêtiyê ji
kûrahî ve jiya, bû partî, bû artêş û di vê serdemê de bûye dengê bindestan
hemûyan. Di dîroka PKK'ê de bersiva li Hakî, Kemal, Ferhat, Mazlûm, Bêrîtan,
Zîlan û Sarayan her tim mezinkirin û bilindkirina hevrêtiyê bû. Ji bo me; yên
ku ketine bandora vê kevneşopiyê û dixwazin bibin şopdarên vê kevneşopiyê,
têkiliyên hevrêtiyê beriya her tiştî ye. Ji bo mirov zanibe ku li ser xeta
PKK'ê bi rengekî rast bi pêş ve diçe yan naçe, divê mirov li têkiliyên wê/î yên
hevrêtiyê binihêrin. Ji ber ku Rêberê me dibêje, 'Têkiliyên hevrêtiyê cewhera
têkiliyên civakî ye. Bi qasî civaka dîrokî her wiha nîşaneya civaka paşerojê
ye. Bi esasî têkiliyên îdeolojîk e. Têkiliya heqîqetê ye ku îdeolojiyê radixe
pêş çavan'. Mîna vê tespîtê, têkiliyên me yên hevrêtiyê divê li gorî cewhera
sîstema nirxên komunal a demokratîk bin ku em dixwazin temsîla wê bikin. Li ser
vê bingehê rêbazên tevlîbûnê û têkiliyên dûrî heqîqeta hevrêtiyê, mîna xiyanetê
ne. Dema ku rastiya xwe di vê çarçoveyê de dinirxînim, gava ku rêveçûna xwe ya
li nava PKK'ê şîrove dikim, gelek aliyên xwe dibînim ku li heqîqeta hevrêtiyê
nayên. Pê zanim ku ev aliyên min ên ku dibêjim bi wan zanim, nîşaneya aqlê
serwer ê di kesayetiya min de ye. Di kesayetiya min de çanda dayikê ku nûnera nirxên
komuknal a demokratîk e û aqlê mêr ê serwer têdikoşin. Dema ku dixwazim hîn
bibim bê kîjan ji wan wê bi ser bikeve, bala xwe didim ser tevlîbûn û sekna xwe
ya li nava jiyanê. Wê demê fêhm dikim ku kêliyên min ên tevlîbûna xurt, çanda
dayikê yanî keliyên rastiya Rêbertî ne. Ya ku zerarê dide jiyana min jî, kêliya
ku zorê dide hevrêtiyê jî ew kêliyên sîstemê ne ku kesayetiya min kontrol dike
û bi rê ve dibe. Di nêt, hest û fikir de hêrseke mezin li hemberî sîstemê hebe
jî dema ku nefretê bi hişmendiyê bi rêxistin nekim, gelek caran di kesayetiya
xwe de dikevim xefika aqlê baviksalar ê li nava jiyanê. Yanî li hemberî dijminê
di nava xwe de têk diçim. Lê belê ji bo ev rêveçûn bi vî rengî dewam neke; ji
bo di hest, fikir û sekna jiyanê de mejiyê dayikê serwer be û aqlê serwer bi
temamî ji holê rakim, zanim ku divê giraniyê bidim ser xwe, kesayetiya xwe
terbiye bikim. Di nava jiyanê de kêliyên ku meylên li derveyî partiyê xwe nîşan
dide, dikevim xefletê, dest ji têkoşîna nefsê berdidim, xwe û rabirdûya xwe ji bîr
dikim, ew kêliyên xiyanetê ne. Ji bo vê meyla xiyanetê di kesayetiya xwe de bi
temamî ji holê rakim û biavêjim; bi hemû hucreyên xwe hîs dikim ku divê di
rastiya Şehîd Sema Yuce de xwe şênber bikim, bi rengê Sema li hemberî xwe şer
bikim, bi rengê Sema lawaziyên xwe yên mirovî ji holê rakim, berê xwe bidim
navendekê û zanim ku ev yek jî bi hilweşandina 'ez' a heyî dibe, ji nava
xweliyên vê eykê jî bi bedewiya Sema 'ez'eke nû biafirînim. Ev ê ne hêsan be,
zanim ku ne hêsan e. Lê belê ya ku min bigihîne cewhera min, têkoşîna min a li
hemberî xwe ye, biryardariya min bi xwe ye. Bi vê îdîa û biryardariyê gelekî
kêfxweş û kelecanî me ku li ser bingeheke rast xwe bigihînim we hevrêyên hêja.
Li qadên ku mam e, gelek kêlî çêbûn ku min zerar da têkiliyên hevrêtiyê. Min
êşa van kêliyan timî kişand. Lê belê ez ê ne tenê êşa wê bikişînim. Ez ê
têkoşîneke rast a rexnedayinê bimeşînim. Ez ê li her kêlî û qadê çalakiya
jiyanê bikim. Herî dawî; min gelekî ji we hez kir û ez ê ji we hez bikim. Bi vê
hestê we hemûyan silav dikim.
JI HEVRÊYÊN JIN HEMÛYAN RE
Weke hevrêyeke we ku bû xwedî wê rûmetê ku li nava PKK'ê
karibe têbikoşe, min timî xwest ku rastiya jinê ya ku Rêbertî destnîşan kir
fêhm bikim bê di kîjan rewşê de ye û divê bigihêje kîjan astê. Li ser vê yekê
timî kûr bûm û min xwest encamekê jê derxînim. Ji ber vê yekê çawa ku di encama
keda mezin a Rêberê me de gelê Kurd ji ber tunebûnê bû xwedî hebûn û îradeyê,
çawa ku li hemberî modernîteya kapîtalîst xwe bi Paradîgmaya Azadîparêziya
Jinê, Ekolojîk û Demokratîk xwe bi rêxistin dike û dixwaze bersivê bide, li ser
vê bingehê çawa ku veguherî hêmaneke bingehîn, ev yek ji nêzîkatiya wî ya li
pirsgirêka jinê cuda nîne. Ji dîrokê û vir ve ev rewş bi vî rengî ye. Kê
xwestibe ji bo azadiyê têbikoşe, destpêkê nêzîkatiya xwe ya li jinê diyar
kiriye û hemû kiryarên neexlaqî yên pergalê red kiriye. Ji bo vê yekê ne şaş e
ku mirov mînakên Zerduşt, Manî, Babek, Şêx Bedrettîn bidin. Di pêvajoyekê de ku
nirxên civakî yên xwe dispêrin otorîteya jiyanê ji holê hatine rakirin û bi her
awayî ketine bin bandora sîstema mêr a serwer, di nava şert û mercên sîstema
kapîtalîst de ku nirxên jinê nahêle, hemû tevger û bîrdoziyên dixwazin bersivê
bidin pirsgirêkên civakî, neçar in ku mîna Rêberê me kiriye, pirsgirêka jinê ji
bingeha civakî binirxînin, weke reya rizgariya ji koletiyê bibînin û meyleke bi
vî rengî nîşan bidin. Dibe ku kedeke mezin hatiye dayin, divê ev neyên
înkarkirin. Lê belê di nava jinan bi xwe de pêşengên di vê astê de derneketine
ku pirsgirêkê bi vê astê dinirxînin û têdikoşin. Dibe ku gavên gelekî hêja
hatibin avêtin. Li cîhanê dibe ku di vê mijarê de serhildanên jinan çêbûne. Lê
belê bi qasî ku min hewl da fêhm bikim û hîn bibim, ti ji wan mîna Rêbertî
rastiya jinê ya li derveyî sîstema heyî pênase nekirine û nekirine hinceta têkoşînê.
Ji ber vê yekê ez xwe gelekî bi şens dibînim. Ji ber ku ez
bi PAJK'ê têkoşîna parastina nasname û hebûna xwe dimeşînim, têkoşîna azadiya
xwe didim ku bi pêşengiya Rêberê me, bi keda mezin a bi sedan hevrêyên min ên
jin bûye partî, bûye artêş û xwedî biryardariya azadkirina jinan ji koletiyê
ye, ji bo vê jî roj bi roj mezin dibe, gihîştiye cewhera pêşengiya rizgariya
civakê. Bêguman li gel kûrbûna xwe ya ji vî alî ve, her wiha vê rexneya Rêbertî
jî bi rengekî cidî ez hejand: 'Divê bibêjim ku nêzîkatiya hevalên jin a li ser
mijara şoreşa jinê gelekî nepixandî dibînim. Mîna ku şoreşeke bi vî rengî pêk
hatiye diaxivin û dinivîsînin'. Eger li gorî rastiya xwe binirxînim, asta min a
têkoşînê ya li nava jiyana pratîkî ya civakî gelekî nizm e. Tespîta Rêberê me
ku dibêje, 'Yên ku bi xwe bûne girêka kor, nepêkane ku girêka kor a hinekî din
vekin û hinekî din azad bikin', ji bo min bû bingeh ku heta aliyên xwe yên
kevneşop ên paşverû, aliyên xwe yên dûrî ji hişmendiya xwe ya zayendî ji holê
ranekim, nikarim bi ti awayî bi ser bikevim. Ji ber vê yekê dikarim bibêjim; ji
bo karibim nasnameya PAJK'ê bi rengekî hêja hilgirim divê bi her awayî ji
rastiya civakî ya bi aqlê mêr ê serwer cihê bibim! Mîna ku Rêberê me destnîşan
dike; 'cihêbûna mutleq', yanî rabûna li ber têkiliya bi sîstemê re, redkirina
koletiyê. Yanî xwe ji her alî ve perwerde bikim, xwe terbiye bikim, bibim xwedî
wê seknê ku ne milkê kesî me, kes ne milkê min e, xwedî sekneke bi îrade bim.
Ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşîneke dijwar heye...
Weke encam; karim bibêjim ku heta niha bi gelek aliyên xwe
yên çewt meşiyam. Hîn ê jî gelek aliyên min ên çewt hene, lê belê min nekarî
kifş bikim, ku ew jî bi rewşa fêhmkirin-nefêhmkirina rastiya Rêbertî ve
eleqedar e. Bêguman yên ku min karî ji Rêbertî werbigirim bi qasî dilopek di
okyanûsê de ye. Ji bo vê jî divê gelekî kedê bidim. Haya min ji vê heye û ez ê
têkoşîna besivdayina li rastiya şehîdan ku nirxê me yê herî mezin e; bersiva li
Zîlanan, Semayan, Gulanan, Sarayan, Jîndayan û gelek hevrêyên nikarim navê wan
bînim ser ziman, ji her demê xurtir ez ê bimeşînim, kêliya ku bi ser ketim
hingî ez ê bibêjim ku milîtaneke PAJK'ê me. Bi vê hestê we hemûyan silav dikim.
Di rewşeke welê de ku nirxên me hemû qurbanî berjewendiyên
çend fêlbazên elît hatine kirin, em çawa karin bi hêsanî bijîn
JI GELAN HEMÛYAN RE YÊN KU WEZÎFEYA MIROVAHIYÊ JI BÎR
NEKIRINE!
Jiyan bi çi bedew dibe? Di demeke welê de ku li cîhana me,
li Rojhilata Navîn û Kurdistana me, di encama şerê mêtingerî û talan de mirovên
me yên destavêtin, talan û koçberî lê hate kirin, jinên me, zarokên me, warên
me yên hatin hilweşandin, xaka me ya ji me hate standin, çanda me ya ku hatiye
asîmîlekirin, yanî hemû nirxên ku me dikim em pêşkêşî berjewnediyên çend
fêlbazên elît hatine kirin, em çawa dikarin bi hêsanî bijîn, çawa dikarin qala
bedewiya jiyanê bikin? Di rewşeke welê de ku zarokên hinekan dikin qurbanê şer,
em çawa dikarin tenê li xwe, tenê li zarokên xwe bifikirin? Di vê rewşê de bi
qasî yên ku vê jiyanê (ku navê jiyanê lê bê) li mirovan rewa dike, em jî sûcdar
nînin? Em çima destûrê didin ku me bixin xew, me bixapînin? Gava ku bi amûrê
herî mezin ê şerê taybet bi medyayê, bi bernameyên TV ên li derveyî exlaqê, bi
fanatîzma futbolê, bi partiyên pûç (çanda şahiyê ya jiyana kapîtalîst) em têne
xapandin, gelo nayê zanîn bê çi ji mirovahiyê tê dizîn! Tevgera PKK'ê, rêberê
wê Rêberê me Abdullah Ocalan haya xwe ji van kiryarên neexlaqî heye ku li ser
mirovahiyê tên ferzkirin, lê belê hûn xwe nadin ber naskirina wan. Halbûkî
nirxên civakî hemû bi pêşengiya Rêberê me di nava tevgera PKK'ê de şênber dibe.
PKK navê jiyana nû ye. Bi Paradîgmaya Azadîparêziya Jinê, Ekolojîk û Demokratîk
alternatîfa sîstema emperyalîst kapîtalîst e. Yekbûna hemû nirxên mezin ên mîna
Zerduşt, Hallaci Mansûr, Babek, Şêx Bedrettîn, Denîz, Îbrahîm û gelek tevger û
bîrdoziyan e ku ji dîrokê ve ji bo mirovahiyê şer kirine.
Ji ber vê yekê bang li we dikim! Hesabê vî şerê qirêj ne ji
PKK'ê bipirsin, ji mejiyê tekperest û desthilatdariyê bipirsin ku vê jiyanê
rewa dibînin. Çima her roj mirov dimirin? Çima hinek di nava dewlemendiye de
ne, hinek jî ji ber birçîbûnê û xizaniyê diçin? Halbûkî di cewhera hemû olên
mezin de yekîtî, hevgirtin, wekhevî, edalet yanî wijdan û heqîqet nîne? Di
taybetî di Îslamiyetê de ku li Rojhilata Navîn serwer e, ma wateya gotina
Îslamê ne aştî ye û felsefeya wê ya jiyanê jî wiha ye; 'Yên ku cîranê xwe
birçîbe, nabe ku bi têr razê'. Li gorî vê rastiyê divê em vê pirsê li xwe
bikin: Kî sedema vî şerê qirêj e? Çima mirov xwe dikin bombe û diteqînin? Wê
demê wê rastiya DYE, Yekîtiya Ewropa ku xwe humanîst û parêzvanên mafên mirovan
didin naskirin; dewleta Tirk a mêtinger, dewletên hevkarê wan û hêzên hîn
nebûne dewlet ên wan li ser piyan dihêlin, bêne fêhmkirin. Eger em dixwazin li
hemberî ber wî şerî rabin ê ku îradeya gel nas nake, destavêtin, talan û
mêtingeriyê ferz dike, divê em vê peyamê bidin yên ku xwe weke edaleta îlahî
didin naskirin: 'Em gel in! Em Maf in, em heqîqet in! Û yê esîl em in, ji ber
ku weke dewlet hîn hûn tune bûn, em hebûn. Her wiha ji her tiştên din hemûyan bi
wate bû. Weke gel, weke civak ti pirsgirêka me bi hev re tune bû. Ne nakokiya
mezhebî hebû, ne jî nakokiya nijadepestî. Ji ber ku beriya her tiştî em mirov
bûn'.
Niha dibe ku bê gotin, weke PKK hûn jî şer dikin, hûn jî
mirovan dikujin. Eger bi rengekî teng bê nirxandin, ev tespît rast e. Lê belê
eger hûn hindikî jî be PKK'ê nas bikin, hûn ê bibînin ku PKK qet naxwaze bi vî
rengî bibe. Lê belê yên ku li pey talan, mêtingerî û rijandina xwînê ne, rêyeke
cuda ji PKK'ê re nahêlin. Li gel hewldanên bêhempa yên Rêber Apo, bi taybetî
dewleta Tirk bi giştî jî sîstema serwer her tim biryar li ser şer dan. Ji ber
ku rêbazên demokratîk û aştiyane li berjewendiyên wan nayên. PKK ji ber vê yekê
şer dike! Û weke milîtaneke PKK'ê divê baş zanibin ku em ê vê jiyana li gelê me
rewa hatiye dîtin bi ti awayî qebûl nekin, em ê hemû êrîşên bêexlaq û xwînxwar
bêbersiv nehêlin, yên ku xwe bi xwîna mirovên bêguneh xwedî dikin em ê li
biryargehên wan, li navendên wan bibin goga ji agir û wan hemûyan bişewitînin!
JI GELÊ MIN Ê WELATPARÊZ RE!
Di dîrokê de me timî êş kişand. Timî mirin, destavêtin,
komkujî, mêtingerî û talan li me hatin ferzkirin. Sedem û çavkaniya vê yekê jî
ew e ku me nekarî yekîtî û hevgirtina xwe biparêzin; me xwe nedan ber sekneke
yekîtî, hevgirtin û rêxistinî. Her wiha ji ber ku yên pêşengî ji me re dikirin
her tişt kirin qurbanî ji berjewendiyên xwe yên şexsî, bûn sedema êşkişandinê.
Lê belê niha em ji her demê bêhtir nêzî wê yekê ne ku êşên xwe bikin kêfxweşî,
li xaka xwe bi rengekî azad bijîn, xwe bi rê ve bibin, bi çanda xwe bijîn. Dibe
ku niha jî em gelekî êşê dikişînin; hûn bi xwe dibînin ku gundên me, bajarokên
me, bajarên me ji aliyê dijmin ve têne hilweşandin. Yanî fatûreya şênber a
rastiya şerê heyî li we tê birîn û ev yek bi zanebûn tê kirin. Ji ber ku dijmin
(bi şênberî dewleta Tirk û kompradorên nokerê wan) nikare xwe li destketiyên we
rabigire ku bi pêşengiya Serok Apo û PKK'ê hatine bidestxistin. Ji ber ku
beriya Rêbertî û tevgerê em bêhêz bûn, bêîrade bûn, bêrêxistinî bûn komkujiyên
mezin li me hatin kirin. Lê belê niha ji ber ku bi pêşengiya Rêber Apo em li
hev kom bûne, me xwe bi rêxistin kirine, bûne xwedî îrade, ji ber ku ji vê asta
me ya pêşketinê ditirsin êrîşî me dikin. Ji ber ku zanin şoreşa li Rojava wê rê
li ber çi veke êrîşî wê derê dikin. Ji ber ku pêşketina Kurdan tê wateya
pêşketin û azadiya gelên Rojhilata Navîn. Lê belê ev pêşketin xizmetê ji
berjewendiyên dijmin re nake. Lewma ev şerê bêperwa dibe ku demeke hîn dirêjtir
deweam bike û em bedêlên mezintir bidin. Ji ber vê yekê divê em xwe amade
bikin, refên xwe diyar bikin. Divê em ruhê berxwedêr ê Mehmet Tûnç, Pakîze,
Fatma û Sêvêyan dewam bikin. Her rêya li derveyî vê yekê wê bibe sedema
teslîmiyetê, xiyanetê û rijandina hîn bêhtir xwînê. Lewma weke ewladeke we li
hemberî hovîtiya hatiye kirin, şewitandina mirovan, qetilkirina mirovên bêguneh
sonda tolhildanê xwariye; armanca min wê ti carî ne hedefkirina mirovên bêguneh
be. Guh nedin kampanyayên reşkirinê yên di vê mijarê de dijmin dike û wê bike!
Bijî Serok Apo!
Bê Serok jiyan heram be!
Bijî yekîtî û hevgirtina gelan!
Bijî artêşbûna jinê ya li çar parçeyên Kurdistanê pêk hatiye!
Bimire mêtingerî û her cûre talankarî!
Bijî xeta Apoyî ya di nava her şert û mercî de!
JI MALBATA MIN RE
Dixwazim ku hûn zanibin min her tim ji we hez kir, hurmet da
we û hewl da ku bibim ewladek hêjayî we.
Ji ber ku hûn bi dilsoziya min a bi tevgera PKK'ê re zanin, di wê baweriyê de
me ku hûn ê çalakiya min fêhm bikin, têbigihêjin. Lê belê dîsa jî dixwazim hin
xusûsan parve bikim. Beriya her tiştî divê hûn bi vê rastiyê zanibin: Ez bi
îradeya xwe tevlî nava refên PKK'ê bûm û bi îradeya xwe li ser bingeha
pêşniyarên xwe yên li rêxistinê kirî, min şens bi dest xist ku çalakiyeke bi vê
rêbazê bikim. Lewma ji we dixwazim ku bi hestewarî nêzî bûyerê nebin, li hemberî
rêxistinê helwesteke cuda nîşan nedin.
Dibe ku wê bi we gelekî zor be, lê belê zanibin ku yên şehîd ketine ne tenê
keça we ye. Di oxira vê doza pîroz de ewqas dayik û bavan berdêlên mezin dan,
ewqas hevrê şehîd bûn, ku şehadeta min li ber wan dibe dilopek bi tenê di
okyanûsê de. Ji ber vê yekê ne tenê qîmeta dilopeke bi tenê, bi qîmeta tevahiya
okyanûsê zanibin û pê re dilsoz bin. Li ser vê bingehê zanibin ku pêvajoya heyî
pêvajoyeke welê ye ku her kes kare tiştekî tevlî bike û bi vê têgihiştinê xwe
li têkoşînê bigirin. Ji xwe b... jî beriya bi salan tespîteke bi vî rengî
kiribû: 'Ev şer timî li çiyê, timî bi gerîla nayê meşandin. Wê rojekê derbasî
nava bajaran bibe. Ji bo vê divê em amadekariyan bikin'. Va ye îro şer li
bajaran e, hûn jî tevlî bibin.
Herî dawî dixwazim ji dayika xwe re vê xusûsê bibêjim:
Milyaketa min a bedew, min timî gelekî ji te hez kir û ji te hez dikim. Di vê
mijarê de weke ku dilê te şikestiye, min ji nameya te ev fêhm kir. Lê belê ti
carî ez ji te neşikiyam, min her tim gelekî ji te hez kir, min hewl da ku di
hurmetê de bêqisûr bim. Dilsoziya min a bi te re, piştî ku tevlî nava PKK'ê bûm
hîn bêhtir bi wate bû. Dibe ku hem bi te re hem jî bi xwika xwe re nekarîm zêde
bimînim. Di vê mijarê de ji hezkirina jinê mehrûm mam. Lê belê bi tevlîbûna li
nava PKK'ê re min gelek hevrêyên jin ên hêja nas kir, gelek parvekirinên bi
wate kir. Lewma dibe ku ji aliyê we ve hinekî bi şens nebûm, lê belê ji aliyê
PAJK'ê ve gelekî bi şens im.
Careke din dibêjim ku gelekî ji we hez dikim û hezkirin û silavên xwe dişînim.
Bi silav û hurmetên Apoyî
11.06.2016
Sara Tolhildan
JI FERMANDARIYA BIRYARGEHA YJA STAR A HÊZÊN TAYBET RE
RAPORA MIN A PÊŞNIYAR Û KÛRBÛNÊ YE
Dixwazim balê bikişînim tespîta heval Ba... a di civînekê de
kir, rastiya pêvajoya heyî vebêjim. Belê, tespîta heval bi vî rengî bû:
"Em jî, dijmin jî di rîngeke têkoşînê de ne û em dixwazin derba kuştinê li
hev bixin. Me derba bi dilê xwe li dijmin nexistibe jî me dijmin baş birîndar
kirine. Lê belê ev jî rastiyeke ku dijmin jî dixwaze derba kuştinê li me bixe.
Di vir de bi ser neketibe jî ji hin aliyan ve encam bi dest xistiye." Di
vê çarçoveyê de weke kesayetek di her êrîşeke nû de li pêşberî rastiya dijmin
matmayî namînim. Ji ber ku pir seranser mabim jî ev tespîta Rêbertî timî di
bîra min de ye: "Dewleta Tirk hebûna xwe li ser înkar û tunekirina Kurdan
ava kiriye." Lewma timî bi vê hişmendî û hesretê jiyam, dijîm; di wê rîngê
de divê derba kuştinê ez li dijmin bixim! Bi taybetî van salên dawî rojeveke
cuda ya min nebû; li gel vê yekê kûr bûm ku ji aliyê navxweyî û afirîneriya
taktîkî ve xwe bi pêş ve bibim. Bi kurtasî neketim nava feraseteke welê ku bila
rêxistin amade bike, ez jî li gorî wê hin tiştan bikim. Bderevajî di gelek
nîqaşên ku min dema dawî bi heval *... re kir, her tim ketim nava lêpirsîna vê
yekê; çima nikarim rêbazeke hîn afirîner pêşkêş bikim. Di vê mijarê de bi vî
aliyê xwe hesiyam; bi karê daxistina nexşeyê ya dawî re girêdayî, teqez bi rê û
rêbazekê gerîlatiya bajêr nayê kirin. Gelek rêyên vê yekê hene. Ji pratîka dawî
ya HBDH û YPS'ê jî eşkere bû ku gelek rê hene ji bo li dijmin bê xistin û li
qada dijmin xwe bi cih bike. Bêguman ji bo karên me pêwîstî bi derfet û
zemîneke xurtkirî ya binesaziyê heye.
Têkildarî karê ku bi şênberî li ser kûr dibim, eger
pirsgirêkên hevalan *... yên bi heman rengî tune bin, em jî (weke yekîneya
hevalên jin) karin ji bejahiyê biçin û ji bo çalakiyên xwe yên destpêkê bikin,
cebilxaneya xwe ji vê derê bidin pişta xwe. Bêguman ji bo vê jî pêwîstî bi
kondîsyoneke baş heye. Weke şexs dikarim bibêjim ku fîzîka min têrê dike, lê
belê weke tîm divê em hemû di heman astê de bin. Min ev rewş dema dawî di dema
kûryetiya hin hevalan de baştir fêhm kir, teqez divê her tişt ji bo kar bê
birêxistinkirin. Nemeşandin, nêzîkatiyên kêfî dibin sedema pirsgirêkên cidî.
Lewma divê em gelekî zelal û bi biryar bin, ku lingên me biwestin jî divê em
karibin rê vekin.
Mijareke din jî ew e ku di nîqaşeke bi heval *... re min
tiştekî bi vî rengî gotibû; "Cografya cografya ye, ti ferq nîne ha te li
Kurdistanê ha jî li Tirkiyeyê gerîlatî kiriye." Heval *... got, "Na,
teqez cudahî heye û gelek cudahî hene. Divê kesayet psîkolojiya xwe li gorî wê
amade bike." Di vê pêvajoyê de min baştir fêhm kir bê H. *... dixwaze çi
bibêje. Hem detayên qadê, bajar, rastiya mirov, çînî û civakî, her wiha hestên
faşîzan ên tund teqez amadekariyeke ruhî ya cidî divê. Bêguman eger mirov
gerîlatiyê li gorî pîvanên wê bimeşînin, mirov kare şert û mercên zehmet veguherînin
avantajê. Ji ber ku dijmin wê li qada xwe ji bo êrîşekê mîna li Kurdistanê ne
amade be. Çawa ku di nava me bi xwe de hin lawaziyên ewlekariye hene, yên
dijmin jî zêdetir e. Eger *... bi tecrûbeya me ya leşkerî re bibe yek, dewleta
Tirk a faşîst wê bitevize.
Eger qala sedema parvekirina vê kûrbûna xwe bikim; nêzî
saleke ji bo karibim derbasî qada wezîfeyê bibim kûr dibim, min hewl da ku bi
têgihiştî, sebir û aqilane nêzî mijarên ku heval li ser kûr dibin û mijarên ez
bi xwe li ser kûr dibim. Di demekê de ku ez di nava pêvajoyeke bi vî rengî ya
amadekariyê de me, dijmin qet vala nesekinî, wê nesekine jî. Lewma nabe ku tenê
bi çûyîna wezîfeyê wijdanê xwe rehet bikim û di vê mijarê de wijdanê min min
dixe nava êşeke nayê vegotin, her ku radizêm, di her kêliya jiyanê de êşa
wijdanî bêhnê li min diçikîne. Ji ber vê yekê ji bo her cûreyê pêwîstiya şer
(Li hemberî êrîşên dijmin ên li H... çûyîna weke hêza teqwiye) amade me. Ev
parvekirinên min jî lêgerînek li ser êşa min a wijdanî ye.
Her wiha ji ber ku di pêvajoyeke ewqasî giran de nekarîm
sekn û tevlîbûnekê nîşan bidim ku destê Rêberê me xurt bike û mîsyona rêbertiya
taktîk bi cih bînim, rexnedayina xwe didim.
Silav û hurmetên şoreşgerî
08.07.2020
Sara Tolhildan
*****
JI BO TABÛRA NEMIRAN A ŞEHÎD ZÎLAN RE RAPORA MIN A
JI BO ÇALAKIYA FEDAÎ YE
Nasnavê min Rûken Zelal e, di sala 2012'an de li qada Rojava
tevlî nava karên ciwanan bûm. Sala 2014'an beşdarî nava qada gerîla bûm, piştî
ku min perwerdeya xwe ya şervanên nû qedand, bi wezîfedarkirina hevalan beşdarî
nava karên saziyê bûm. Piştî ku min perwerdeya dewreya bingehîn qedand, dawiya
sala 2015'an li karên arşîvê hatim wezîfedarkirin, 8 mehan li wir mam. Sala
2016'an careke din li saziyê vegeriyam. Di nava saziyê de li dewreya bingehîn
weke fermandara tîm hatim wezîfedarkirin. Sala 2017'an li qada *... hatim
wezîfedarkirin. Heta sala 2020'î li wê qadê tevlî kar bûm.
Di her pêvajoyê de mirov pê dihese, divê rêbaz çawa be? Di
rastiya vê pêvajoyê de, li hemberî rastiya dijmin divê xwe bi kîjan rêbazê bi
rêxistin bikim, çawa dikarim hîn bêhtir berpirsyariyê hilgirim, çi dikarim
bikim. Ev hemû ji bo min her tim mijara kûrbûnê ne. Bi taybetî li Îmraliyê li
dijî Rêber Apo tecrîd û êşkence tê kirin, li hemberî gel şerê taybet tê
meşandin ji bo nefesê lê biçikînin, AKP, PDK û hêzên hegemonîk bi polîtîkayên
xwe yên li gorî berjewendiyan hewl didin desthilatdariya xwe dewam bikin. PDK û
dewleta Tirk li ser bingeha planên tunekirinê li dijî gerîla û gelê Kurd
hevdîtinan dikin. Dijmin bi rêya van planên xwe dixwaze Kurdên azad tune bike û
koletiyê weke şertê yekane yê jiyanê ferz bike. Polîtîkayên heyî yên dijmin bi
ked û berxwedana Rêber Apo, bi têkoşîna gelê me û tevgera me ya gerîla eşkere
bûne. Ev polîtîka li gel derfet û teknîkê heta astekê zemînê ji xwe re dibîne.
Ked û sekna îradeyî ya Rêber Apo her tim tirseke mezin xistiye nava dijmin.
Rûbirûbûna li vê rastiyê dike ku mirov bêhtir hay ji rastiya; teknîka herî
mezin mirov e, hebe. Rêber Apo dibêje, 'Ya/ê ku fikrê xwe bi me re be, çalakiya
xwe jî bi me re ye'.
Hatina li nava hêzên taybet her tim ew hest da min ku di bin
barekî mezin de me. Di kêlî û cih de xwegihandina rastiya fedaî ya ku pêvajoyê
fêhm dike, dibe sedem ku ji aliyê wijdanî ve xwe timî kûr bikim û xwest xurt
bikim, di kesayetiya xwe de hêsa tolhildanê mezin bikim ji bo tola her xwîna
gelê me ya hatiye rijandin hilînim û armanca welatekî azad a gelê me, jiyana bi
Rêbertî re pêk bînim. Li gel vê yekê her ku li Rêbertî guhdarî dikim û
perspektîfên rêxistinê dişopînim, dikevim nava wê kûrbûnê ku çawa dikarim bibim
bersiv, çawa dikarim bersiva keda hatiye dayin bidim. Gotina 'Xwezî ji canê min
bêhtir tiştek hebûya ku min feda kiribûya' ya hevala Zîlan, rê û rêbaza kûrbûna
serketinê û xwegihandina armancê nîşan dide. Ji bo min bersiva li kedê, bi
yekbûna bi xeta fedaî dibe. Ez jî ji bo li ser vê xetê bimeşim, pêşniyar dikim
ku çalakiya fedaî bikim. Ji bo her milîtanên fedaî yekbûna bi eta Zîlan re,
dewlemendkirina rêbaza Zîlan di vê pêvajoyê de wezîfe û berpirsyariya sereke
ye. Ji bo pêşniyareke bi vî rengî mîsyon û îradeyeke mezin divê. Bi biryar im
ku şert û mercên çiqasî zehmet derkeve pêşiya min jî wê ev yek serketina
çalakiya min neguherîne. Li ku dibe bila bibe, cudahiya cih ji bo min nîne, ji
ber ku dijmin di vê demê de li her derê êrîş dike. Di vê mijarê de ji bo bibim
bersiv xwe amade dibînim. Dem çiqasî derbas bibe jî ez ê li ser vê biryara xwe
hîn bêhtir kûr bibim û biryardariya xwe xurt bikim. Ez ê tecrûbeyên ku
rêxistinê her tim da me bi pratîka xwe bixim meriyetê. Di rastiya Rêbertî de
mejiyê nabe, tu carî nebû. Ez jî di pratîka xwe de vê perspektîfê ji xwe re
bikim esas.
Li ser pêşniyara xwe ya çalakiyê dixwazim çend nuqteyên din
jî diyar bikim. Ez ji Rojava me, ev yek ji bo pêşniyara min a çalakiyê
avantajeke. Ji ber ku li Bakur an jî metropolên Tirkiyeyê nemame, neguncaw e ku
li ser rêbaza xwe ya tevgerê ya li wan deveran tiştekî şênber bibêjim, ez di wê
baweriyê de me ku ez ê zemînên heyî binirxînim û li ser rewşên şênber ên li wê
qadê kûr bibim.
Li gel rexnedayina xwe ya li nebûyîna bersiv ji pêvajoya
heyî re dixwazim soza xwe dubare bikim ku kesayatiya milîtan a bibe bersiv ji
kêliyê re, ez ê bi xwe re biafirînim.
Silav û hurmetên şoreşgerî
Rûken Zelal
10.09.2020
JI BO FERMANDARIYA BIRYARGEHA HÊZÊN TAYBET RAPORA
MIN A LÊHÛRBÛNÊ YE
Navê min Rûken Zelal. Sala 1996’an li gundê Bîlêqiyê yê
girêdayî bajarê Amûdê ji dayîk bûme. Malbata min malbateke welatparêz e, lê
bandora kevneşopiya eşîrtî, hîna bi awayekî diyar li nava malbatê heye.
Naskirina min a tevgera azadiyê di zarokatî de bi çûyîn û hatina hevalan a li
mala me û bîranînên bi wan hevalan re di astekê de hebû. Lê bi awayekî çalak ez
destpêka şoreşa Rojava tevlî xebatan bûm. Sala 2014’an min berê xwe da çiyayên
azad. Min perwerdeya xwe ya şervanên nû li herêma Garê dît. Piştî perwerdeya
şervanên nû ez derbasî Hêzên Taybet bûm. Ez dikarim bêjim ku min xwe di nav
HêzênTaybet de nas kir. Lêgerîna min a pêşniyara çalakiya fedayî bi çalakiyên
heval Doğa û heval Zinar dest pê kir. Ji ber herdu heval min di jiyanê de jî
nas dikir. Me bi heval Doğa re heman perwerde dît û bi heval Zinar re jî, em li
heman navendê bûn. Kesayeta van hevalan bandoreke mezin li min kir.
Di her pêvajoyê de, rihê ku me her tim ronî dike, dihêle ku
destanên pir mezin ên serfiraziyê li nava rûpelên dîrokê werin nivîsandin. Di
nava vê rastiyê de, cewhera rih û hişmendiya serokatiya me ji me hîn zêdetir
eşkere ye. Û pêvajoya heyî niha bi vî rihê birêve diçe. Her roj bi pêşengtiya
şehîdên leheng destan tên nivîsandin. Îro em xwedî wê îradeya fedaî ne ku li
hemberî hêzên endamên NATO rawestin. Ev hêza mezin ku bê çare maye, li hemberî
me bi sedan caran gazên jehrî bi kar tîne, serî li her rê û rêbazên dij exlaqî
dide. Dema em li rastiya vî şerî binerin, tê dîtin dewleta Tirk a dagirker,
çiqas ji hêz ketiye. Lê ya girîng ew e ku mirov van rastiyan baş bibîne û li
hemberî vê sekna pêwîst nîşan bide. Di vê pêvajoyê de hevalên me yên ku bi
rihek fedayî şer kirin, li ber xwe dan û bi vê helwesta xwe a pîroz bûn
şopdarên Egîd û Zîlanan. Rastiya van hevalan ji bo min bûye nexşeya rê.
Baweriya min ew e ku em ê tola wan hevalan rakin. Bi taybet hevalên me yên ku
bi destê PDK’ê bi rêbazên namerdane hatine şehîdkirin, wê ti carî ji bîra me
neçin.
Bi rastî pêvajoya ku em tê re derbas dibin û bi taybet
destpêka salê, li hember êrîşên dewleta dagirker, bi pêşengtiya hevrê Şoreş
Beytuşebab, rê nîşanî me da ku em ê çawa dijmin hilweşînin û bersiva pêwîst
bidin Pêngava 'Dem dema azadiya Rêber Apo ye!'. Hevrê Şoreş li ser vî bingehî
rih û coşek pir mezin da me. Niha jî weke berdewamiya vî rihî, şer û berxwedana
li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike hêvî û coşek pir mezin di dilê gelê
Kurd û dostên wî ava kir. Ji bo vê ez dikarim bêjim; wê berê min her tim li van
nirxan be! Armanca min a sereke wê ew be ku ez bibim layiqê serokatiya xwe,
nirxên ku hatine avakirin. Her wiha ji bo karibim tola hevrêyên xwe yên şehîd
rabikim ez ê li ser piyan bimînim. Wekî ku Rêbertiya me gotî; 'ez milîtanê
qedera xwe teslîmî mirinê kiriye naxwazim, pêwîstiya min bi milîtanê jiyanê
diafirîne heye'. Bi rastî dikarim bêjim ku di fêmkirina pir tiştan de, ez
dereng mam, bi taybet li hember berxwedana Serok Apo ya ku ev 23’ê sal dewam
dike, de em tewanbarin. Lê dîsa jî ez bi vê yekê bawerim; ez ê erkên xwe bicih
bînin û bi vî awayî, ez ê hesreta dîtina Rêber Apo pêk bînim. Ez ê hemû hêrs û
kîna di dilê xwe de veguherînim çeka tolhildanê! Bi kelecana rexnedayîneke bi
wate, ez ê erka xwe bi serketî bi cih bînim. Li ser vê bingehê ez careke din li
hember hevrêtiya lewaz, rexnedayîna xwe didim.
Bê Serok jiyan nabe!
An serketin an serketin!
Serketin a me ye!
JI SEROK APO RE
Min her tim dixwest ku bi hestên ku dibim layîqê we, ji we
re binivîsim. A niha jî ez hêvîdarim ku ez ê bibim layîqê ewqas keda ku we li
ber me ve dayî. Ez çi qasî bixwazim pênaseya kesayeta we bikim jî, ez dizanim
ku ez ê pir û pir kêm bimînim Serokê min. Ji ber tişta ku we ji bo me kir, li
cîhanê ti kesî nekiriye. Bi taybet dem di mijara jinê de em li
nirxandinên we dinerin, mirov li hemberî nirxdayîn hezkirina we, xwe pir pir
kêm dibîne.
Me kûraniya hezkirina we fêm nekir. Raste me hez kir rast e,
lê ji xwe dipirsim, gelo min pêwîstiyên vê heskirinê bicih anîne? Dema ez bala
xwe didim jiyana xwe ya şoreşgerî, baş dibînim ku li hemberî keda we ez pir
lewaz mame. Wexta ku ez van rastiyan pênase dikim, êşa min zêdetir dibe. Me
gelek caran we bi tenê hişt û destê we bihêz nekir. Ji ber vê sedemê ez niha
pir xemgînim. Dizanim ku ez pir dereng dimînim. Lê ezê hemû erkên ku dikevin
ser milê bin bikim bingeha rexnedayîneke ku bikaribe bibe layîqê we. Li ser vî
esas ez di wê baweriyê de me ku ezê ji we re bibim hevrêyeke rast û wê
hevaltiye lewaz ji holê rakim. Kêm be jî ez dixwazim ji dil û can rexnedayîna
xwe bidim. Ez niha rexnedayînê di vê nameya xwe de dinivîsînim. Lê nizanim wê
çiqasî cihê xwe bigre? Serokê min bi rastî ez bi hezaran hevok jî binivîsinim,
ez bawer nakim ku ew ê bikaribe hezkirina min a li hemberî we pênase
bike.
Tenê tîştek heye ku dengê hezkirina min û xwesteka
rexnedayîna min bigihîne we, ew jî çuyîn û serxistina min a vê çalakiyê ye.
Weke ku we jî pênase kirî “em mirov in, mirov bi rastî jî hebûneke mezin e û
her tim di nava hebûnan de wekî hebûna herî bi rûmet e” Ji ber vê, pêwîste em
di wateya rast de bibin mirov û xwe bigihînin asta heqîqetê. Ji bo ku ez her
tim bibim parêzvana heqîqeta ku we nîşanî me dayî, ez vê sozê didim ku ez
layîqê we bibim. Serkeftin wê ya me be!
Bê serok jiyan nabe!
Bijî hemleya dem dema azadiya Rêber Apo ye!
Bijî Serok Apo!
JI BO HEVRÊYÊN MIN ÊN JIN
Bi qasî rêwîtiya di oxira heqîqetê de, tiştek bi nirxtir
nîne. Di vê rêwîtiyê de gelek berdêlên giranbuha hatine dayîn. Serokatiya me ji
bo em bibin xwedî hebûn û em xwe nas bikin, xwe feda kir. Ev 23 sal in jî di
bin şert û mercên pir zehmet de ji bo me kar dike. Dema ku ez van hestên xwe
parve dikim pir diêşim, ji ber dema ez rastiya xwe di ber çavan re derbas
dikim, dibînim ku ez ne li gorî asta daxwazên Serokatiyê me. Ji ber Serokatî ev
pênase piranî caran ji bo me kiriye, “Li hemberî we ti astengî tine ne. Yekane
astengî hun bi xwe ne.” Hêz û baweriya ku serokatiya me ji bo me jinan
afirandî, bê mînak e. Û tişta ku dihêle ez niha pênûsa xwe bigrim destê xwe û
vê yekê binvîsînim, ev ked û têkoşîna serokatiyê ye. Bi saya van hewldanên
serokatiyê, em bûn xwedî kesayet û nasname. Serokatiyê wer kir ku em ji bo
xwebûna xwe şer bikin û ji serdestiya 5 hezar salan rizgar bibin. Di nava ewqas
zor û zehmetiyan de, tiştek bi hêsanî nayê bidestxistin. Ji xwe yê ku tekoşînê
bi wate dike, hewldan, ked û şer e.
HEVRÊYÊN MIN EN HÊJA
Şopdariya xeta Bêrîtan û Zîlanan ji bo min serbilindî ye. Bi
çeka PAJK’ê min xwe nas kir. Ji bo ez bibim layîqê serokatî û tevgera me ya
bîrdozî PAJK’ê, wê yekane dirûşmeya min her serkeftin be. Ji bilî serkeftinê ez
ê tiştekî din nas nekim! Cewherê jiyana ku serokatiya me avakirî xwe dispêre
serkeftinê. Di oxira vê serkeftinê de lazime mirov canê xwe jî feda bike. Ji
ber armanc her tim serkeftin e. Ji bo meşaleya li derdorê Serokatiya me her tim
geştir bibe, pêwîste jina bi fikir û felsefeya serokatî mezin bûye, bibe mîna û
pêşenga serkeftinê. Heval ez bawerim ku serkeftina vê çalakiyê wê karibe
rexnedayina min bi wate bike. Ji bo vê armancê jî ez ê her tim têkoşîna wê
bidim. Ya ji me hemû hevalên jin tê xwastin ev tişt e. Ji ber bi rastî jî
tiştek li pêşiya me ne asteng e. Eger em bi vî rihê tevbigerin, wê serkeftin ya
me be!
Bê serok jiyan nabe!
Bijî Serok Apo!
Jin jiyan azadî!
Serketin a me ye!
HEVRÊYÊN MIN ÊN HÊJA
Ji bo min pir bi wateye ku ez ê bibim hevêya ji we hez dike.
Ji bo hezkirina hevaltiyê hîn bedewtir bibe, bi vê evînê ezê herim çalakiyê. Ti
hest wek wê bi rûmet û bi wate tune ye ku mirov di rêya azadiyê de be.
Ji bo min cihê keyfxweşiyê ye ku ez aniha dikarim hezkirin û
bêrîkîrîna xwe ji we re pênase bikim. Tişta herî xweş a ez hîs dikim, ez ê di
rêya azadiyê de, ji we re bibim rêhevaleke ku her tim ji dil û can ji we hez
kir. Ji bo ez bibim layîqê nirxên rêhevaltiyê ez soz didim ku ez ê xwe bi
serkeftinê re bikim yek. Ez dixwazim vê bêjim ku yê min gihandî vê astê
rêhevaltiya me ye. Raste me pir caran hevdu êşand û me pir caran dilê hev hişt,
me hevdu rexne kir. Lê ev hemû nîşaneya hevaltiya rast in. Ji bo hezkirina xwe
pêwîste em mekanîzmaya xwe ya rexne û rexnedayinê ji bîr nekin. Eger em ji bîr
bikin wê demê rêhevaltiya me wê lewaz bimîne. Serokatiya me vê dibêje; “piştî
ku em bûne hevrêyên rast, ez ê ji bo rêhevaltiyê her cure hewldanê raber bikim,
ji bo me têkiliyên rêhevaltiyê pir pêwîst in, dema ku ev têkilî nebin, doza
partî pir zêde pêş de naçe.” Rêhevalên min ên hêja ev 44 sal in partiya me ji
bo rêhevaltiyek layîqê Serokatî û layîqê gel bibe, di vê rêyê de pir berdêlên
giranbuha hatine dayîn. Serokatiya me ji bo me her tişt kir. Ji bo ku ji îro û
pê de jî ev nirx were parastin û hîn behtir xurt bibe, pêwîste em xwe di her
mijarê de xurt bikin, xwe bigihînin asta ku Serokatiya me digot ; “Hûn dil û
fikir bikin yek.” Jiyana li gorî vê hişmendiyê wê bihêle ku kes nikare êrîşî
rêhevaltiya me bike û wê kes nikaribe di bin navê rêhevaltiyê de, rastiya me
bêwate bike. Wexta ku her hevalek me xwe kûr kir, emê bikaribin rexnedayîna xwe
ji Serokatî re bidin, emê bêjin ku kes nikare rêhevaltiya me bêwate bike. Heval
ez naxwazim bêjim ku ez ê niha dawî li nameya xwe bînim, ji ber ku ez nikarim
gotina ‘’dawî’’ bi lêv bikim. Ji ber di hevaltiya me de tiştek bi navê ‘’dawî’’
tuneye. Her tim jiyan tê de heye, dibe ku niha hevokên min bi dawî bibin, lê ez
her tim bi we re bim. Ji bo jiyana azad, ezê her tim di serkeftinê de bi bîryar
bim. Ez soz didim ku wê serkeftina vê çalakiyê bibe nîşaneya hezkirina min ji
bo we. Ji ber hemû kêmasiyên min ên di mijara hevaltiyê de ez rexnedayîna xwe
didim. Hêvîdarim ku hun jî vê rexnedayîna min bipejirînin.
Bijî hevrêtiya rast!
Bijî Serok Apo!
JI BO GELÊ WELATPARÊZ
Gelê min ê hêja ez pir serbilindim ku ez weke jinek Kurd ji
dayîk bûme û niha ji bo we têdikoşim. Di rastiya dîroka gelê Kurd de pir
lehnegiyên mezin derketine holê. Ji bo gelê Kurd hebûna xwe, çand û zimanê xwe
biparêze pir berdêlên giranbuha dane. Niha jî weke berdewamiya vê çandê, keç û
xortên Kurd li her deverê dîrokê dinivîsînin. Yê ku hişt dîroka gelê Kurd û
dengê gelê Kurd were bihîstin, ê ku gelê Kurd ji xewa giran şiyar kir û hişt
bibe xwediyê doza hebûnê, ked û hewldanên Rêber Apo yên bêhempa ne. Ji ber
Serokatiya me êrîşên li ser gelê Kurd weke êrîşên li ser giştî mirovahiyê
pênase kir. Ji bo vê di şexsê gelê Kurd de serxistina têkoşîna azadî û
demokrasiyê wê bibe para hemû cîhanê. Wê hemû gelên bindest karibin ji
serkeftina me sûd werbigrin. Wexta ku em serbikevin jî em ê ji bo mirovahiye tiştekî
pir bi wate bihêlin. Gêlê min ê hêja; qehremantiya ku hûn li her deverî nîşan
didin ji bo min çavkaniya hêzeke pir mezin e. Dilsozî û têkoşîna we dihêle ku
ez her tim xwe li ser piyan bigrim. Bi coş û kelecana “di şer de serkeftin, di
jiyanê de azadî!” em ê her gavê bi Serokatiya xwe re bijîn.
Bê Serok jiyan nabe!
Bijî şerê gel ê şoreşgerî!
Serketin wê ya me be!
Silav û rêzên Şoreşgerî
05.11.2021
Rûken Zelal
0 Yorumlar