Ticker

10/recent/ticker-posts

Komek xwendevan tevlî nava refên gerîla bûn

Komek xwendevanên zanîngeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, dijî êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên rêjîma Îran û dewleta Tirk a dagirker tevlî nava refên gerîla bûn. Ciwanan bidaxuyaniyekê ev bang kirin; “Em weke jinên ciwan û ciwan bang li jin û ciwanên Kurd, Fars, Azerî, Belûç, Ereb û Gîlak dikin ku tola dîrokî ji dagirkeran hilînin û şoreşa azadiya jinê bi ser bixînin. Werin em kîna xwe ya netewî û çînayetî bi rêxistin bikin û zêdetir bibin.”

Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî bê navber dewam dikin. Li gorî rêxistinên mafên mirovan Îlonê û vir ve di navbera 250 û 320 kesan hatine kuştin ku herî kêm ji wan 30 zarok in. Xwepêşandan li nêzîkî 200 bajaran belav bûne û heta niha bi deh hezaran kes hatine girtin.

Di 26’ê Cotmehê de, di çilrojiya Jîna Emînî de, çalakiyên li Rojhilat derbasî qonaxeke nû bû. Bi zêdebûna gef û êrişên rejîmê re bi hezaran kes daketin kolanan. Di serhildanên Rojhilat û Îranê de xwendekar bûn hêza pêşeng. Li Sine, Mehabad, Seqiz, Merîwan, Tehran û gelek bajarên din xwendekaran ji serhildanan re pêşengtî kirin û heya niha jî vê rola xwe ya pêşengtiyê didomînin.

Li gorî nûçeya Nûçe Ciwan komek jinên ciwan û ciwanên xwendevan ên Rojhilatî ku li zanîngeha Sine dixwînin, ji bo li dijî her cure zilmê li berxwe bidin û şoreşê biparêzin berê xwe dan çiyayên azad ên Kurdistanê. Xwendevanên tevlî nava refên gerîla bûn daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya wiha ye;

“Em komek ciwan û jinên Rojhilatî, ji Zanîngeha Sine, bi pêşketina şoreşa azadiya jinê ya ku li Rojhilat û Îranê destpêkirî, ji bo li dijî her cure zilmê li berxwe bidin, tevlî nava refên gerîla bûne. Berxwedan û têkoşîna rewa ya gelê Kurd û gelên Îranê li hember zilma 44 salan a rejîma xwînmij û baviksalarî ya Îranê gihiştiye qonaxa dawî.

Bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re agirê nefreta hemû gelan ji nû ve hate pêxistin. Bê guman ev gaveke zêrîn e ji bo yekgirtina daxwazên me yên rewa û xwe birêxistinkirin ji bo gihandina asoyeke geştir. Di vê rewşê de beşên civakê yên herî bindest jin û ciwan bi tifaqeke dîrokî stûnên desthilatdariyê dişkînin û bingeha jiyana azad datînin.

Rewşa heyî di dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de xwe dide der. Mizgîniya yekîtî û serketina hêzên rizgariya gelan li hemberî hêzên kevneperest ên herêmê ye, ku ferhengoka wan jinan weke kole, jiyana şaş û ji azadiyê bêpar dibîne ye. Ji ber vê yekê dewletên dagirker û qirker ên Îran û Tirkiyeyê li ser navê hemû kevneperestan dest bi êrişên dawî kirin û bi awayekî hovane êrişî gel û gerîla kirin.

Em weke jinên ciwan û ciwan bang li jin û ciwanên Kurd, Fars, Azerî, Belûç, Ereb û Gîlak dikin ku tola dîrokî ji dagirkeran hilînin û şoreşa azadiya jinê bi ser bixînin. Werin em kîna xwe ya netewî û çînayetî bi rêxistin bikin û zêdetir bibin. Werin em qadên şer bi vî rengî berfireh bikin. Ji bo parastin û domandina şoreşê li kolanan, divê em qada şer li çiyayan berfireh bikin û hêza gerîla weke hêza rêxistinkirina jin û ciwanan bi hêztir bikin.

Ji bo parastina şoreşa jinê, ji bo azadiya jin û civakê, ji bo azadiya Kurdistanê

Ciwan û xwendekarên zanîngeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê

Dem dema şerê gerîla ye!

Werin Cenga Azadiyê!

Bijî Rêber APO!

Jin, Jiyan, Azadî!”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar