Dema
hêza zilam a zayendî zêde bû xwe gelekî bi hêz dibîne. Ji vî tiştî jî ji bo xwe
para pesindayînê derdixîne. Dema mirov balê lê bikşîne yê ku bêhêz e, gelekî
xwe dixe nava zehmetiyê. Ev yek him ne pêwîst e û him xeter e. Civaka herî zêde
ji vê rewşê êş kişandiye di heman demê de tenê ji bo têrkirina ajoyên zayendî
na, di asta civakî de jî encamên xirab derdikevine holê. Yekî ku ji aliyê
zayendî ve çavbirçî be, dê ne yek jinê diduyan heta sisiyan jî bîne. Di ser de
jî dê biçe kerxaneyan, ew jî têrê neke dê di sukên vekirî de li jinan bigere.
Rewşeke wiha tê dîtin ku ji aliyê exlaqî ve ji rûxandinan re çiqasî rê vedike?
Dema mirov li pergala me ya civakî temaşe dike rewşên ew kesên ku xwe gelekî baş
binamûs û malbatger dibînin tê dîtin ka çiqasî di asta nexweşiyeke civakî de
ye? nexweşiya ku ew belav dikin, ji nexweşiya dijmin belav dike ne kêmtire.
Mijareke
ku min destpêkê îsyan kiribû ev bû. Dema digotin “me tu aniye vê dinyayê” min
bersiveke “we bi anîne min a dinyayê ve bêrûmetiyeke herî mezin kiriye, bi tevî
ku ti derfetên we yên min weke zarokekî baş mezin bikin nebû jî we ez anîme
dinyayê û vî tiştî jî li serê min dikin bar. Zarokekî ku hûn nikaribin tiştekî
bidinê we çi wêrekiyê anî vê dinyayê” dida wan. Min di temenekî gelekî biçûk de
ev tişt dît. Ger zarok gelekî binirx be pêwîste hûn cîhana wan amade bikin. Ma
li gel me malbat bi vî tiştî dihizirin? Ma zilam û jin vî tiştî dihizirin? Bi
taybet gelo zilam vî tiştî dihizire? Di rastî de her du jî nahizirin, di vê
mijarê de di nava bê exlaqiyeke mezin de ne. Hûn ji bo zarokê xwe yê xwedî nirx
çi dikin? Vê gavê ew hemû li her çar aliyên dinyayê û metrepolan belav dibin.
Lê belê zilam û jin tawanê vî tiştî gelekî ji zû de pêk anîne. Di rastî de ew
jî bêçareye, di panzdeh saliyê de hatiye wendakirin. Ma weke din dikare çi
bike? Carekê têk çûye, jin çi fêm dike û zilam çi fêm dike. Ew vê rewşê bi
sedan salin dijîn. Ji ber vê sedemê gavavêtina şoreşgerî ya mezin li hemberî
van têkîliyan hemûyan e. Lê belê pêwîste mirov xerîbûn û ji rê derketina di
mijarê de bibîne.
Weke
ku min diyar kiriye, zilam serkeftina xwe ya di têkîliyên zayendî de weke
çareseriya hemû nakokiyan dinirxîne. Berovajî çêbûna pirsgirêkên balkêş di vê
kesayetê de ye. Heta ger ji aliyê bêhêziyê be û ji ber ku di bin zexta
zayendiyê de ye nikare xwe têr bike, dîn dibe yan jî dikeve nava helwestên
êrîşkar, dikeve nava kompleksan, her cure tolaziyê û serberdayiyê dike. Dibe
jêdera pirsgirêkên gelekî mezin. Bêyî ku çareseriyê di mercên xwezayî û rast de
bigere dikeve nava rewşên hîn bêhtir xerîbkirinê, çewisandinê, jin revandinê,
di bin zextê de pêkanîna xwe têrkirina zayendî, heta dawiyê dikeve rêyên
derveyî exlaq yên cur be cur. Ger hêza wî ji bo vê yekê nebe, vê carê dikeve
nava helwestên keşetiyê (papaz). Ev yek jî bi xwe re ji rê derketineke weke din
pêş dixe. Li gel me kesayet li ser vê bingehê him parçe bûye, him jî binexweşî
ye. Tenê qelen, pereyê avakirina malbatekê jî ji bîst-sî mîlyonan jî kêmtir
nîne. Qasî ku tê bîra min, berê xortekî deh salan kar dikir an malbatek ava
dikir an jî nedikir. Vê gavê hîna zehmetir e. Zilam bi tenê ji bo bikaribe
malbatekê ava bike, ji panzdeh salî hetanî bîstûpênc saliya xwe pêwîste xwe di
sûka kar de bi erzanî bifiroşe. Di rastî de ev yek bi tenê ji bo ku malbatê
biparêze û berdewam bike ye. Dema ku zarok û marok jî çêbûn, hîn zêdetir
pêwîstî bi pereyan heye, mirovên me bi vî mantiqê mezin dibin.
RÊBER APO
0 Yorumlar