Îro 29 salin
li ser şehîd bûna şoreşger û pêşeng Hekîm bi nasnav Egîd re derbasdibe. Di sala
1976’an de li Katuna Şemzîna di nava malbatek welatparêz de tê dinyayê. Heval
Egîd li Katuna Şemzînan mezin dibe, dibistana sereteyî temam dike û dibe zarokek
dilnizim û kesek jîr. Hem di hêla civakê de û hem jî di hêla malbatê de tê heskirin.
Taybetmendiyek wî ku bala her Kesê dikişand, ti carî şerê di navbera cîran û
eşîratan de ne di eciband. Digot ku divê Kurd ti carî heqaretê li hev nekin. Di
wî temenê xwe de dewlet û dijmin baş nasdikir. Ji ber wê jî digot; ‘dijmin neheqiyê
li me dike, divê em li hev nekin.’ Di sala 84’an de li her aliyê Kurdîstanê êrişên
dijmin tê kirin û Şemzînan jî ji vê para xwe digre. Êriş li ser gund û malbatên
Kurd zêdetir dibe. Bi taybet jî li ser malbatên welatparêz êriş, girtin û êşkence
zedetir dibe. Di heman qonaxê de berovajiyê vê yekê çirûska şoreşa PKK’ê li Şemzînan
mezintir dibe. Li ser fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîn geş dibe û şerê
gerîla bala gel dikişîne û pêl bi pêl ciwanê Kurd berê xwe didin çiyayên azad.
Egîd û xwişk û birayê xwe jî di nav malbatê de li ser rêgezên welatparêzî tên
mezin kirin. Dijmin pir caran bav û birayên wî digre û êşkence dike. Rêheval
Egîd jî, di demek nêz de neheqî û êrişên dijmin dibîne û dibe şahidê êrişên dijmin
yên ku li ser malbat û gundê xwe. Heval Egîd têkoşîna xwe ya li beranberî
dijminê xwe bi milîstî destpê dike. Ev karê xwe yê milîstiyê heta 91’ê berdewam
dike.
Belê rêheval
Egîd ku di malbateke welatparêz û têkoşer de hatibû dinê, di temenê xwe yê biçûk
de dijminê xwe yê ku li ser gelê Kurd polîtîkayên zext, êşkence û komkujiyê
dimeşîne naskir. Ji bo cihê xwe di nav refên têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bigre,
piştî 2 salên milîstiyê di sala 1991’an de berê xwe da çiyayên azad. Têkoşîna
Egîd êdî li çiyayan destpê dike. Li gelek qadan geriya û di demek kin de di her
hêlê de xwe pêşdixe. Belê navê wî Egîd bû, di nava jiyanê de bi coş, kelecan û
helwesta xwe ya sempatîk karî her tim ji bo hevalên xwe bibe çavkaniya moralê.
Belkî jî çavên wî yên bi safbûna zaroktî, îşareta temamkirina zarokatiya ku di
nîvî de mayî bû, nîşanî her kesî dida. Li çiyayên azad têkoşîna xwe bilintir
dike û heyifa neheqiya bi salan ji dijminê xwe radike. Bi qehremantî diçe ser
dijmin û bi serkeftî vedigere, ev yek jî xofek mezin dixe dilê neyaran.
Rêheval Egîd
di 27.07.1993’an di çalekiya Şemzînan Tisê de bi qehremantiyekî mezin diçe ser
dijmin û di çalekiyê de bi kuştina 25 leşkeran ve darbeyek mezin li dijminê xwe
dide. Di heman çalekiyê de rêheval Egîd bi hevalekî xwe re digihije karwanên
nemiran.
Birayê wî
Bahaddîn di got ku piştî çalekiya wî, dijmin pir tirsya ji ber wê jî cenazeyê
Egîd binaxkirin piştre jî li ser beton kirin û karakola haruna ya xwe ser çêkirin.
Dijmin ji laşê me jî ditirse.
Belê xovek
mezin ketibû dilê dijmin û bandorek mezin jî li ser gel û ciwanan dabû çêkirin.
Piştî şehadeta hewrê Egîd bi dehan ciwanan berê xwe dan çiyayên azad û bûn
şopdarê rêheval Egîdan.
0 Yorumlar