Ticker

10/recent/ticker-posts

Îran Xanim

Parçeya Kurdistana Rojhilat bi çand, hûner, edebiyat, êl û eşîrên xwe ve di dîroka me de ciheke taybet digire. Gelek alim, dîroknas, fîlozof, hunermend û nivîskarên wek Baba Tahirê Uryan, Ebû Henîfe Dînewerî, Ebdurehman Şerefkendî , Baba Merdûxê Rûhanî, Hesen Zîrek, Mamlê, Ebdullahê Beytûşî, Nûr Elî Îlahî, Narî Kekê Hemê, Mamoste Qanî û yên din jî li vê axa qedîm hatine cîhanê û şopên xwe hiştine.

Di civat û cimaetên Kurdan de ji ber astengî û nerazîbûyînan zêde dengbêjên jin derneketine. Îran Xanim gotegot û zextên civatê guhdar nake berê xwe dide dengbêjiyê. Îran Xanim yekemîn dengbêja jin e ku li Rojhilatê Kurdistanê bi zaravayê Kurmancî stranên dengbêjiyê gotiye, berhev kiriye, rêz û hurmeteke bilind dîtiye.

Di derbarê dayîkbûna Îran Xanim de mixabin nêrîn û nîqaşên cihêreng hene. Lê bi texmînî di sala 1950-1951’an de li Rojhilatê Kurdistanê li Gundê Înkesûyê ku girêdayî navçeya Bradostê ye hatiye dinê. Navê wê yê rastî Îran Mucerd e. Lê ew jî wekî gelek hunermendên din di jiyana xwe ya hunerî de nasnavek bi kar aniye. Lewma navê xwe kiriye Îran Xanim.

Îran Xanim ji malbateke feqîr û cotkar e. Jiyana wê ya zarokatî û ciwantiyê bi xebatê ve derbas dibe. Ji bo alîkariya debara malbata xwe di maleke dewlemend de dişixule. Navê bavê wê Ebdurehmane, yê dayîka wê jî Perîbişan e. Zaroktî û ciwantiya xwe li gel malbata xwe di nava zor û zehmetiyan de derbas dike.

Piştî zewacê, bi hevjînê xwe Seîd re li gundê Somanawa bi cih dibe demekê li wir jiyana xwe dewam dike. Bi desteka hevjînê xwe karê dengbêjiyê bi rehetî didomîne. Ji Seîd keçek û du kurên Îran Xanimê çêdibin. Zewaca wê wek zewacên din yên Kurdan e. Gelek salan bi hev re jiyane heta ku Seîd xwestiye hêwiyek bîne bi ser Îran Xanimê. Îran Xanim zewaca duyemîn ya Seîd qebûl nake, dest ji mala xwe, zarok û hevjînê xwe berdide û diçe mala dê û bavê xwe, li wir demekê dimîne.

Di sala 1971’an de bi destekên Mistefa Elîzade, Hemîd Yusifî, Îbrahîm Newrozî di Radyoya Urmiyê ya Beşa Kurdî de bi awayekî fermî dest bi dengbêjiyê dike. Di radyoya Urmiyê de tê naskirin û hezkirin. Dengê wê li her deverê Kurdistanê bi xweşbîniyeke mezin tê guhdarkirin û belavkirin.

Şoreşa Îslamî ya Xumeynî rewşa radyoyê û yên hunermendan diguherîne, rojên zor û zehmet tên. Komara Îslamê mînanî Dewra Şax nêzîkî ziman û hunera Kurdî nasekine. Kurdên wê demê ku dixwastin bi ziman û çanda xwe bi rehetî û azad bijîn zext û zorbatiyên mezin dibînin. Îran Xanim di wan rojan de bi awayeke veşartî kar û hunera dengbêjiyê didomîne. Ji bo çapkirin û belavkirinê çend berhemên xwe bi rêyên qaçax dişîne Bakûrê Kurdistanê. Bi vî awayî dengê wê di nava Kurdên Bakûr de tê naskirin û belavkirin.

Piştî zewaca Seîd, Îran Xanimê bi Dadaş Nasirî re dizewice û pê re li bajarê Tehranê bi cih dibe, jiyan û malbatake nû ava dike. Piştî sê salên, bi hevjînê xwe re diçe bajarê Dilmaqanê, li vî bajarî 15 salan dimîne. Piştî 15 salên zehmet, bi hevjînê xwe re biryar didin ku mala xwe bibin bajarê Urmiyê û li wir bi cih dibin. Ji bo debara xwe dikanekê vedikin bi hev re didin xebitandin.

Her çiqas dost, nas, xizm û malbata wê bawer nekin Îran Xanim xwe kuştibe jî lê li gorî rapora nexweşxaneya Urmiyê ew dengbêja zarxweş, wek kulîlkeke sor hestyar û hêja di 10’ê Gelawêja 2001ê de xwe darde dike jiyana xwe bi dawî tîne.

Îran Xanim wekî Şikoyê Hesen û Mihemed Omer Osman jiyana xwe bi destê xwe bi dawî tîne û qedera xwe bi destê xwe tayîn dike. Her mirin çîrokek e deng vedide di dîroka Kurdan de. Ya herî girîng ne mirine piştî mirinê gelê Kurd te ji bîr neke ye. Ger gelekî dengbêj û nivîskarên xwe nas nekin, rêz û hurmet nîşan nedin û lê xwedî dernekevin tişta herî kambax, dilşewat û rezîl ew encam e. Mirina rastîn jibîr kirin e.

Îran Xanim bêhtirîn bi kilamên xwe yên wek Kula Dilê Min, Delal, Arifo Lawo, Bajo, Emrê Min, Bavê Lalo, Dotmam û Pismam, Filîtê Quto, Gewrê, Lo Şivano tê naskirin. Tê dîtin ku terz, honandin û vegotina klaman dişibe dengbêjiya Serhedê. Kivşe ku tesîra Serhedê lê zêde ye.

Rojhilat wekî kaniyekê ava dengbêjiyê diherikîne axa xwe. Eşkereye ewê hertim biherike da ku ji bo nifşên me yên nû bibe dewlemendiyeke mezin û jiyanî. Qewlê Dengbêj Hecî Evdilkerîm klam toveke di ruh û canê dengbêj de cot dibe. Divê tov were avêtin erd were cotkirin.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar