Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKREWANÊN ROJÊ: MARDÎN PENABER

Di têkoşîna tevgera azadiyê de her gerîlayek li beranber zilmê bi ser bilindahî meşiya û bûn hêviya gelên mazlum û zarokên welatên dagirkirî. Beybûn Kara bi nasnav Mardîn Penaber jî yak ji van tekoşeran bû.

Mardîn Penaber di sala 2000’an de, di nav gelek têkoşer û penaber de ku çanda xwe ya erdnîgariya Botanê ya kevnar a xwe dispêre serdemên yekem ên mirovatiyê parastiye û gihandiye heta roja îro tê dinya yê. Ji ber ku zaroka malê ya yekeme, ev yek kefxweşiyek mezin dixe nav malbatê.

 Rêheval Mardîn weke zaroka gelekî ewqas welatparêz û berxwedêr a Mexmûrê ku qada jiyanê ya ji tinebûnê hatiye afirandin, mezin dibe û di be xwedî îrade.

Heval Mardîn di jiyana xwe de ji bo  xwişkên xwe wek hevalekê tevdigeriya û ji bo heval û hogirên xwe jî di nêzîkatiyên xwe yên ji bo derdor û hevaltî de dibe mînak.

Dibistanê heta amedeyî dixwîne. Çawa ku di nava mal û cîranan de mînak bû, bi heman awayî di nava dibistanê de ji dibe minak ji bo heval û hogêrên xwe û dibe mînakek li ser zimanê mamosteyên xwe.

Dayîka Medîne ji me re wiha besa biryardariya wê dikir: “Dema xaleta wê Zehra şehîd ketî, Mardîn pir bandorbû û bîryar da ku tevlî bibe. Lê ji ber biçûk bû, ev nehat qebûlkirin. Dema nehatî qebûlkirin, pir aciz bû û wiha digot; ‘PKK ne partiya kesekê ye, kes nikare pêşya kesî bigre her ferdek erkdare ku biçe tevlî bibe û têkoşîn bike.’

Belê Rêheval Mardîn ku di ciwaniya xwe de li hemberî pêvajoya şerê ku ewqas berfireh dihat meşandin nikaribû xemsar bimîne. Dema êş û kedara gel dibîne dixwaze viya di hêla çandê de bîne ser ziman, ji ber wê jî li çandê di beşê şano de cih digre. Pir caran derdikeve ser dikê, êşa gelê xwe bi lehîstoka şanoyê tîne ser ziman. Di çandê de xwe pêş dixe û dibe mamoste.

Rêheval Mardîn di jiyana xwe de ti carî neheqî ne li beranberê xwe, ne jî li beranberê ti kesê qebûl nedikir. Ev êrîşên dijmin wek neheqiyekê dinirxîne û beranberî neheqiyê têkoşînek dida meşandin.

Belê temenê wê biçûk bû, lê êşa gel û wehşeta dijminê xwe baş dizanîbû. Divê tola bi salan bihata rakirin. Ev jî encex bi ketina ser rêya heqîqetê ve bahata kirin. Biryar dabû ku bikeve ser rêya heqîqetê û berê xwe bidaba çiyayên azad. Ev biryardariya xwe ji dayîk û bavê xwe re parvedike û dibêje; ‘ev rêya ku ez diçim rêyek şerefêye ji ber wê jî xwasteka min ewe ku hûn bi şahîyekê min rêbikin. Li gel min werin şehîdlikê, bêjin em keca xwe diyarî didin rêxistinê.’ Wek şahiyekê cîran û wargeh kom dibin, Mardîn derdikeve ser dikê û soza bilindkirina têkoşînî dide. Di 2016’an de berê xwe dide çiyayên azad û dikeve ser rêya heqîqetê dibe gerîlayek li ser şopa Rêber Apo.

Di gerîlatiya xwe de jî xwe pêşdixe, di demek kurt de rêwîtiya xwe li gelek qadan berdewamdike. Bi wêrekiyek mezin diçe ser dijminê xwe û tola zarokên penaber radike. Bi girêdanbûna xwe ya ji bo rêxistin û hevalên xwe dibe mînak ji bo rêhevalên xwe. Di her xebatên ku tê de cih digire, serdikeve û dibe milîtana demê.

Ji ber serkeftinên xwe, bi caran xelat digre û dibe fermandara bêlûkê.

Dayîka wê wiha digot: “Dema em çûyîn serdana wê, me dît ku Mardîn di pir hêlan de di kesayeta xwe de guhertinên girîng çêkiriye. Di Paradikma Serokatî de xwe pêşxistiye û bi nirx û şehîdan ve pir girêdayîbû. Ji bo me wiha digot; ‘Ez bi we ser bilindim divê hûn jî wisa tev bigerin û çi ji destê we tê hûn bikin.’   

Rêhevala Mardîn a ku di êrîşên dijmin ên li dijî Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî de dabûn destpêkirin, di nava tîmên ku dijmin pêşwazî kir de cih girt û di derbên destpêkê yên li dijmin hatîn xistin de bû xwedî rolekî diyarker ku bi wêrekiyeke mezin bi ser dijmin de çû, karî tola salan ji dijminê qirker hilîne.

Artêşa dagirker ku li hemberî berxwedana bi rûmet a li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bêçare mabû, dîsa xwe sipart kevneşopiya xwe ya hovane ya li dijî mirovahiyê û bombeyên qedexe û çekên kîmyewî li hemberî gerîla bikaranî. Rêheval Mardîn û bi çar havalê xwe ve di 04.07.2022 digihije karwanên nemiran.

Belê rêheval Mardîn di jiyana xwe ya gerîlatî de bi şêwaza xwe ya bibandor karî bibe mînakeke baş a milîtaniya jin a Apoyî û bi vî rengî şopên kûr li ser gelek rêhevalên xwe hişt.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar