Ticker

10/recent/ticker-posts

Xeta parastina nirxên civakê ciwan in

Dema em li tevahiya cîhanê dinêrin, di vê pêvajoyê de şereke li hemberî giştî civaka mirovahiyê  tê meşandin. Ji bo ku civaka mirovahiyê di vî şerî de xwe li ser lingan bigre, pêwîstî bi rêxistin kirin û perwerde kirinê heye. Civakek ne perwerdekirîbe wê nekaribe xwe li hember bê mafî û qirkirinê biparêze. Di civakê de yê herî zêde rastî qirkirin û texrîbatên civakî jî tên ciwanin, ji ber ku yên pêşengtî ji wê civakê re dikin ew ciwanin. Ji bo bikaribin ciwanên di nava civakê de yê ku dikarin bi hêz û vîna xwe li hember hemû êrişan civakê biparêzin, destpêkê wan ciwanan lewaz dikin û dixwazin bi vê lewaziya ciwanan xwe bigihînin armanca xwe. Kiryarên ji derveyî civakê bi ciwanan rewa didin nîşandan û pêkanîn. Ji jiyana civakê zêdetir dixwazin jiyanek xeyalî ji bo ciwanên civakê bidin xeyal kirin û wana di wan xeyalan de bidin xetimandin. Ji bo şûna lingên xwe yên qirêj di dîrokên de bihêlin bi her awayî li ser ciwan di leyîzin. Lê eger ciwan di civakê de li ser nirx û diyardeyên civaka xwe perwerdeyek bingihîn girtibe, dikarin li hemberî hemû êrişên tên kirin guhertinên erênî di civakê de bidin çêkirin. Mixabin di roja me ya îro de piraniya ciwanên me ketin di bin bandoriya sîstem kaptalîst a sermayedar de. Ciwanên ku bikevin di ferqa lîstokên desthildaran de wê bikarin hêsanî xwe ji xefika wan bidin rizgar kirin û ji bo civaka xwe têkevin nava lêgerînan. Pêwîste her ciwanek azad bi hizire û ji bo azadiya xwe di nava lêgerînan de be. Azad jiyan kirin, ketina di ferqa rastiya jiyanê de ye. Ciwanên xwedî zanist û têgihiştinek diyar de wê netenê ji bo xwe, wê ji bo azadkirina tevahî civaka xwe bikeve di nava lêgerînan de.

Eger îro şerek ewqas giran bi xiyaneta kesên dibêjin em Kurdin li ser me tê pêkanîn, divê wek ciwanên Kurdan li dijî van êrişan xwedî helwestek diyar ya xwe parastinê de bin û hîn baladartir tevbigerin. Li ser vê bingihê xwe perwerdekirina ciwanan gelek girînge. Li cihê ku ciwanên me xizmeta desthilatdaran bikin, dikarin bi hêza xwe li hember desthilatdariya heyî bikevin nava çalakiyan. Civaka heyî jî bawerî bi hêza ciwanan heye û li ser wê baweriyê civak pişta xwe bi ciwanên xwe digre. Li dijî şerê qirkirin û tinekirina Kurdan berxwedana gerîlayên Azadiya Kurdistanê mohra xwe li dîroka mirovahiyê dide. Bi fikrê Rêbertî perwerde dîtin, xwe gihandina asta keda şehîdan e. Ciwanên li ser fikrê Rêbertî bikaribe civakbûna xwe pêkbîne, wê bikaribe li hember hemû êrişan jî heyîna xwe bi parêze. Heyîna xwe parastin nirx û çanda civaka xwe parastin e. Erkê serek yên ciwanên Kurd hebûn û nasnameya xwe parastin e. Ciwanên li gorî pêvajoya heyî tevger bike û di aliyê erk girtinê de xwe berpirsyar bibîne wê bikaribe pêvajoya heyî bide guhertin. Ji bo civaka xwe bûyîna hêza demê, erkê her ciwanek yê civakê ye. Li gorî wê xwe rêxistin kirin girînge. Xeta parastina nirxên civakê ya bingihîn ciwan in. Pêwîste ciwanên Kurd bi taybetî ji ciwanên wargehê di ferqa vê rastiya jiyana civakê de be û li gorî wê bibe xwedî pîvanên jiyanê.

KAJÎN OZEK

Yorum Gönder

0 Yorumlar