Bersivên gel:
- Rastî
ye.
- Bawerî
ye.
- Gel e.
- Tiştên
rastin.
- Şopdarên
şehîdanin.
- Azadî ye.
- Cihê
rastî û baweriyê ye.
- Dijî
dewletê ye.
-
Altarnatîf e.
- Zimanê
jinê ye.
- Çapemeniya
civakê ye.
- Rastiya
me ye.
- Dijî
derewkeran e.
- Li ser
rêya heqîqetê ye.
Rojnamegeriya
Kurd bi salên 90’î re nasnameya çapemeniya azad derxist pêş. Di salên 90’î de
bi rojnameyên hatin derxistin re di lêgerîna heqîqetê de, serdemeke nû hat
destpêkirin û di vê rêyê de bi sedan bedel hatin dayîn. Dîroka nivîskî ya
çapemeniya Kurd, xwe dispêre sedsala 19’an. Çapemeniya Kurd ku bi dehan rojname
û kovar derxistin û zimanê Kurdî pêş xist, piştî salên 90’î polîtîkayên
qetilkirin û windakirinê yên li hember Kurdan derxist holê û nasnameya
çapemeniya azad derxist holê. Ji qetilkirina Musa Anter û şûnde bi sedan
rojnamegeran mîrate dewr girtin û kevneşopiya çapemeniya azad didomînin. Di
salên 90’î de gelek rojnameger hatin qetilkirin û windakirin.
Çapemeniya
Kurd di salên 90’î de gav avêtin dema nû. Pişî salên 90’î şûnde kedkarên
çapemeniya Kurd xwe wek şopdarên Apê Musa (Musa Anter) dinasin. Di dîroka
Osmanî û komarê de jî, aliyê rewşenbîrên Kurd ve gelek rojname, kovar û weşan
hatin derxistin û qedexekirin. Ev êrşên li ser çapemeniya azad di salên 90’î de
bi destê kontragerîla hatin kirin û di roja me ya îro de jî AKP û MHP vê rolê
digirin ser xwe.
Kevneşopiya
çapemeniya azad bi rojnameya Rastiya Gel a heftane destpê kir. Di 22’ê Nîsana 1990’an
de di bin derhêneriya yek ji pêşengên çapemeniya azad, nivîskar û
rojnameger Huseyîn Aykol de Rojnameya Rastiya Gel hat derxistin û ev yekemîn
pêngava dîroka çapemeniya azad tê dîtin. Rastiya Gel di hejmara 9’an de hat
girtin. Piştî vê jî Rastiya Gel a Nû dest bi weşanê kir piştî hejmara 3’emîn
hat girtin. Her wiha di 20’ê Cotmeha 1990’an de rojnama Yenî Ulke hat
weşandin û buroya Amedê di hefteya yekem de ji aliyê ‘Rêxistina Cîhad a Îslamî’
ve hat bombebarankirin. Rojname jî di 1992’an de hat girtin.
Çapameniya
azad timî ji ber ku rastiyê derdixe holê, rastî êriş û gefan hatiye. Ji ber vê
yekê bi sedan endamên çapameniya azad ên wek Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Hafiz
Akdemîr, Yahya Orhan û Denîz Firat’an li pey şopa heqîqetê gihiştin şehadetê.
Her wiha bi sedan generalên Apê Musa jî hatin qetilkirin. Bi dehan navendên
çapameniya azad ji hêla dewleta faşîst ve hatin girtin û teqandin. Lê belê ti
caran bi ti rêbazê nekarîn rêya heqîqetê ango dengê çapemeniya azad ji gel
bidin qut kirin. Çapemeniya azad bi şehadeta Apê Musa û Gurbetellî Ersoz re xwe
hîn zêdetir xurt kir û li ser mîrateya wan heta roja îro bi awayekî rast û
pêşketî, Apê Musa û Gurbetellî Ersoz didin jiyankirin.
Çapemeniya
azad xwe dispêre rastî û heqîqetê. Ev exlaq û rêgezê sereke yê çapemeniya azad
e. Ji destpêkê heta roja îro gelek çapemenî hene ku tenê ji bo madî xebat dike.
Li şûna ku xizmeta gel bikin, rastiya bûyeran nîşanî gel bidin, xizmeta
sermayedar û desthilatdaran dikin. Li gel çapemeniyên wisa ti rêgez û exlaqên
çapemeniyê nînin. Ji ber ku bûne xizmetkarê madiyatê. Di roja me ya îro de
mînaka herî berbiçav Rûdaw û Kurdistan 24 e, ev her du navend yekser bi MÎT û
Parastinê ve girêdayîne û li gor wan nûçeyên xwe yên derew û zererê dide
civakê, servîs dikin. Li şûna ku rastiya MÎT û Parastinê derbixe holê, dijî gel
û tevgerên azad rol dileyîze. Lê belê çapemeniya azad ji destpêkê heta niha
bûye xizmetkarê gel, ev yek eşkere ye. Çapemeniya azad li gel da fêhm kirin ku
Rûdaw, Kurdistan 24 û yên weke wan çawan dijî gel dixebitin. Ji ber wê yekê ku
niha navê Rûdaw û yên weke wê bûye derew. Gel êdî rastiya van kanalên sîxûr bi
saya çapameniya azad naskiriye.
Çapemeniya
azad timî ji bo rastî û heqîqetê xebat kiriye. Bedelên giranbûha jî hatine
dayîn, niha bi hezaran şopdarên Apê Musa û Gurbetellî Ersoz li ser karin û wê
ticar jî agirê ku rastiyê ronî dike ne vemire. Ji ber ku ew agirê ku rastiyê
ronî dike ji aliyê şehîdên çapemeniya azad ve hatiye pêşxistin û her roja ku
diçe hîn zêdetir geş dibe.
0 Yorumlar